Çalakvana jîngehê: Pergala sermayedar jîngehê ber bi tunebûnê ve dibe

Çalakvana jîngehê Tirîfe Ferîdûn got ku çêkirina projeyên niştecihbûnê, bi navê zêdekirina şînahiyê, zêdetir jîngehê ber bi tunebûnê ve dibe û diyar ku pergela sermeyadar ji bo berjewendiyên xwe roj bi roj jîngehê tune dike.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di çarçoveya zêdebûna krîza jîngehê ku li herêma Kurdistanê heye, avakirina projeyên sermayedaran, jîngeha herêmê zêdetir ber bi tunebûnê ve dibe. Sermayedar bêyî bandorên jîngehê li ber çavan bigrin, hewl didin ji bo berjewendiyên xwe yên aborî jîngehê tune bikin. Ev siyaset dibe sedema têkçûna jîngehê. Wekî qirêjbûna avê, hewa û guherîna avhewayê. Nifşên niha bi giştî hewl didin vê rewşê biguherînin û ji bo başkirina rewşê zextê li hikûmet û şîrketan dikin. Niha pergala sermayedar û desthilatdariya herêmê, sedema xirabûna jîngehê ne.

‘Projeyên bazirganiyê jîngehê tune dikin’

Çalakvana jîngehê Tirîfe Ferîdûn diyar kir ku jîngeha tevahî cîhanê ber bi tunebûn û qirêjiyê ve diçe, gelek pirsgirêkên jîngehê hene û got: “Zêdebûna wesayîdan û çêkirina avahiyên bazirganiyê yek ji pirsgirêkên sereke yê cîhanê ye. Çêkirina projeyên niştecihbûnê di bin navê zêdekirina şînahiyê de zêdetir jîngehê ber bi tunebûnê ve dibin. Her wiha pergala sermayedar a li cîhanê jîngehê ber bi tunebûnê ve biriye. Avakirina projeyên nitecihbûnê, xwezaya herêma Kurdistanê ber bi tunebûnê ve dibe. Li bajarê Silêmanî çiyayê Guwêj tevî hemû şînahiya ku heye, roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Li çiyayê Guwêj projeyên bazirganî û sermayedarî zêde bûne. Ji ber wê dema em çiyager berê xwe didin çiya, ji bo hewaya paqij bigrin dizanin çi sûdek tenduristî û derûnî dide mirov lê belê niha çiya ji ber projeyan tune dibin. Her wiha projeyên sermayedaran di nava bajaran de didomin û zêde dibin. Gelek navçeyên çandî, kargeh û cihên dîrokî ji bo avakirina projeyan ji aliyê sermeydaran ve hatine dagirkirin.”

‘Divê em her yek li ber deriyên malên xwe daran biçînin’

Tirîfe Ferîdûn da zanîn ku berê hemwelatî di malên ax de dijiyan, di nava piraniya malan de baxçeyên wan hebûn û wiha got: “Lê belê niha dar û şînahî di nava malan de nemane. Her wiha ji ber şêweyê jiyana nû, pêşketina teknolojiyê, jîngeh tune dibe. Ji ber wê divê em li malên xwe dest bi şînkirina jîngehê bikin. Piştre girîngî bidin çiyageriyê. Her wiha rola girîng a jinan di ji nûve avakirina xwezayê de heye. Ji ber dema dayîk zarokên xwe bi parastina jîngehê mezin bikin dê jîngeh ji nû ve bê avakirin û paqij bigrin.”

‘Kargeh zengekî metirsîdar e ji bo tunekirina jîngehê û mirov’

Tirîfe Ferîdûn destnîşan kir ku kargehan li cihên niştecihbûna welatiyan ava dikin û ev jî bandorê li jiyan û tenduristiya mirovan dike û wiha got: “Projeyên niştecihbûnê li nêzî kargehan çêdikin. Her wiha bajar ber bi mezinbûnê ve diçin. Lê belê proje û cihên niştecihbûnê li gel kargehan çêdikin û kargehan jî nêzî cihê nîştecihbûnê ava dikin. Mînak Tancerû cihê bicihbûna hemwelatiyan e. Lê belê tevî vê jî kargehên ku mirovan ber bi mirinê ve dibin û jîngehê qirêj dikin ava dikin. Xwezaya wan gundan ber bi tunebûnê ve diçe. Her wiha hatina wesayîdan ji bo herêma Kurdistanê jîngehê ber bi tunebûnê ve dibe. Li bajaran piraniya endamên malbatê xwedî wesayîd in, ew jî ziyanek mezin dide jîngehê. Her wiha avakirina projeyên veberhênanê û çêkirina kargehan, pêwistî bi rêkarî û rênimayan heye. Mixabin berpirs û aliyên pêwendîdar rê ji bo qirêjbûna jîngehê vedikin.”

‘Perwerde riya sereke ye ji bo paqijgirtin û jinûveavakirina jîngeha herêma Kurdistanê’
 

Tirîfe Ferîdûn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Perwerde riya sereke ye ji bo paqijgirtina herêma Kurdistanê. Ew jî bi riya nifşê nû pêkan e. Dema ku hewldana perwerdekirinê bidin dê jîngehê paqij bigrin û dubare hewldan ji bo şînkirina herêmê bidin. Her wiha hişyariya kes girîngeyek sereke heye. Divê kes di aliyê jîngehê de xwe hişyar bikin. Piştre divê li gorî rênimayên avakirina projeyên niştecihbûnê û kargehan tevbigerin. Hebûna benzînxaneyan ziyaneke mezin daye jîngeh û mirovan. Dûrxistina ji navendên bajar jîngehê nû dike. Piştre hewlan ji bo şînkirina tevahî bajaran didin. Da ku bikaribin bi tendurist bijîn.”