dosya

  • Şerê jinan ê bêdawî: Qirkirina zayendî (3) 

    Bi qirkirina nîjadî re qirkirina zayendî Di beşa dawî ya dosyaya xwe de me xwest tiştên ku jin dijîn em di bin sernaveke din de binirxînin lewre jinên Kurd bi sedan sal e bi du awayan rastî êrîşan tên. Hem ji ber nasnameya xwe ya neteweyî, hem jî zayendî bênavber êrîş li dijî wan pêk tên. Li erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, dewlet, hem bi xwe hem jî bi navbeynkariya komên ku piştgirî didin wan ji berê heta îro bûne celadên jinan. Jinên ku hêza xweparastinê afirandine, bi rêxistinbûna xwe ji bo hemû jinên cîhanê dibin îlham.

  • Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (7) 

    Şehîda mafê jinan ê dengdanê Emîly Şervana radîkal a mafê bijartin û hilbijartinê yê jinan Emîly Davîson, yekem sufrajeta ji bo xatirê dozê mirin daye ber çavê xwe ye.

  • Şerê jinan ê bêdawî: Qirkirina zayendî (2) 

    Dem guherî lê şerê ji bo tunekirinê hê jî didome Wekî tê zanîn ên di şer û pevçûnan de zêde mexdûr dibin jin in. Desthilatdariya netew-dewlet faşîst ên mêr; ji bo tunekirina civakan destpêkê dest bi êrîş û qetilkirina jinan kirine. Her çiqas dîrok biguhere jî şerê li dijî jinan her dem wekî xwe ma.

  • Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (6) 

    Rêvebera nexweşxana Edmonton Emîly Murphy Emîly Murphy ji bo mafê jinan bi çar hevalên xwe re di Senatoya Kanadayê de têkoşînek bi heybet da ye.

  • Şerê jinan ê bêdawî: Qirkirina zayendî (1) 

    Şerê cîhanê yê dirêj ê ku dawî lê nayê, şerê pergala desthilatdariya mêr ê li dijî jinan didomîne ye. Ev şerê ku 5 hezar sal in, bênavber tê meşandin, di heman demê de di dîroka mirovahiyê de tê wateya qirkirina herî dirêj û domdar. Hejmara van şerên ji bo qirkirinê nikare were texmînkirin û tevî vê yekê jî şerê ku pergala desthilatdariya mêr li dijî jinan dimeşîne bênav e. Ev şer tê înkarkirin lewre dema ku nav jê re were dayîn dê diyar bibe ku tu awayê şîdetê ferdî nîn e, dijberî wê dê were qebûlkirin ku rewşeke sîstematîk e. Navê vê rewşa sîstematîk qirkirina jinan e. Di vê dosyayê de em ê balê bikşînin ser şerê qirkirinê yê li dijî jinan û behsa berxwedêrên jin ên di têkoşînê de xwe dane pêş bikin.

  • Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (5) 

    Xwediya Xelata Wêjeyê ya Nobelê û nivîskara tevgera sufrajetan Selma Lagerlof li Îsveç ê bi berhemên xwe yên piştbestîn bi çîrok û destanan tê nasîn. Hem wêjevan hem jî axaftvana sufrajetanbû.

  • Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (4) 

    Sylvia Pankhurst navê vîna li hemberî îşkencekara ne Jinek enternasyonalist a ji têkoşîna mafê jinan ê dengdanê heya bidestxistina mafê karkeran, li hember derketina nijadperestiyê heya tevlîbûna tevgerên antîfaşîst di gelek qadan de ked daye Sylvia Pankhurst. Endama tevgera sufrajeta bûyî çavkaniya pêşengî û îlhama hemû jinên cîhanê Sylvia dema di greva biçîbûnê dene bi zorê xwarinê didinê û çalakiya wê didin şikandin.

  • Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (3) 

    Christabel Harriette Pankhurst hê zarok ew û xwişka xwe Sylvia bi dayika xwe re li qadên têkoşîna ji bo bidestxistina mafê jinan hevaltî kirin.

  • Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (2) 

    Pêşenga Sufrajetan Emmeline Pankhurst û du keçên xwe Emmeline Pankhurst bi du keçên xwe Sylvia û Christabel ve ji bo bidestxistina mafê dengdana jinan tevgera WSUP ava kiriye. Piştî mafê dengdana jinan li welatê xwe zagonî kiriye bi sê mihan şonde jiyana xwe jidest daye.

  • Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (1) 

    Çalakiyên gireva birçîbûnê Tevgera Surfajetan a bidestxistina mafê jinan ê dengdanê li gelek deverên cîhanê belavbûye û gelek jinên bicesaret pêşengî kirine. Ji girva birçîbûnê heta çalakiyên fedayî gelek şêwazên çalakiyên cuda pêşxistine.

  • Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (12) 

    Wêjevana Cezayirê Assia Djebar a bi romana xwe ya bi navê ‘jina gora wê nîn e’ herî zêde hatiye nasîn di kesayeta Suleyhayê de jinên Cezairê yên bi hêz li hemberî dagirkeriya Fransayê sekinîne kiriye mijara romanên xwe û serê xwe li ser jîndarkirina wan jinan êşandiye.

  • Gundê hevgirtina jinan Ûmoja 

    Li nava civakên ku sîstema baviksalariyê lê serdest e û bi her rengî şîdet û destavêtin li jinê dibe, mînakên rêxistinbûna jiyana azad a jinan jî hene. Gundê Ûmoja, ku di salên 1990’î de ji aliyê jinên mexdûrê destavêtinê li Kenyayê hate avakirin, piştre ji bo gelek gundên jinan bû mînak.

  • Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (11) 

    Di siyaseta Cezayirê de jinên pêşeng Di dema ku jin nekarîbûn di civatên mêran de rûnin û siyaset ji xwe weke karê mêran dihat dîtin, gelek jinên wêrek û bi cesaret derketin pêş û karîbûn cihê xwe di nava karê siyasî de bigirin. Yek ji wan jî Seroka Partiya Karkeran Louisa Hanoun a ku di nava welat de bi helwesta xwe ya muxalîf û çepgir tê nasîn e.

  • Dengê Radyoya Erîwanê yê li dinê: Aslîka Qadîr 

    Aslîka Qadir a em wê bi strana “Welatê me Kurdistan e” nas dikin, di jiyana penaberiya bêdawî de ji dayik bû û mezin bû. Aslîka, dengbêja jin a zindî ya Radyoya Erîwanê, di temenê 75 saliyê de stranbêjiyê didomîne.

  • Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (10) 

    Sembola berxwedana Cezayîrê Cemîle Şoreşgera Cezayîrê Cemîle Bouhired weke jinek bi hêz li hemberî dagirkeriya Fransayê têkoşiya. 20 salî tevli eniyên rizgariya neteweyî ya Cezaîrî bû, di eniyên pêş de cih girt û li hemberî dezgehên îskenceya herî giran û giyotînê vînek mezin nîşan da û teslîm nebû.

  • Di dilê jinên dengbêj ên Serhedê de stran man 

    Jinên dengbêj ên serhedî, bi dengê dilê xwe yê ku dibû stran, dengê xwe gihandin gelek welatan û ji bo jinan bûn îlham. Ji dengbêja yekem Gulê heta Sûsika Simo ya li welatên Kafkas weke stêrkek diçirisî, heta denbêj Gazin a ji Wanê gelek stran li dû xwe hiştin

  • Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (9) 

    Xizmetkarên tenduristiyê Melîke û Sakîne Di nava yekîneyên berxwedana Cezayirê de xebata tenduristiyê jî karek sereke û giringbû. Di dema çalakiyan de birîndar digihandin ber destê Melîke û Sakîne yê, her duyan xebata tenduristiyê gortibûn ser milê xwe.

  • Jin û dengbêjî: Dengê ku ji ber qedexeyan bilind bûye 

    Ji aliyê dîrokî ve jin bingeh û afrînerên çanda dengbêjiyê ne lê ji ber zextên civakî, di vê mijarê de jî neçar man ji mêran gavek li paş bimînin. Bi dehan jinên dengbêj, ji bo hezkirina xwe ya muzîkê, astengiyên li pêşiya xwe derbas kirin û riya têkoşîna bi zoriyan re dîtin. Ev dosya behsa têkoşîna bi salan a jinên dengbêj dike.

  • Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (8) 

    Zuleyxa Uday di çalakiyê de dîl ket destê leşkerên Fransa, gelek îşkenceyên giran lêkirin, lê nekarîn ti agahiyan jê bigirin. Dawiyê cezayê darvekirinê lê birîn û deh rojên dinê îşkence kirin, cardin tiştek jê negirtin vêcarê li peyî seyara leşkerî kaş kirin û herî dawî ji balefirê avêtin.

  • Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (7) 

    Di eniyên berxwedanê de du xwişk: Meryem û Fadîle Du xwişkên weke sembola barxwedanê di nava Cezayirê de tên zanîn Meryem û Fadîle heta nefesa xwe ya dawî li hember dagirkeriyê şer kirin. Meryem di dezgehên îşkencê de, Fadîle jî di nava yekîneyên bexwedanê yên veşartî de şehîd ketin.