dosya

  • Ji komkujiyê bigire heya lêgerîna mafan: Dîrokçeya 8’ê Adarê –II- 

    Li hawîrdorek ku her roj bi dehan jin têne qetilkirin û li deverên cûda rastî şîdeta laşî û derûnî tên,dewlet û dadgeh parastina vê pergalê digirin dest, berxwedana jinan dibe hêvî… Ev sedema ku, em heroj hin zêdetir bi encamên xisara giran a ku mêtîngeriya kapîtalîst li ser jiyana jinan afirandî re rû bi rû diminin re, berxwedanên girseyî yên bi pêşengiya jinan dîrokê dinivisê.

  • Ji fabrîkayan heta sektora xizmetê: Beşek ji têkoşîna dîrokî ya jinan -I- 

    Zext, şîdet, şer, nijadperestî, milîtarîzm û bindestiya zayendê di nava hev de pêvajoya dîrokek bi hezaran sal derbabûy û wek awayê jiyanê lê hatî, di roja me ya îro de jî tê parastin. Di jiyana kar û parvekirina kar de zayendperestî serwer e. Jin ne tenê ji li jiyanê bimînin, ji bo li ser lingên xwe bimînin û ji bo jiyana xwe berdewam bikin ne tenê di bazara kar de, ji bo di nava şertên wekheviyê de bimîne têdikoşe. Dema mijar dibe kar, dibêjin ev kar ê mêr e ev ê jinê ye. Jin ruxmê ewqas zêde kar jî dike destheqek kêm digre. Jiyana jinan a kar di fabrîkayên tekstîlê de dest pê dike. Niha jî di sektorên xizmetê de didome. Di rêzedosyayên ku me amade kirine, di heman demê de pêşveçûnên jinan di aliyê çandî û siyasî de pêvajoyek guhertinê derket holê. Di rêzedosyaya yekem de çalakiya jinan a rêxistinkirî, navê ku divê em ji bîr nekin Olympe De Gouges e em ê di vê beşa gotara xwe de berxwedana ‘Keçên Fabrîkayê’ ya li Lowell parve bikin.

  • Jinên bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasarán' (5) 

    Li New Yorkê ji jinên karker heta artêşa jinê ya Mîno her tim li hemberî mêtingerî û koletiyê têkoşiyan. Li Rûsya, Nijerya, Vîetnam, Nîkaraguayê jin her tim li ser piyan bûn. Dîroka cîhanê bû dîroka serhildanên jinan. Jinan kolan, tax, fabrîka, gund û hemû qadên jiyanê veguherandin qadên berxwedanê, ji gelek serhildanan re pêşengî kirin.

  • Jinên bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasarán' (4) 

    Cîhaneke zindî ya jinê: 'Compañerayên Zapatista nê Ji sala 1994'an vir ve li parzemîna Chiapas a Meksîkayê projeya wekheviya mafê jinan a Zapatista tê dîtin. Jinên Zapatistayê ku mafê jinan bi nîqaşan didin jiyîn, digotin: "Tişta em lê digerin, bi awayekê ji nû ve çêkirina mirovane. Ya ku em dixwazin biguherin eve. Daxwaza ne cîhanek dine. Têkoşîna ku jin, zilam û em hemû parçeyek ji wê ne eve. Em naxwazin tiştekî ku zîhniyeta dîrokî bimeşîne ava bikin.

  • Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nûjen dibe (4) 

    'Bi nûjenbûna ziman û çandê em ê welatê xwe ava bikin' Xwendekarên bajarê Hesekê bi perwerdeya zimanê Kurdî bi kêf in, tişta ku herî li xweşa wan tê jî ew e ku dê nifşên dîtir bi azadî zimanê xwe yê Kurdî bixwînin.

  • Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nûjen dibe (3) 

    Avakirina her pergalê li ser perwerdeyê ye. Jînda Elî Ehmê jî da zanîn ku dema mirov perwerde bi zimanê xwe dibîne, pê re fêrî çanda xwe jî dibe.

  • Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de Kurd: Zext, êrîş, lînç, nefret ... 

    "Divê Kurdî li her qadê zindî bimîne" Rojnamavan Elîf Can Alkan ku edîtora rojnameya Xwebûnê li Amedê ku heftane bi Kurdî weşan dike, li dijî polîtîkayên dewletê yên qirkirina ziman, banga parastina zimanê Kurdî dike. Nurê Aba ya 60 salî ji di jiyana xwe ya rojana de ji ber ku Tirki nizanibû bal kişand ser zehmetiyên xwe û dibejê; “Em di rêya zimanê xwe, doza xwe û gelê xwe de ne.”

  • Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nûjen dibe (2) 

    Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re pêşketina zimanê Kurdî Kurd bi hezaran sal bi riya tirk kirin û ereb kirinê, bi polîtikayên çewisandin, înkar, tunekirin û helandina zimanan rû bi rû maye. Şoreşa Rojava ya ku bi çiruska 19’ê Tîrmeha 2012’an despêkirî ronîbûn di qada ziman de jî çêkir û her kuçe û kolan bû cihê perwerda bi zimanê dayikê.

  • Jinên bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasarán' (3) 

    Jinên 1916'an ên li Îrlandayê li pişt xendekan li ber xwe didan Li Îrlandayê dema Raperîna Paskalya ya di sala 1916'an de destpê kir jin ji bo mafê deng dayînê û wekhevî têdikoşiyan, li hemberî êrîşên leşkerên Îngilîzan bi pêşengiya Fermandar Constance Markievicz barîkat ava kirin û hêzên parastina cewherî ava kirin. Jinên ku li pişt barîkatan li ber xwe didan û teslîm nebûn, bi navê 'Jinên 1916'an derbazî rûpelên dîrokê bûn.

  • Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de Kurd: Zext, êrîş, lînç nefret... (1) 

    Her çendî Lijneya Giştî ya UNESCO’yê 21’ê Sibatê wekî “Roja Zimanê Dayikê bipejirîne jî li cîhanê ji sedî 40 ziman di bin xetera tunebûnê de ne. Li Tirkiyeyê jî Kurdên ku bi polîtîkayên zextê re rûbirû ne, bi taybetî di nava 5 salan de di serî de Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, KURDÎ-DER û Dibistana Seretayî ya Bêrîvan, gelek sazî û dezgehên ziman hatin girtin. Kurd ji ber ku bi zimanê xwe diaxivîn rastî zextê hatin, li nava kolanan derbên kêran xwarin û hatin qetilkirin. Di beşa yekem a dosyaya me de em ê behsa zimanên cîhanê yên li ber windabûnê û pêkanînên li Tirkiyeyê yên ku peymanên navneteweyî nas nake bikin û bêguman em ê li ser zext û êrîşên li ser zimanê Kurdî ku tê xwestin were ‘bêdengkirin’ bikin. Di beşa duyemîn û sêyemîn de jî em ê hevpeyvînên bi sernavê “Ziman her tiştê min e” biweşînin.

  • Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nûjen dibe (1) 

    Siyaseta perwerdehiya Hikumeta Sûriyê Li Sûriyê ji bilî cudabûna zaravayan li gorî herêmê 15 zimanên ku pê têne axaftin hene. Lê rejîma Baas zimanê hemû netewan di bin yek al, yek ziman û yek rengî de çewisandiye.

  • Koçberan jiyana bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîtin 

    Koçberên ji Sûriye û Iraqê ji bo ku jiyana bi ewle û aram bijîn herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava hilbijartin. Di roja îro de zêdetirî 20 milyon koçber li kampên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn.

  • Jin bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasaran' (2) 

    Jinên ku hewl didan tevlî şoreşa Îspanyayê ya di sala 1936'an de destpê kir bibin, li hemberî koletiya jinan dibin sîwana Mujeres Libres-Bi Jinên Azad re xwe birêxistin kirin. Pepita Carpeña ku di çeperan de banga "Xwe azad bike" li jinan dikir wiha digot: "Bila zilam ne hizirin ku ji jinan baştirin, dema me got mafê wan ê hikûmkirina li ser me tune ye, bi awayekî alozî derxistin. Li gorî min jinên Îspanyayê li benda bangek wiha bûn." Jinên ku di xwestin tevlî şer bibin ji aliyê fermandarên zilam ve dihat redkirin lê jinan jiyanek nû dihûnandin.

  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala hevserokatiyê (2) 

    'Em maf û hevsengiya civakê diparêzin' Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava bi damezirandina pergala Rêveberiya Xweser, modela hevseroketiyê di tevahî encûmen, deste û buroyan de ket meriyetê. Jinên ku cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirin bi lêv dikin ku rêbaza hevseroketiyê hişmendiya civakê guhertiye.

  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala hevserokatiyê (1) 

    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser bi pergala hevseroketiyê ji şaneyên komunê heta rêveberiyê xizmeta civakê dike.

  • Ne cînayet qirkirina zayendê (3) 

    Gelek jin ji ber li edaletê digerin li ber deriyê Dadgehê tên kuştin! Li gora rapora Pilatforma Emê Cînayetên jinan Rawestînin di sala 2020’an de 300 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. 171 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan e. li ser van kuştinan dibêjin; întihar kiriye, yan jî pîsîkolojiya wê ne temam bû, me henek dikir ji bilindahiyê ket bi van sedemên ji rêzê dixwazin dosyayên jinan qepat bikin. Dema hevpeymaniya Stenbolê pêkbihata niha hemû ev jinane wê jiyan bikiran. Gelek ji wan jinan ji ber li edaletê digeriyan li ber derê dadgehan hatin kuştin! Ew zagona ku jinan di parast li gorî ku di hat xwestin ne hat pêkanîn. Niha jî di rojevê deye ku bi temamî ev zagon were rakirin.

  • Bi barîkat, artêş û şoreşa xwe jinên dibêjin 'no pasaran' (1) 

    Fermandar Louise Michel û jinên Les Pêtroleuses ên ku agir berdan Parîsê Ji roja ku hene heta niha jin li ber xwe didin. Çîrokên jinan ên ku bi hezaran salin li ber xwe didin ewqas bi hêz bûn ku winda nebûn. Ji jinên ku çek girtin destê xwe û bajarên xwe parastin heta Qanûnên jinên şoreşger, ji jinên ku ji leşkeran re gotin; 'çeka xwe dane erdê û tevlî gel bibe' heta jinên şoreşger ên çek girtin destê xwe û gotin; 'dê rojekê kîna me bibe hevrîşîm.' Em bi vê dosyaya xwe hemû jinên ku li Parîs, Îspanya, Îrlanda, Meksîka û yên li cîhanê ku li pişt barîkatan li ber xwe dan, artêş avakirin û li hemberî dîktator, zîhniyeta baviksalarî û mêtîngeran gotin "no pasaran" bi bîr tînin.

  • Qirkirina zayendê, polîtîkaya dewletê ya bi sîstem û zanabûn e 

    Şîdeta li dijî jinê û qirkirina zayendî, taybetmendiya wê ya yekem sîstematikbûyina wê ye. Bingehê ne sîstematîkbûna wê: Civak, siyasî, qanun, perwerde, ekonomî û h.w.d.e. Di nav sîsteman de jî; her tim, bi zanabûn, ji rêzê, sinifkirin, ji nebihîstive hatin, bi şert û mercan ve girêdan, ji bo mirov fêr bibe awên dayina dijminahiya jinê, gotin û bi karanîna wê politîkaya bi sîstem a dewletê ye.

  • Ne cînayet qirkirina zayendê 

    Di van rojên dawiyê de kesên ku di cîhana huner, wêje û medyayê de tên nasîn, di vîdeoyên ku di medyaya civakî de parve dikin, têgeha qirkirina zayend derbas dibe. Em dikarin bibêjin ku ev yek bûye sedem ku ev têgeh were bihîstin. Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê jî (EŞÎK) li dijî qirkirina zayendê kampanyayek dabû destpêkirin û bang kiribû ku meclis peywira xwe bi cih bîne. EŞÎK, kuştina jinan a her roj wekî “qirkirina zayendê” bi nav kiribû, bang kiribû ku her kes piştgiriyê bide kampanyayê. Baş e, gelo qirkirina zayendê çi ye, ji ku derket? Em ê jî bi vê dosyayê pênaseya qirkirina zayendê bikin, bibêjin ka kengê û ji aliyê kê ve hatiye kirin. Di beşa duyemîn de jî em ê behsa qirkirina zayendê ya li cîhanê ango behsa welatên ku herî zêde komkujî li ser jinan pêk tê bikin. Em ê hewl bidin behsa faktorên siyasî, çandî, civakî û bîrdozî, polîtîkayên desthilatdar ên pêşî li qirkirina zayendê vedikin bikin. Di beşa sêyemên a dosyayê de jî em ê hewl bidin bertek, pêşniyarên ji bo çareseriyê yên rêxistinên jinan ên li dijî qirkirina zayendê ku li Tirkiyeyê zêde bûye vebêjin. Em ê behsa zagonên ku pêşî li qirkirina zayendê digrin, peyman û daxwazên jinan ên di vê mijarê de hene bikin.

  • Sinetkirina jinan kevneşopiyek civakî ya mafê jinan binpê dike (2) 

    Êşa bê dawî sinetkirina jinan Hewildanên bidawîkirina sinetkirina jinan a ku li gorî nêrîna bişîşk û bawermendan ji derveyî ziyan dayîna derunî û fizîka jinan ti suda wê nîne.