Girtiyên jin ên Tûnisê: Jiyana li girtîgehan li gorî pîvanên navneteweyî nîn e

Jimarên fermî yên Wezareta Dadê a Tûnisê dibêjin ku jimara girtiyên jin li Tûnisê di dawiya mijdara 2020'an de gihîştiye 677'an ku ji sedî 3'ê nifûsa giştî ya girtîgehan temsîl dike. Rêxistinên mafên mirovan li Tûnis dibêjin ku rewşa wan li gorî zindanên mêran nebaş e û bi raporan karesatên mezin ên ku jin di girtîgehê lê rast tên aşkere bûn.

Jimarên fermî yên Wezareta Dadê a Tûnisê dibêjin ku jimara girtiyên jin li Tûnisê di dawiya mijdara 2020'an de gihîştiye  677'an  ku ji sedî 3'ê nifûsa giştî ya girtîgehan temsîl dike. Rêxistinên mafên mirovan li Tûnis dibêjin ku rewşa wan li gorî zindanên mêran nebaş e û  bi raporan karesatên mezin ên ku jin di girtîgehê lê rast tên aşkere bûn.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Ajansa me der barê vê mijarê de derfet li pêşiya girtiyên jin vekir ku tecrubeyên xwe yên di zindanê de pê re rû bi rû mabûn vebêjin û tiştên veşartî derxin holê. Her wiha me nîqaş bi kesên ku di van bûyeran de derbas bûne re kir da ku em mafên girtiyên jin ên di  zindanan de tên binpêkirin. Di heman demê de em helwesta qanûnê ya ku der barê wan de tê kirin zanibin.
Çi mafê girtiyên jin hene? Gelo ew bi maf û erkên xwe dizanin? Binpêkirinên ku ji hêla rêxistinên mafên mirovan ve hatine tomarkirin çi ne? 
Mounira Bouazizi: Berpirsyar rêbazên pir hişk bi kar anî
Mounira Bouazizi (Munîra El-Boezîzî) ku jineke beriya niha di girtîgehê de bû, di sala 2016' an de hatibû girtin, der barê rastiya girtiyên jin ên li Tûnisê de wiha dibêje: "Mijar ji aliyê hin rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan ve tê nîqaşkirin. Hewl didin ku alîkariya wan bikin da ku rewşa wan di hundirê girtîgehan de biguherînin. Êşa jinan ji wê kêliya ku tên girtin û wan dixin hundirê wesayîdan ve dest pê dike, girtî nikarin di wê wesayîdê de bêhnê bigrin."
Tekildarî mijara êşên jinên girtî Mounira Bouazizi ya ku beriya niha girtî bû wiha gotinên xwe didomîne: "Dema ku mirov digihîje zindanê mirov xwe wekî sûcdarekî mezin dihesibîne, di girtîgehê de tu hîs dikî azadî û îrade ji te hatiye girtin, tenê ji ber ku tu jin î. Ji kêliya ku ez gihîştim zindanê û pê ve êş û zehmetiyan dest pê kir, berpirsyara zindanê pir şêwazên hişk bi kar anîn dema ku ez gihîştim zindanê di dema ku cilên min ên binî kontrol dikirin.
"Li ser her ranzeyek çend jin radizan"
Her wiha Mounira Bouazizi dide zanîn ku lixwekirina kincên cînz di girtîgeha jinan de qedexe ye û wiha didomîne: “Ez nizanim çima, pir caran li ser her textekî xewê du jin radizên. Pêwîst bû ku wê ji bo mafên jinan ên di girtîgehê de rêzgirtinek piçûk dabîn bikirana û ji bo parastina rûmeta wan kinc û nivîn peyda bikirana da ku di navbera wan de pirsgirêkên mezin dernekevin. Jixwe berê pirsgirêkên derûnî dibûn sedem ku hin kes berê xwe bidin xwekuştinê di hundirê zindanê de. Destpêkê dema ku ez derbasî hucreya zindanê bûm, ew der nedişibiya cihê mirovan, wekî cihê heywanan bû û pir biçûk bû.”
Di domandina axaftina xwe de dibêje; “Dema ez derbasî zindanê bûm beriya ku beşdarî nava girtiyan bibim hinek girtiyan ji min re behsa şîdeta devkî ya berdewam û nebûna hemaman û pêdiviyên jiyanê yên kêm kiribûn. Çend roj beriya bikevim zindanê wan rewşê hinekî di ber çavan re derbas kiribûn ji ber ku wan dizanibûn ez çalakvaneke hiqûqê me û ez ê hemû kiryaran piştî derkevim aşkere bikim."
"Xwarin ne li gorî pîvanên nevneteweyî yên mafên mirovan bû"
Der barê xwarina ku ji girtiyên jin re dihat dayîn de, Mounira Bouazizi ku wê jî êş jê kişand de wiha dibêje: "Xwarina ku ji girtiyan re tê dayîn zêde xirab e, destpêkê di seat 6’ê sibehê de me ji xewê şiyar dikin, piştre em diçin li benda xwarinê dimînin. Çavdêr ji me re piçek kakûlek û qutiyek mast tîne, heya seat yekê nîvroyê du nanan dide me, hefteyê carekê bi rêbazeke nebaş ji me re goşt çêdikin ku nayê xwarin. Bi rastî di wir de tu hîs dikî ku hêz û azadiya te ji te hatiye girtin."
Mounira Bouazizi piştrast dike ku ferzkirina kincên dirêj ku ne stû ne jî ling tên xuyakirin, hene, tiştê ku çavdêr li ser gitîgehan didin meşandin ne qanûnî ye û ne li gor pîvanên navnetewî ne û bal dikşîne ku di zindanê de serwerî ji kesê bi hêz re ye, ji ber ku yê lawaz di hemû aliyan de tê îstîsmarkirin.
Der barê pirsa me ya ku girtiyên jin heya çi astê bi mafên xwe yên madî û manewî şiyar bûne, Mounira Bouazizi wiha dibêje: "Hinekî hişyarî heye lê ne zêde, tirsek ji derbirîn û serhildana li dijî kiryarên ku tên meşandin eye. Tiştê herî nebaş ew e ku girtî êdî bi vê rewşa bi êş re dijîn û  bûye jiyana normal ji bo wan."
Rêxistinên ku siyasetê dimeşînin li ser êş û azarên girtiyên jin bazirganiyê dikin
Mounira Bouazizi got ku rêxistinên hiqûqî êdî siyasetê dimeşînin û bi êş û azarên girtiyên jin ku piraniya wan ji derdorên civakî yên pir xizan in bazirganiyê dikin û wiha domand: "Civaka baviksalar li bendê ye ku jin têkevin şaşîtiyan da ku bêtir tundiyê bidin meşandin. parlamantoya Tûnisê rewşên jinan paşguha dike û banga rêzgirtinê ji bo girtiyên jin dike û daxwaza mafên wan dike.”
"Em rastî lêgerîna tazî tên"
Girtiya bi navê R.M. a 20 salî, li ser dema ku wê di zindanê de derbas kiriye ji ajansa me re wiha dibêje: "Kêliya ku ez ketim zindanê rastî lêgerîna tazî hatim, ew rêbazeke biçûkxistinê ya herî xirab bû ku em di zindanê de lê rast hatin.”
R.M rêgezên di hundirê zindanê de wiha vedibêje: "Divê ku dest û lingên me bi temamî xuye nekin, porê me komkirî be, ya ku van rêgezan pêk neyne tê cezakirin.
Di girtîgehê de serwerî ji kesê bi hêz re ye
Axêvera me wiha vedibêje: "Di zindanê de serwerî ji kesê bi hêz re ye, her kes jê ditirse û fermanên wê pêk tîne, emrên wê tu carî nayên redkirin.” Li gorî R.M. serwerî ya fermandara hucreyê ye ku heya dawiya emrê xwe ji ber sûcên kuştinê di zindanê de dimîne.
R.M. dibêje,"Min li ser rewşa zindana mêran gelekî pirs kiriye, di wir de me dît ku cudahiyek mezin heye, ez nizanim çima li ser jinan ev rêbaz tê meşandin. Girtîgeh mirovan dike sûcdarekî mezin, girtîgeh xirab e, ne cihê sererastkirin û rêberiyê ye, zindan derfetê dide malbat û civaka baviksalar, da ku te biçûk bixin… Dema tu ji zindanê derdikevî ev civaka baviksalar dê bi tundiyeke din te pêşwazî bike ku bihêle tu sûcekî din bikî. Ez naxwazim bûyera ku di serê min re derbas bûye, were serê kesên din, ez ji malbatan daxwaz dikim ku şîret li zarokên xwe bikin, li wan miqate bin û ji wan re bibin alîkar da ku pirsgirêkên wan çareser bikin.”
Rîm Hemdî: Li navendên binçavkirinê û girtîgehan bûyerên tecawizê çêdibin  
Seroka Rewangeha Navneteweyî ya Mafên Mirovan li Tûnisê Reem Hamdy der barê mafên girtiyên jin ên li Tûnisê de diyar dike ku girtî ji dema binçavkirinê ve ji beyî dadgehkirinê êş dikşînin, jin rastî danûstandineke xirab tên heta li navendên binçavkirinê û li girtîgehan rastî tecawizê tên.
Der barê rewşa xirab a di hundirê zindanan de wiha dibêje: "Binesazî, kareset e her wiha xizmetên ku ji girtiyan re tên pêşkêşkirin nebaş in."
Emel Tehm Allah: Danûstandineke hişk e û ne mirovî ye
Parêzera Tûnisê Emel Tehm Allah li ser danûstandina hişk û dermirovî di zindanên jinan û navendên binçavkirnê de ji ajansa me re axivî û wiha bilêv kir: "Girtiyê dema ku dikeve zindanê û pê ve bi binpêkirinan re rûbirû dimîne. Ji tazîkirinê dest pê dike her wiha nebûna pêdiviyên ku girtî xwe hinek be jî pê rehet hîs bike di girtîgehê de nayên peydakirin, zindan ne cihekî ku binpêkirin tê de werin meşandin, ew tenê cihê ceza ye.”
Emel Tahma Allah tevlî nêrîna Reem Hamdy dibe û dibêje: "Xwarina ku tê pêşkêşkirin ne bi tendurist e û tu fêdeya wê tune ye.”
“Girtîgeh cihê îhlalê nîn in”
Parêzer Emel Tehm Allah destnîşan dike ku madeya 30 a destûrê dibêje ku her girtî xwedî maf e ku bi awayekî mirovî danûstandin pê re were kirin. Divê dewlet ji bo vegera girtiyan a nava civakê kar bike û rûmeta wan biparêze.
Parêzera Tûnisê destnîşan dike ku parastina mafên girtiyan bi peymanên navneteweyî yên ku ji hêla dewleta Tûnisê ve hatine pejirandin tê birêxistinkirin. Li gorî qanûnên wekî Qanûna Hejmar 30 ya 29'ê Kanûna 1968, a girêdayî endambûna Tûnisê di Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî de.
Bangek ji bo balkişandina ser girtiyên jin û sûdwergirtina wan bi mafên xwe
Emel Tahma Allah banga girîngdayîna bi girtiyên jin dike, divê ku dewlet nehezkirnê di hundir wan de neçîne ji ber ku ew hucre di dema binçavkirnê de ji wan re welat û dewletê temsîl dike.
R.M: Roja ku ez hatim girtin rastî tacîzê hatim
Kêm jin der barê mijara destavêtinê de dixavin lê ciwana bi nave Meslemîn ku di sala 2018'an de hatibû girtin hêza wê hebû ku binpêkirina serokê zindanê aşkera bike, ew dibêje: "Tiştê ku bi min re qewimî rojane tê serê gelek jinan, ji ber vê min xwest ez vê bêdengiyê bişkînim û her tiştî aşkere bikim. Min bi riya telefona xwe dengê wî hemû qeyd kir, min dizanibû ku ez ê bi vê qeydê kiryarên wî ji her kesî re ragihînim. Şoreşê di hundir min de hêzek da avakirin ku tevî ez di nav civakake baviksalar de dijîm jî dîsa ez bêdeng nebûm û min her tiştî eşkera kir ku ev kiryarên li ser jinan werin rawestandin.
Keça ciwan Meslemîn di dawiya axaftina xwe de dibêje ku girtîgehên jinan li Tûnisê wekî hemû girtiyên din ên li welatên Ereb e, girtî rastî tundî û zilmê tên. Hemû çalakvanên mafên mirovan jin û mêr hêvî dikin ku êdî sînorek ji van kiryaran re bê dayîn.