Di Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fakulteyên nû 2

Rohan Mistefa: Bi perwerdeyek baş guherîn pêkane Hevseroka Hemangiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohan Mistefa li ser naveroka perwerda li zanîngehan didin agahiyên giring da û got: “Em xwendekarên xwe li ser hîmê civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê perwerde dikin. Derçoyên zanîngehên me jî di nava saziyên rêveberiya xweser de cîh digirin. Em ji wan jî bikevin rê dikarin berhemê perwerdeya xwe bibînin û li ser kêmaniyan bisekinin.”

Rohan Mistefa: Bi perwerdeyek baş guherîn pêkane
Hevseroka Hemangiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohan Mistefa li ser naveroka perwerda li zanîngehan didin agahiyên giring da û got: “Em xwendekarên xwe li ser hîmê civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê perwerde dikin. Derçoyên zanîngehên me jî di nava saziyên rêveberiya xweser de cîh digirin. Em ji wan jî bikevin rê dikarin berhemê perwerdeya xwe bibînin û li ser kêmaniyan bisekinin.”
ROJ HOZAN
Qamişlo - Li Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mamosta giringiyê bi nêrîna xwendekarên xwe didin û li ser nêrîna wan perwerdeya didin li ber çavan re derbas dikin. Têkildarî nirxandina pergal û rêxistina zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevseroka Hemangiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohan Mistefa di derbarê rêziknameya perwerdeya zanîngehan de nirxandinên giring kir.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiya vekirina zanîngehan
Rohan Mistefa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî pêwîstiya vekirina zanîngehan ev nirxandin kir: “Di şert û mercên şer de vekirina zanîngehan pêwîstiyek bû. Rêveberiya xweser derfeta vekirina zanîngehan da, ev jî weke encama şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Ji ber şer û aloziyê gelek kesayetên zanyar û akedemîsyen koçberî derve bûn, vê yekê bi xwe re valahiyeke mezin anî. Bi demê re ew valehî li gorî pêdiviyan hat dagirtin. Gelek xwendekarên herêmê derfetên wan tunebûn biçin li deverên derveyî herêmê xwendina xwe berdewam bikin, ji bo wê me got em vê derfetê li pêşiya ciwanên xwe vekin da ku xwendina xwe bidomînin. Armanca me ew e ku em civak û nifşeke nû li ser nirxên Neteweya Demokratîk, azadî û wekheviyê ava bikin. Bi rengekî ku tenê zanîngeh nebe akedemîk û mirovan amade bike lê belê kesayetên xwedî berpirsyarî û erk jê bên derxistin ku piştî xwendina xwe bi dawî bikin ji bo vê civakê xizmetê pêşkêş bikin. Bi vê armancê zanîngeha me ya yekem di sala 2015’an de li Herêma Efrînê hat vekirin. Di rewşeke ku Efrîn di nav dorpêçê de bû û gaveke pir mezin di aliyê hînkirina zanistê de avêt lê mixabin di 2018’an de Efrîn hat dagirkirin û di nav de jî zanîngehê pareke mezin ji van êrîşan girt. Hemû tiştên zanîngehê hatin dizîn, talankirin û xerakirin her wiha rêveber, mamoste û xwendekarên zanîngehê belav bûn.”  
Di biniya zanîngehê de fakulte û peymangehên nû
Rohan bal kişand ser fakulte û peymangehên li gorî pêdiviyên xwendevanan tên zêdekirin û wiha pêde çû: “Duyemîn zanîngeh li bajarê Qamişlo di sala 2016’an de bi beşên xwe yên weke Wêjeya Kurdî, Endezyariya Petrol- Petrokîmya û zanistên perwerdeyê bi beşên xwe weke erdnîgarî, dîrok, fizîk, kîmya-biyolojî hat vekirin. Her wiha Fakulteya Jineolojî, Peymangeha Malî û Rêveberî jî hat vekirin. Fakulteya me ya bijîşkî akedemî bû bi awayekî fermî tevlî zanîngeha Rojava bû. Me Endezyariya Avahiya Ekolojî û Peymangeha Medenî, Ragihandin û Fakulteya Zanistên Olî bi sê beşên wê (Ola Islamê, Ola Êzidayetî û Ola Xirîstiyanî) vekirin. Di sala borî de Fakulteya Mafnasî jî hat vekirin û îsal Fakulteya Mîketronîk û Komputer jî hatiye vekirin. Piştî zanîngeha Rojava li Qamişlo, di sala 2017’an de zanîngeha Kobanê hat damezrandin. Tê de gelek Fakulte weke Wêjeya Kurdî, Peymangeha Laboratuwarî û zanistên xwezayî (weke fizîkî, kîmya, biyolojîk) hatin vekirin, lê îsal wê peymangehên nû weke kehromatîk, teknîk û ragihandin lê zêde bin. Her wiha li kêleka Wêjeya Kurdî,  Wêjeya Erebî jî lê hat zêdekirin. Projeya me ya herî bingihîn, îsal me zanîngeha El-Şerq li bajarê Reqayê vekir. Ji ber piraniya şêniyên herêmên rizgarkirî Ereb in û pêwîst e zanîngeheke taybet ji bo wan jî bihata vekirin. Ji bo xwendekarên ku perwerdeya xwe bi Erebî dîtin, ev zanîngeh bi beşên xwe weke Peymangeha Wêjeya Erebî, Îngilîzî, Komputer hat pêşxistin. Her wiha li fakulteyê dersên Zanistên Perwerdeyê dê bi awayekî fermî bên dayîn. Niha xwendekar navê xwe lê tomar dikin û wê di meha pêşiya me de dest bi xwendina xwe bikin.”
Pergala perwerda zanîngehanê
Rohan li ser pergala perwerdeya zanîngehan jî ev agahî da: “Pergala zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zanîngehên derve pir cuda ye. Di asta yekem de pergala hevserokatiyê hat pêşxistin hem di rêveberiya zanîngehê de hem jî di rêveberiya fakulteyan de, der barê zanîngehan de bi biryar û nêrînên hevbeş tê birêvebirin. Ya din jî rêxistinkirina jinan di hundirê zanîngehê de pir xurt e, me Meclisa Jinan di hundirê zanîngehê de ava kiriye bi rengekî ku îradeya jinan tê de li pêş be. Li kêleka wê Meclisa Bilind a Zanîngehê heye û hin xwendekar jî weke berpirs cihê xwe tê de digrin. Her wiha Koordînasyona Bilind a Zanîngehê heye û tê de hevserokên fakulteyan, rêveberiya zanîngehê û cîgirên wan cih digrin. Di Koordînasyonê de mijarên girêdayî her fakulteyê, stratejiyên demkurt û nîqaşên bingihîn tên kirin. Her wiha stratejiyên demdirêj jî Meclisa Zanîngehê biryara wê digre bi nirxandin û nîqaşên hevbeş bi koordînasyonê re. Me xwest em van meclisan ava bikin da ku bi awayekî demokratîk û azad nêrîn û pêşniyar di wir de werin dayîn.” 
Xwestekên xwendekaran
Rohan bal kişand ser xwestekên xwendekaran, hejmar û cihgirtina wan di fakulteyan de û wiha domand: “Xwendekarên zanîngehê pir zêde dibin, destpêkê tenê ji 500 heya 600 xwendekarî hebûn êdî sal bi sal hejmar zêde dibû. Ya herî bala mirovan jî dikşîne ew e ku rêjeya jinan di tomarkirina zanîngehê de pirtir bû. Êdî ne tenê li Herêma Kobanê û Şehbayê bawernameyên Rêveberiya Xweser tên dayîn, îsal li Herêma Cizîrê bawernameya Rêveberiya Xewser bi rengekî fermî hat dayîn û rêjeya xwendekarên wê pir zêde bû. Di texmîna me de îsal zêdetirî 2500 xwendekar wê navê xwe li zanîngehê tomar bikin. Pergala me ya xwetomarkirinê jî heye di aliyê hilbijartina xwendekaran de li gorî asta wan, da ku li beşan werin belavkirin. Destpêkê herî zêde xwendekaran di Fakulteya Wêjeya Kurdî de cih digirtin, ji ber weke cara yekem bi awayekî fermî û zanistî hat vekirin. Em hemû dizanin beriya niha ziman bi rengekî veşartî dihat xwendin lê niha di zanîngehê de bi awayekî akademîk tê dayîn û heya niha jî pir daxwazên xwendina wê hene. Ya din jî xwendekar ji beşa Endezyarî û Bijîşkî hez dikin. Beşa zanistên perwerdehiyê jî pir daxwaz lê tên kirin.” 3e
Cudahiya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 
Rohan li ser cudahiya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt got: “Cudahiya zanîngehên me ji zanîngehên rejîma Baasê pir heye, yekem di aliyê pergala hevserokatiyê de ji ber ku di zanîngehên rejîmê de yek serok hebû bi nav dikirin (Emîd) nav bi tena xwe serweriyekê dide pêş. Li zanîngehên rejîmê jî meclisa xwendekaran heye lê em bi xwe jî berê di nav de bûn û bi awayekî aktîf karê xwe nedida meşandin û tenê şiklî bû. Di zanîngehên me de em pir girîngiyê didin xwendekaran, ji ber esasê zanîngehê xwendekar in û pêwîst e di zanîngehê de xwendekar erk û berpirsyariyê rakin. Em dixwazin kesayetên azad ava bikin bê tirs bi rengekî ku bi hebûna xwe hîs bikin. Di zanîngehên rejîmê de mamoste tê wane dide û diçe piştî wê xwendekar têgihîştin an na ew ji wan re ne girîng e û dawiya qonaxê ezmûn heye ew xwendekar xwendibe wê bi serkeve, ne xwendibe wê binkeve. Me di zanîngehên xwe de pergaleke alternatîf ava kir, ew jî pergala nirxandinê ye tê de xwendekar ne tenê bi riya ezmûnekê tê nirxandin, ew nirxandin bi pêvajoya qonaxê re berdewam dike bi rengekî ku ezberî tune be. Rojane şopandin heye, weke şert jî xwendekar pêwîst e li zanîngehê berdewam bike ger ev rêje pêk nehat nikare wê materyalê pêşkêş bike û mecbûr e dubara bike. Mamoste rojane bi kuwîzên di nava qonaxê de xwendekar dinirxîne. Hem tevlibûna xwendekaran di nava fêrgehê de bi hevalên xwe re em dişopînin û li aliyê din ve jî pêwendiyeke pir xurt di navbera xwendekar û mamoste de jî heye. Em têkiliyên xwe bi xwendekaran re qayîm dikin û pergala jorîn û jêrîn nadin meşandin. Rehetiyeke pir xweş di navbera rêveberî, mamoste û xwendekaran de heye. Helbet hin sînor jî hene ne ew sînorên hişk in lê belê sînorên li ser esasê rêzdayîna ji mamoste re her wiha danûstandineke xweş di navbera mamoste û  xwendekaran de hebe û pêwîstiyên heyî bi rêveberiya xwe re parve bike.”  
Di zanîngehê de rêxistina jinên ciwan
Rohan behsa rêxistina jinan di hundirê zanîngehê de kir û wiha dirêjî da gotina xwe: “Cara yekem li Sûriyeyê jin xwedî rêxistineke serbixwe ne di zanîngehê de. Jin xwedî hebûneke cuda ye di asta xwendina bilind û mamostehiyê de, rêxistina jinan di zanîngehê de û hebûna wê di cihê biryarê de cudahiyeke pir balkêş ji bo me datîne holê. Li ser vê esasê jî Fakulteya Zanista Jineolojî li ser asta tevahî cîhanê cara yekê di zanîngehan de tê dayîn. Em heya niha jî dibêjin zehmetiyên me di aliyê peydakirina mamosteyên di asta mastir de hebûn lê bi demê re me ev yek derbas kir ji ber hemû mamosteyên me ji destpêkê de bi daxwaz bûn. Niha jî em dixwazin beşa xwendina bilind bi pêş bixin da ku xwendekarên ji zanîngehê derdiçin xwendina xwe berdewam bikin û asta zanîngehê ya akedemîk bilind bikin.” 
Rohan asta qubûlkirina civakê ji zanîngehên Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û wiha pêde çû: “Dema me zanîngeh vekirin ne ku baweriya civakê nebû lê hê civak ne di ferqa wê rewşê de bûn. Bi demê re êdî daxwazên pêşxistina zanîngeheke Kurdî pir bi pêş ketin û xwendekar bi coşeke mezin tevli zanîngeha xwe bûn. Em her çiqas bêjin jî lê her ew pirs di mêjiyê civaka me de cih digre ku pêşeroja vê zanîngehê çi ye? Her çiqas zanîngeh asta xwe bilind bike jî êdî civak jî baweriya xwe pê tîne. Civak jî digihîje wê baweriyê ku pêşeroja zarokên wan di zanîngehê de ye. Hewldanên me hene em têkiliyên xwe bi zanîngehên derve re xurt bikin û qebûlkirineke li ser asta cîhanî qezenc bikin û di vê der barê de gelek hevpeymanên me bi zanîngehan re hatin îmzekirin.”  
Pîvanên qebûlkirina zanîngehê 
Her zanîngehek xwedî pîvanên bingehîn e ji bo qebûlkirina xwendekaran. Têkildarî vê yekê Rohan Mistefa pîvanên qebûlkirina di zanîngehê de diyar kir û wiha got: “Her zanîngehek xwedî pîvanên bingehîn e da ku xwendekaran qebûl bike, jixwe zanîngehên li herêmên me jî xwedî pîvanên bingehîn in û ev tiştekî xwezayî ye. Destpêkê dema xwendekar tên xwe tomar dikin em ji wan re şîrove dikin ku piştî tomarkirinê ezmûnek heye, ew ezmûn asta xwendekaran diyar dike ka di kîjan beşî de dikare cih bigre êdî em wê diyar dikin. Piştî wê em rêjeyekê ji bawernameya xwendekar a amadehî komî hev dikin û berê xwendekar didin beşa ku jê re derdikeve. Êdî xwendekar bi xwe beşa xwe hildibjêre û piştî demekê em qebûlkirina wî/ê jê re radighînin. Em dixwazin xwendekarên me bi rehetî daxwazên xwe bînin ziman û em jî pê re alîkar bin. Jixwe ji bo zanîngehê salek amadehî me amade kiriye û ji bo peymangehê jî me qonaxek amade kiriye yanî bi qasî nîv salê. Em bingehê destpêkê ji şagirtan re datînin piştî ku di ezmûna wê de bi ser dikeve em dibêjin êdî hûn dikarin di beşa xwe de xwendina xwe berdewam bikin. Li gorî fakulteyan jî salên xwendina di zanîngehê de hatina diyarkirin ji 4 heya 5 salan û hin beş jî hene 6 sal in. Peymangeh jî 2 sal in û nîv sal jî qonaxa amadehî lê hatiye zêdekirin.”
Rohan pilansaziya zanîngehê ya demên pêş eşkere kir û wiha bi dawî kir: “Weke zanîngeh staratejiyeke me heye, her sal çiqas em dikarin derfetan ji xwendekaran re vekin û fakulteyan lê zêde bikin. Jixwe zanîngeh bê pere ye û heya ji me tê em derfetên xwebicihkirinê ji xwendekarên deverên din re dibînin. Ya din jî projeyek di plana me de ye hemû fakulteyên me li gel hev bin. Ev zanîngeh ên xwendekarên me ne, deriyê me ji hemû xwendekaran re vekiriye û ez serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Sibê: Nêrînên xwendekarên zanîngehê di derbarê perwerdê de.