Bîra binhişiya civakî dengbêjî (3)

Ji Radyoya Êrîvanê dengê Fatma Îsa Stranên dengbêjan her dem bi dengê wan ê nazenîn dijî. Stranên Fatma Îsa hemû jiyanî ne, ji ber wê wateya hemû dem û dewranan digirin nava xwe û bi hezkirin tên guhdarîkirin.

Ji Radyoya Êrîvanê dengê Fatma Îsa 

Stranên dengbêjan her dem bi dengê wan ê nazenîn dijî. Stranên Fatma Îsa hemû jiyanî ne, ji ber wê wateya hemû dem û dewranan digirin nava xwe û bi hezkirin tên guhdarîkirin.  
Navenda Nûçeyan - Fatma Îsa 1934’an li gundê Erezgin ê Azerbaycanê di nava malbatek xwedî çanda kurdewariyê de hatiye dinê. Di temenê sê salî de malbata wê ji Azarbaycanê koçî Ermenistanê kiriye û li gundê Hamzalî yê Ermenistanê bi cih bûye. Kok û çanda malbata wê ya dewlemend ku tu koç û koçberiyan nekarî wan ji resenbûna çanda herêmê dûr bixe ji bo wê dibistan bi xwe bû. Di werçerxanê de timî bedêlên kurdbûnê giran hatine dayîn. Hinek caran koçberî, hinek caran li ser erdê xwe tundî û îşkence bûye. Ligel hemû zordariyan jî şopên dîrokê, di binhişê wan de kûr bûye û bi wê jiyane. Malbata Fatmayê jî weke perkirenga zozanan gelek war guherîne lê tiştek ji bîra xwe ya civakî kêm nekirine û bi tevahî bi xwe re gerandine. Kurd li ser rêwîtiyên demdirêj bi tirs nêzî çandên derve bûne û wekî pergala parastinê, zarokên xwe biçûk zewicandine. Fatma jî 14 salî bi zora malbatê tê zewicandin. Zoriyên zewaca temenê biçûk û penaberî hîn zêdetir hêzê dide dengê wê yê zelal û ber bi rêwîtiya dengbêjiyê ve diherikîne.   
Di nava civata jinan de dengê Fatmayê
Bêyî xwendina dibistana muzîkê bi xwe distire û dengê xwe perwerde dike. Bi hewldanên Fatmayê dengê wê yê zelal tê bihîstin û navdar dibe. Ji ber ku wê demê stranbêjiya jinan guneh dihat dîtin, Fatmayê tenê di nava dîwanên jinan de stran gotine. Piraniya şevan, dema ku cîran hemû li baxçeyê malekê li dora semawera çay kom dibûn, li ber çaya teze û dengê Fatmayê karên hunerî bi destên xwe çêdikirin. Di navberan de jî sohbetên li ser jiyana rojane germ dibûn heya derengiya şevê. Her şeva diçû mêvanên sohbeta wan zêde dibûn û jinên derdorê zêdetir lê kom dibûn. Dengê Fatmayê bi roj jî dibû mijara axaftinê ji bo jinan û timî ji hev re qala dengê wê dikirin.   
Di sala 1972’an de xebatkarên Radyoya Êrîvanê hewl didan jinên stranbêj bibînin û dengê wan di radyoyê de biweşînin. Dengbêj Fatma jî dema dibihîse lêgerînek wiha heye, bi rêya birayê xwe hewl dide xwe digihîne radyoyê. Ji derveyî dengbêjiyê xwe di xebatên dinê yên radyoyê de bi pêş dixe û kedek mezin dide. Mîna Sûsika Simo û Zadina Şekir dengê bi hêz ê Fatma Îsa jî digihîje her devera kurd lê dijîn.
Tenê carekê dengê Fatmayê ketiye bin qeydan
Di nava demek kin de rêveberên radyoyê Fatmayê vedixwînin navenda radyoyê û li wê stranên ‘De miho, dîna min, şerê reya beşer, gedê mîrzo û Derwêşê Evdî’ jî di nav de gelek kilaman dibêje û ew tên qeydkirin. Bi taybetî kilama ‘De Miho’ di dilê hemû kurdan de cihekî girîng digire.
Rastiya kilama de Miho 
Kilama ‘de Miho’ evîna keça mîrek kurdan ê bi navê Tellî û lawikê xizan Miho vedibêje. Di kilamê de keçik hezkirina xwe ya ji bo Miho bi bendek vehonandî tîne ziman. Fatma di vê kilamê de newekheviya civakî ya wê demê rave dike. 
Fatma tenê carekê di radyoyê de ev kilam gotiye û ketiye bin qeydan. Ev jî têr dike ku stranên wê bikevin nava klasîkên kurdî û her dem bên guhdarîkirin. 
Piştî belavbûna Sovyetê careke din Fatma li gel malbata xwe ji Ermenistanê jî tê koçberkirin. Wê demê Fatma û malbata xwe jî di navê de 50 hezar kurd ji Ermenistanê sirgûnî herêma Krasnodarê dibin. Di nav gel de Fatma xwedî ciheke girîng ê rêzdariyê bû.
15’ê kanûna 2010’an Fatma li Ermenistanê ji nava stêrkên hunera kurdî koç dike. Fatma bi stranên xwe yên weke ‘De Miho, dîna min, şerê rêya beşer û gedê Mîrzo’ di nava cîhana hunerê de dibe xwedî cihek ebedî.
Sibê: Dengbêj Zadîna Şakir a ku navê wê li seranserî Yekîtiya Sovyetê belav bûye.