Kokên Astarteyê li Mezopotamyayê ne (5)

Xwedawend Savuşka hem temsîliyeta jin hem jî ya zilaman dike Jinên vê heqîqetê di xwe û di nasnameyên xwe de dihewînin mora xwe li serdemên şaristaniyê dane û weke rehên di koka şaristaniya demokratîk de karibûne hebûna xwe weke nasname bi awayê serkeftî bijîn û bidomînin.

Xwedawend Savuşka hem temsîliyeta jin hem jî ya zilaman dike

Jinên vê heqîqetê di xwe û di nasnameyên xwe de dihewînin mora xwe li serdemên şaristaniyê dane û weke rehên di koka şaristaniya demokratîk de karibûne hebûna xwe weke nasname bi awayê serkeftî bijîn û bidomînin.
Navenda nûçeyan-Gavek wêdetir şopên çanda xwedawendiyê ya herî şareza li Serêkaniyê ji şaristaniya Mîtaniyan re malovanî kiriye; gelo hûn dizanin xwedawenda nûnera sereke ya şer, eşq û bereketê Savuşka (Sauska-Savuşka) şopa xwe ji paşerojê heta îro li van deveran dihewîne-?
Tê payîn ku li herêmên çanda neolotîk li wan bi bandor e, temsîliyeteke xurt û girîng a baweriyê dane avakirin.
Li gorî hin çavkaniyan li Misir û Mezopotamyayê navên herî tên zanîn ên weke Îştar, Înanna û Îsîs prototîpa wan a resen Savuşka ye.
Taybetmendiya herî mezin a Savuşka ku wekî temsîliyeta şer, bereket û eşqê dike di hin peykeran de carna weke zilam carna jî weke jin tê teswîrkirin. Ev di çanda xwedawendan de dikare weke wekheviya cînsan were şîrovekirin.
Mîtaniyan, di navbera salên B.Z 1500 û B.Z 1300’an de hukum kirine, paytexta wana roja me ya îro di nava sînorên bakur rojhilatê Sûriyeyê, Serêkaniyê bi navê xwe yê wê demê şaristaniya bajarê Waşokanî ye.
Gel ji Hûriyan pêk tê, di pergala baweriya Mîtaniyan de pir xwedawendî û Keybanû hene. Lê belê çavkaniya ku van hemû çandan têr dike Savuşka ye.
Savuşka xwedawendeke ku koka xwe ji Hûriyan digre ye û tê rîwayetkirin ku xwişka xwedayê hewayê Teşûp e.
Savuşka B.Z di sedsala 15’an de bi bandor e li gel remza bereketê bi çekan jî tê teswîrkirin û temsîla hêza şer jî dike. Li gorî tê payîn, dema baweriya Savuşka ya bi hêz rastî dema dewleta Mîtaniyan a bilindbûnê ye û ev şaristanî Savuşka ji xwe re wekî xwedawenda sereke hilbijartiye.
Di kevalên vê demê de artêşa Mîtaniyan beriya ku biçe şer di perestgeha Savuşka de ji bo hêz û qewetê bide wan ji bo Savuşka dema dua dikin hatine teswîrkirin.
Di peykerên wê demê de Savuşka dema bereketê temsîl dike bi cil û bergên jinan, dema temsîla şer dike jî bi cil û bergê zilam tê dîtin.
Piştî Mîtaniyan, li bakur rojhilatê Sûriyeyê bajarê Hesekê nêzî bajarê kevnar Sîkanê ku malovaniyê ji Akadiyan re kiriye, di destpêka sedsala 20’an de di encamên erdkolanên van deveran de peykerên Savuşka hatine peydakirin lê ev peyker revandine birine Amerîkayê
Bi demê re tê dîtin ku Savuşka li ser Mezopotamya jorîn û şaristaniya Hîtîtiyan jî bandor kiriye ku ev di peykerên perestgehên wê demê de tên dîtin.
Savuşka li gel Mîtanî, Hûrî û Hîtîtiyan jî xwedawenda ku di rêza yekem de, jê re qurbanî tê dayîn e. Navê wê weke “Keça ezman û çolteran” di nava nivîsên wê demê de derbas dibe.
Li başûr rojavayê Kurdistanê di serî de li bajarê Meletî, Mereş û gelek bajarên din, di encama erdkolanan de rastî gelek teswîr û peykerên Savuşka hatine.
Li gorî teswîrkirina perestgeha tehtên nivîskî ya Hîtîtiyan, Savuşka, weke du bask, fîstaneke di kêlekê de lingê wê vekirî, komikeke yên xweda didin serê xwe û guharên girover di guhê wê de ye. Li pişt serê wê keziyeke hûnandî di şiklê porê wê de hatiye çêkirin. Ev şiklê por tenê yê xwedawendan e.
Arkeolog Volkert Haas, li gelek herêmên cur bi cur bermahiyên aydê Savuşka yên derketine wiha şîrove dike: “Wekî stêrka şevê însan, di warê pirbûna cînsî ya nebat û lawiran de weke xwedawendeke berpirsyar xwedawendeke nîv aciz û nêr e. Weke xwedawenda şer bi çek tê teswîrkirin; dema bi sifetê eşqê tê teswîrkirin jî bi gelek şêweyên cuda û tazî hatiye nîşandan. Şavuşka di nava xweda û xwedawendên Misir û Hûriyan de ji bo qurbandayînê di rêzên cuda cuda de tê destnîşankirin. Di nava çanda Şavuşka ya şervan û şerker de topuz, merasim û bivirên şer, zirx, oktan, tîr û kevan ji perestgeha wê re tên dayîn. Ji bo aliyê xwedawend a mê jî memikên ji zêr û yên weke wan ji perestgehê re tên dayîn.”
Dr Liny Srinivasan jî di nîvîsa xwe ya lêkolînê de bi sergotara “Xwedawenda Waşokanî ya Hûriyan Savuşka” de wiha dibêje. “Sauska, ji bo Hîttît û Mîtaniyan heta radeya dawî girîng bû. Ji bilî vê Fîrewnên Misrê jî ji Sauska re gelek rêz digirtin. Herî kêm du nameyên qralên Mîtaniyan ên ji bo Misrê hatine şandin de behsa Sauska tê kirin. Qralê Mîtaniyan Tushratta, dema keça xwe Taduhepa ji bo bide zewicandin dişîne Misrê, pê re du peykerên Sauska jî dişîne. Li welatê Sauska, Mîtaniyan bi demê re baweriya Sauska tune bû lê li Misirê hê jî ew peykerên wê tên parastin.”
Dîrokzan Patrîcîa Monaghan jî “qralên Mezopotamya-anatoliya yê ji Sauska re xizmet kirin û bi riya xewna, pêşbîniyê û bi rêka oxira jinên dîndar ên navbeynkar emir dikir.”