Bîra binhişiya civakî dengbêjî (2)

Dengê Sûsika Simo li Meydana Sor bilind dibû Dengbêja kurd Sûsika Simo ji dika Meydana Sor a Yekîtiya Sovyetê heta Radyoya Êrîvanê li gelek deveran bi dengê xwe yê bedew stranên kurdî û ermenî gotiye. Di nava demek kin de sînorên Êrîvanê derbas kiriye dengê xwe gihandiye kurdên li her devera cîhanê.

Dengê Sûsika Simo li Meydana Sor bilind dibû
Dengbêja kurd Sûsika Simo ji dika Meydana Sor a Yekîtiya Sovyetê heta Radyoya Êrîvanê li gelek deveran bi dengê xwe yê bedew stranên kurdî û ermenî gotiye. Di nava demek kin de sînorên Êrîvanê derbas kiriye dengê xwe gihandiye kurdên li her devera cîhanê.
Navenda Nûçeyan - Sûsika Simo di sala 1925’an de, li gundê Mîrekê ya ser bi Elegezê ku girêdayî Ahbaranê ye, di nava malbatek penaber a kurdên êzidî de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Hê biçuk malbata wê koçî Gumrûyê dikin û li wê dest bi xwendina dibistanê dike. Sûsika Simo, ya ku li Yekîtiya Sovyetê hatî dinê û mezin bûyî fakulteya tibê xwendiye û demekê di nexweşxanên Gurcîstanê de xebitiye. Her çendî kêfa wê ji karê wê yê tenduristiyê re dihat û nexweş jê razîbûn jî nedikarî xwe bi tevahî bide karê xwe. Di hindirê wê de awazek hebû her dem dixwest derkeve derê û xwe bide guhdarkirin. Piştî demekê awaza ku di hindirê wê de lêdiket wê ber bi hunera dengbêjiyê ve dibe. Li gel tundiyên civakî yên fewdal jî ew li peyî dengê xwe diçe. Sala 1946’an di temenê 21 salî de derdikeve dikê, bi kurdî û ermenî distire. 
Dengê Sûsika Simo li Meydana Sor bilind dibû
Heskirina wê ya dengbêjiyê û xwebawerbûna wê ya ser dikê zu wê digihîne û tê nasîn. Xebatkarên Radyoya Êvîranê daxwaz dikin ku li gel wan bixebite. Ew jî dipejirîne û sala 1955’an di radyoyê de dest bi xebatên dengbêjiyê dike. Di bernameyên çandê yên radyoyê de mîrê bilurê Egîdê Cimo li bilurê dixist û bere jî Susika Simo dengbêjî digot. Ew ahenga dengê wê dema bi awazên bilura Egîdê Cimo dibû yek wateyek cuda li hunerê zêde dikir. Ev xebata wan di nava kurdan de heskirinek mezin dide çêkirin. Wê pêvajoyê stranên weke Evdalê Zeynikê û xerîb bilbil jî di navê de gelek stran li ber dengê bilurê gotiye. Gelek caran dema welatiyên herêmê li Meydana Sor kombûne Sûsika Simo derketiye dikê û stran gotiye. Heta pêvajoya sala 1965’an êdî di dengbêjiyê de gelek pêş dikeve û bi fermî weke dengbêja sosyalîzmê tê pejirandin. 
Ew aşiqê werzîşvanek ermeni yê bi navê Kûlya Neftalyan dibe û pêre dizewice. Ji ber bi ciwanek ne ji nijad û baweriya xwe re dizewice, di nava civakê de dibe sedema nerazîbûnan, lê guh nade ji xwe berê de ji bo dengê xwe serî rakiriye, niha jî ji bo heskirina xwe. Di wê demê de bi Egîdê Cimo û hevjînê xwe Kûlya Neftalyan re dixebitî. Ne tenê li Ermenîstan ê, di heman demê de li Gûrcîstan û bi gelemperî jî li welatên Sovyetê wek stêrkekê dibiriqî. Hevjînê wê Kûlya Neftalyan di gelek mijaran de jêre bû alîkar. Bi hev re beştarî bernameyan dibin, derdikevin ser dîkê û stranan davêjin ber hev. Zarokên wan çênebûne û hemû temenê xwe dane pêşdebirina hunerê.  
“Gula govendê”
Li Ermenîstanê pêşengî ji xebata performansa deng û hunera gelên cihê li dika Flarmonyayê dike. Dema derdiket dikê cilên kurdewarî li xwe dikir û kofiyek xweşik girêdida. Du koman ava dike, bi şêweyê opera û bale hunera xwe pêşkêş dikin. Di heman demê de bi komên şanoyê ên Elegezê re jî dixebitî, beriya şanoyê an jî piştî wê derdiket dikê û dengbêjî digot. Bi dengbêjiya xwe çanda kurdî bi gelên Qafqasyayê dida nasîn. Bi dehan awazên ku xwandibûn vegerand muzîka kilasînên kurdî. Bi huner û dengê xwe sînor derbas kir û xwe gihand dilê bi mîlyonan. Li gel dengbêjiyê ji govendê jî hez dikir û reqsek gelek bedew dikir. Ji ber reqsa wê ya delal jêre ‘gula govendê’ gotine.
“Sûsika me”
Bi bedewiya dengê xwe yê bi kêf û kelecan gelek caran ketiye ber pênûsa nivîskaran û nivîs li ser hatine nivîsîn. Nivîskarê kurd Wezîrê Eşo jî di rojnama Rêya Teze de bi navê “Sûsika me” nivîsek ser nivîsiye û di nivîsê de bedewiya dengê wê aniye ziman. Çend rêzikên nivîsê wihane; “wê wek jineke kevneşop xeyal nekin. Performansa ku li ser dikê raber dike û sekna wê bi xwe re heyrantiyek mezin dide avakirin. Bitaybetî jî di aliyê muzîkê de gelek xwe gelek pêşxistiye.  Dema ku stranên bijare hildibijêre û bigiyana demê re digihîne hev, ne tenê radyoya Êrîwanê, di demek kin de li Qefqasan jî bi nav û deng bûye. Ji xwe Sûsika Simo beriya radyoya Êrîwanê jî hebû û dê her hebe...”
Di sala 1977’an de çavên xwe li jiyanê digire û li Gumrûyê dispêrin axê. Li pey xwe cilên bi motîfên kurdî hatîn xemilandin, stran û awazên watedar hêla. 
Deng, huner û nêzikatiya wê a çandî hişt ku di demeke kin de ne tenê li welatên Sovyetê bi rêya radyoya Êrîvanê sînoran derbas bike û xwe bigihîne kurdên li her aliyê cîhan ê. Yek ji kilamên wê ya herî pê hatiye nasîn jî mizgîniya hatina Şoreşa Cotmehê û ragihandina sosyalîzmê ya bi navê ‘Lenînê Mezin’ bû.
Sibê: Ji Radyoya Êrîvanê dengê Fatma Îsa gihaye her devera kurd lê dijîn.