Kokên Astarteyê li Mezopotamyayê ne (8)

xwedawend Hepat û keça wê Puduhepa ya ji şaristaniya Behra Spî re bûye îlham Yek ji cihên li Mezopotamya jorîn ku ji mirovahiyê re dergûşî kiriye, di dawiya kevana zêrîn de bi axa xwe ya bi bereket û tava xwe jî Efrîn e. Gelo hûn dizanin bi pergala xwe ya bi nasnameya jinan, ji şaristaniya Toros-Behra Spî re bûye îlham?

xwedawend Hepat û keça wê Puduhepa ya ji şaristaniya Behra Spî re bûye îlham

Yek ji cihên li Mezopotamya jorîn ku ji mirovahiyê re dergûşî kiriye, di dawiya kevana zêrîn de bi axa xwe ya bi bereket û tava xwe jî Efrîn e. Gelo hûn dizanin bi pergala xwe ya bi nasnameya jinan, ji şaristaniya  Toros-Behra Spî re bûye îlham?

 Navenda Nûçeyan- Efrîna ku ji şaristaniya Hûrî-Mîtaniyan re malovanî kiriye bi serweriya çanda neolîtîk xwedawenda rojê Hepat û keça wê bi çandbûyîna pergala xwedawendiyê, xwedî ciheke gelek mezin û bi bandor welatê Puduhepa ye.
Werin em bi hev re dîroka “xwedawenda erd û ezman” Hepat û keça wê ya ku ev çand hilgirtiye bixwînin. Çavkaniyên pir kêm ên dîrokî der barê wan de hene lê dîsa jî em bi hev re li van agahiyan binêrin.
Pergala baweriyê, li ser eksenê xwedawendiyê li Mezopotamya jêrîn Îştar, Înanna û li Zagrosan Nînhursag-Tîamat dane berdewamkirin. Di dîroka nêz de li Mezopotamya jorîn dawiya kevana zêrîn di aliyê wê yê rojava de bi Hepat hebûna xwe berdewam dike.
Weke xwedawenda rojê ya şaristaniya Hûriyan, li tevahî erdnîgariyê bandor kir. Li rojavayê Firatê, ji sînorê Behra Spî heta başûr rojavayê Kurdistanê û anatolyayê bandor kir. Navê wê yê din jî wekî ‘Arînna’ di dîrokê de derbas dibe. Baweriya Hepat bi taybetî, ji şaristaniya Behra Spî heta dewletên bajaran û mîtolojiyên Yunaniyan bandoreke gelek mezin li wan kiriye. Bi qasî tê payîn Hepat di mîtolojiya Yunanan de wekî hevjîna xweda Zeus Hera tê teswîrkirin.
Navê herî zêde di çanda bingehîn a civaka neolotîk de Hepat e, di heman demê de di nava civatên çanda aryenî  de di baweriya Hûrî û Mîtaniyan de cih girt li bakur rojhilatê Sûriyeyê li derdora bajarê Amûdê bajarê ku ji aliyê Hûri û Mîtaniyan ve hatiye avakirin li gorî nivîsên Hepatê xwedî cihek girîng e.
Roja me ya îro rehê berxwedêr ê jinên başûr rojavayê Kurdistanê û ji aliyê çandî ve şopên rîtûelên jinan, bêgueman ên ji van deman mane ne. Baweriya pîrozdîtina Rojê û rabûna her sibeh beriya derketina rojê, wê bereketê bîne. Ev yek ji şîfreyên baweriya çanda Hepat re rêzdayînê îfade dike.
Der barê Hepat de çavkaniyên dîrokî gelek kêm in. Li gorî tê zanîn û bawerî pê heye ku Hepat ji Behra Spî heta Lubnan û roja me ya îro li rojavayê Sûriye û li Rojava, bakurê Kurdistanê re derbas dibe diçe Anatolyayê û ji van deveran derbasî şaristaniya Hîtîtiyan dibe xwedî pergaleke gelek berfireh e. Di kevalên nivîskî de weke “ Xwedawenda erd û esman” temsîliyeta bereketê dike.
Di pirtûkên dîrokî de weke xwedawenda Hûriyan behsa wê tê kirin lê der barê Hepatê de agahiyên rast û berfireh di nava çavkaniyên Hîtîtiyan de hene.
Şaristaniya Hûriyan B.Z ji 3.000 sal pê de, Sûmer, Akad, Hîtît, Ugarît û di çavkaniyên Misrê de li gorî agahiyên heyî, Mezopotamya û herêmên derdora Dîcleya jorîn şaristaniyeke li ser hukum maye. Ji aliyê dîrokzanan ve Hûrî weke bapîr û dapîrên Kurdan tên qebûlkirin. B.Z. heta sedsala 7’an hebûna xwe berdewam kirine.
Di dewlet û bajarên ku Hîtîtiyan dane avakirin de şopên Hepatê hene. Piştî ku bandora Şaristaniya Hûriyan winda dibe, bandora pergala baweriya Hepatê li ser Hîtîtiyan tê dîtin. Bandora şaristaniya Hûriyan a li ser şaristaniya Hîtîtiyan bi rêya pergala baweriya Hepatê çêdibe.
Li gorî şîroveyên dîrokzanan, Hepat; kralê Hîtîtê û xwedayê bahozê Teşup piştî dikeve panteonê Hepat weke hevjîna wî hatiye pênasekirin. Lê ji ber ku Hepat hê di dema xwe ya bi hêz de ye weke “Xwedawenda erd û ezman” temsîliya bereketê ye.
Hepat di heman demê de weke “parêzvana artêşan” jî tê bibîranîn. Hepat demeke dirêj di nava baweriya xwedawendiyê de hebûna xwe karibûye berdewam bike.
B.Z di sedsala 13’an de melîkeya Hîtîtê Puduhepa xwe weke keç û xizmetkara xwedawend Hepat îlan dike.
Di zimanê Hîtîtiyan de ji melîkeyan re ‘Tavananna’  tê gotin ku Puduheba bi vî awayî dihat gazîkirin ango navê Puduhepa bi zimanê Hûrî ye. Pudu weke peyveke Hûrî hê koka wê û wateya wê nayê zanîn, Hepat jî weke xwedawenda esasî û ya yekemîn a Hûriyan ji Hepat tê.
Li gorî hin dîrokzanan, Puduhepa weke ezîzeyeke xwedawend Hepat a di perestgehê de bûye.
Puduhepa, li Kîzzuwatna (roja me ya îro herêma Efrînê, Hatay û Edene ye) kevalên nivîskî yên ol û bawerî, çanda Hûriyan kopya dike û ji van kevalan pirtûkxaneyek taybet dide avakirin.
Dibe ku cara yekem li gorî nûneriya wekhev bi hevjînê xwe re welatê xwe rêve biriye û hiştiye ku çanda xwedawendiyê berdewam bike. Kevalên nivîskî û peykerên der barê Puduhepa de li muzeya neteweyî ya Sûriyeyê û li muzeya Edeneyê ne. Herî dawî di sala 2016’an de mohra Puduhepa ya erêkirina biryaran a rêveberiya wê hatiye peydakirin. 
Kîzzuwatna û dewletên Mîtaniyan, piştî sedsala 12’emîn B.Z. li welatên cîhana rojava yên binemalên Aryenî gelên koçberên behra Egeyê nêzî 500 salan desthilatdariya xwe ya siyasî domandine.
Ji ber vê, navê gelek cihên herêmê Efrîn jî tê de navê herêmî xwedî bingehên etîmolojiya Aryenî ya rojhilat in.
Roja me ya îro di serî de ji Efrînê, heta Behra Spî navên herêmên li ser vê xetê mê ne, hema bêje li van deveran bermahiyên dîrokî yên hatine derxistin şopên xwedawendan ên hatine dîtin, dikare weke teyîsandina mîrasê Hepat û keça wê Puduhepa were pênasekirin.