Şoreşa Îspanyayê û Rêxistina Jinên Azad -6

Fermandara şerê serxwebûna Îrlandayê Constance Markievicz Pêşenga Serhildana Paskalyayê ku wekî şerê barîkat û xendekan tê zanîn bang li hevalê xwe yê zarokatiyê ku di heman barîkat û xendekan de bi hev re şer dikirin re dikir û digot, ‘…rabe, ji min vêxistina meşaleya raperînê bixwaze…”

Fermandara şerê serxwebûna Îrlandayê Constance Markievicz
Pêşenga Serhildana Paskalyayê ku wekî şerê barîkat û xendekan tê zanîn bang li hevalê xwe yê zarokatiyê ku di heman barîkat û xendekan de bi hev re şer dikirin re dikir û digot, ‘…rabe, ji min vêxistina meşaleya raperînê bixwaze…”
Navenda Nûçeyan – Şêre jina hunermend, siyasetmedar, sosyalîst û şervana li ser xendekên şerê serxwebûna Îrlandayê Constance Markîevîcz. Ew fermandara jinên li pişt barîkat û xendekan şer dikirin, jinên birîndar  derman dikirin û yên agahî berhev dikirin bû. Ewan di nava ahengek hevsengiyê de peywira xwe ya dîrokê bi cih dianîn û dibûn hêviyên pêşeroja jinan. Dîrokê Constance û xwişkên wê yên li pişt xendekan ku teslîmiyet nepejirandin û şer kirin bi navê ‘Jinên 1916’an’ nivîsand. Wê bi sekna xwe ya bi heybet bersivek zelal da rayedarên Brîtanyayê yên jê re digotin “Ji ber tu jin î em ê te darve nekin” û got: “Min hêvî dikir ku tîma we di zerafeta ku karibûya min gulebaran kiribûna de bûya…”
Ji serhildana jinan ber bi îlana Komara Îrlandayê ve
Di Serhildana Paskalyayê ya di 1916’an de dest pê kir de jinên têkoşîna mafê bikaranîna deng û wekheviyê didan, li hemberî êrîşên leşkerên Brîtaniyayê di bin fermandariya Constance Markîevîcz de barîkat danîn, xendek kolan û yekîneyên parastina cewherî ava kirin. Jinên ku li pişt xendek û barîkatan teslîmiyet qebûl nekirin û li ber xwe didan, weke ‘Jinên 1916’an’ di rûpelên dîrokê de hatin nivîsandin. Serhildan weke encam bi xwe re “Îlana Komara Îrlandayê” ku makezogoneke xwedî taybetmendiya yekemîn a mafên jinan nas dike anî.
Di serhildanê de Constance hat girtin û bi darvekirinê hat cezakirin. Rayedarên îngilizan gotin: “Ji ber tu jin î tu yê neyê darvekirin”, Constance jî bi serbilindî û cesaretek mezin li nava çavên wan nihêrî û got: “Min hêvî dikir ku tîma we xwedî zerafeteke li min bidin û min gulebaran kiribûna bûya...”
Wênesaza xwezayê
Constance, sala 1868’an di nava malbatek dewlemend a îrlandî de li welatek mêtingerkirî hatiye dinê. Wê demê Îrlanda di bin desthilatdariya Brîtanyayê de bû. Ji ber hezkirina xwe ya hunerê berê xwe daye Londrayê û li wê di Slade Schoolê de hunera xwe bi pêş xistiye. Sala 1898’an jî li dibistana Julîan a Parîsê xwendina xwe domandiye. Di sala 1903’an de vedigere welatê xwe Îrlandayê û li Dûblînê di beşa hunerê de bi navê wênesaza xwezayê hat nasîn. Ji ber mereqa xwe ya xwezayê û hîn zêdetir bi bedewiya xwezayê re bibe yek sala 1906’an li cihek çolter hinek derveyî bajarê Dûblînê bi cih dibe. Mala ku kirê dike û tê de rûdinê, beriya wê helbestvanê fikra wî girêdayî serxwebûnê yê bi navê Padraîc Colum lê jiyaye. Constance helbestên wî dixwîne û pê bi bandor dibe. Xwendina van helbestan berê wê ji dîmenên xwezayê vedigerînin ser şerê serxwebûnê. Di jiyana wê de guherîna herî mezin bi xwendina helbestan çêbûye. Ji wênesaziya gul û kulîlkan ber bi fermandariya şerê serxwebûnê ve rêwîtiyek nû da destpêkirin. Sala 1908’an dikeve nava xebatên siyaseta serxwebûna Îrlandayê. Paşê jî dikeve nava xebatên tevgerên jinan ên Sînn Fêîn û Inghinidhe na herann.
‘Serxwebûn encax bi serhildana çekdarî gengaz e’
Constance, di sala 1909’an de nêrîna ‘serxwebûn encax bi serhildana çekdarî gengaz e’ esas girt û saziya perwerdeyê ya Fîanna Êireann ku perwerdeya çek û teorî dida jinên îrlandayî ava kir. Fîanna Êireann bi qasî saziya Dildarên Îrlandayê ya sala 1913’an girîng bûye. Her çendî bi pêşengiya Constance jinan çar sal beriya giştî xwe birêxistin û perwerde kiribin jî keda wan nayê dîtin û navê wan winda ye. Avakirina Dildarên Îrlandayê wekî amadekariya serhildana çekdarî ya Îrlandayê ku yekemîn yekîneyên gerîla hatin avakirin tê zanîn. Ji ber dîrok ji aliyê mêran û serdestan ve tê nivîsîn, ji bo wê jî xebatên jinan tê de nayên dîtin. 
Constance û jinên pê re, sala 1911’an dema Qralê Brîtanyayê bajarê Dûblînê ziyaret dike, xwepêşandanek pir mezin li dar dixin û bi hinceta “pencere şikandine û aramiya kolanan xira kirine” tên girtin. Di sala 1913’an de rêxistina ji bo parastina mafê berxwedêran û 20 hezar karkerên sendîkayan ên bi mehan çalakiya wan domiya biparêze ava kir. Constance û rêhevalên xwe di metbexên ku li bajarê Dûblînê hatibûn avakirin de ji karkerên li ber xwe didan re xwarin çêdikirin. Wê modela kincên leşkerî ya artêşê danî û sirûda artêşê nivîsand.
Serhildana Paskalyayê
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn nîsana 1916’an di Îrlandaya ku êdî nêrîna serxwebûnê lê mezin bibû, li bajarê Dûblînê amadekariya ji bo serhildana ku wê di cejna Paskalyayê de pêk hatibûya, temam kirin. Bi pêşengiya Bratiya Komerevanên Îrlandayê hêzên jinan ên bi navê Fîanna Êirean, hêza mêran a bi navê Dildarên Îrlandayê yekîneyên parastina karkeran û ketîbeya Artêşa Hemwelatiyên Îrlandayê li hev civiyan û Artêşa Komara Îrlanda ava kirin. Bi destpêkirina cejna Paskalyayê re serhildanan jî dest pê kir. Bi “Îlana Komara Îrlandayê” re, xalên wekî jin û mêr xwedî heman mafî bin, jin jî wê di hilbijartinan de bibin xwedî deng û dengê xwe bi kar bînin, hatin erêkirin.
Constnce û xwişka wê Eva jî di nav de rêjeya jinên di nava Artêşa Komara Îrlandayê de cih digirtin ji sedî 10 bûn. Li pişt barîkat û xendekan jî ev hejmar digihîşt ji sedî 40’an. Di eniyan de şervanên jin ên di bin fermandariya jina bi navê Kathleen Lynn de şer dikirin, di heman demê de bi aliyê xwe yê bijîjk û siyasetmendar jî dihat nasîn. Piraniya wan jinan li gel peywira leşkeriyê di nava yekîneyên tenduristiyê de jî cih digiritin.
Constance di pêvajoya Serhildana Paskalyayê de, fermandarek payebilind a Artêşa Komara Îrlandayê bû. Wê pêşengiya xebatên barîkat û xendekên li bajarê Dûblînê dihatin çêkirin dikir. Pêvajoya ku şerê herî giran li derdora Parka Stephen’s Greenê diqewimîn de peywira fermandariyê da ser milên xwe. Di xendekên bi xwe amade kiribûn de bi rojan li hemberî segvan, çekên giran û cebilxaneyên artêşa îngilîz li ber xwe dan. 
Jinên teslîm nebûn
Qehremaniya gelek jinên di Serhildana Paskalyayê de ku bi pêşengiya Constance şer kirin bû sedem ku di dîrokê de wekî “Jinên 1916’an” bên nasîn. Yek ji van jî Rosemary McNamara bû. Di pêvajoya êrîşên giran de gelek berxwedêr nema karîn li ber xwe bidin û teslîm bûn. 22 jinên di bin fermandariya Rosemary de şer dikirin, vînek mezin nîşan dan û teslîmiyetê qebûl nekirin.
Galcay Mairead Ni Scînneadora ku weke Margaret Skînnîder tê nasîn, bîranînên xwe yên dema serhildanê nivîsand. Margaret ku li îskoçyayê ji dayik bûbû, mamostehiya matematîkê dixwend, têkoşîna mafê dengdanê ya jinan bi riya tora ragihandinê ya navneteweyî bihîst. Ji vê yekê kelecanek mezin girt û hema ket nava lêgerîna xwegihandina serhildanê. Ji bo serhildanê amûrên bombayê bi riya kaçaxî anî Dûblînê. Margaret ku bi bisiklêta xwe ji ber guleyên segvanan direviya, di xebatên serhildanê yên wekî keşifkirin, name û segvaniyê de cih girt. Margaret, destpêkê di berxwedana Parka Stephen’s Green û gelek çalakiyan de cihê xwe girt.
Margaret, di rojnivîsa xwe de bîranînek dema fermandara wê nehiştibû tevli serhildanê bibe nivîsiye û wiha aniye ziman: Fermandar Mallîn di dawiyê de ji bo beşdarbûna min a çalakiyan got ‘erê’ lê erêkirinek bêdilî bû, ji ber ku nedixwest jin xeterên wisa bigirin. Li hemberî nêrîna Mallîn bersiva min jî wisa bû; mafê me jî herî kêm wekî mêran heye ku em jiyana xwe bixin xeterê, di makezagona Komara Îrlandayê de jin û mêr wekhev in. Bi rastî jî di dîrokê de cara yekemîn e makezagonekeke ku di naveroka wê de mafê jinan ê bikaranîna deng û dengdayînê heye, hatibû nivîsandin.”
Cezayê darvekirinê 
Ji şervanên jin, Mary Hyland, Lîly Kempson û Constance bi dizî ketin navenda bajêr û sûîqest li leşkerên Brîtanyayê kirin. Xwestin destpêkê li dora Otêla Shelbourne ya mezin çalakiyê pêk bînin. Leşkerên Brîtanyayê ji çalakiyê haydar bûn û li pêşiya wan kemîn danîn. Şervanên ji bo parastinê li derve mabûn dema xetere dîtin teslîm bûn û çalakî bi wî awayî deşîfre bû. Constance û hevalên xwe yên bi hev re li hundir bûn hatin girtin. Constance û 70 hevalên xwe yên jin di hucreya Girtîgeha Kilmainhamê bi cih kirin. Cezayê dardekirinê li Constance birîn, ji ber jin bû cezayê wê veguherandin muebetê.
‘Ji bo bekaya dewletê bi xeber bû’
Rojname û tevahî ragihandina Brîtanyayê ya wê demê, bi hinceta fermandarek jin ji ber serî radike ‘ji bo bekaya dewletê xeter e’ ye hat dîtin dest bi reşkirina Constance kirin û der heqê wê de nivîs û gotinên “Vê fermandarê gotiye ez jinek xusirî me, hûn nikarin li jinekê bixin û bikujin” xwest belav bike. Di raporên dadgehan de didan nîşandan. Ev rastî wê piştî demek dirêj derketibûya holê û Constance li dijî gotina kesên ku gotibûn ‘ji ber jin e’ em ê cezayê darvekirinê pêk neynin, bersiva wê wiha bû: “Xwezî hûn ewqas dirûst bûna ku karibûna li min bidana… Min hêvî dikir ku tîma we di zerafeteke karibûya li min xistibûna û min kuştibûna de bûya. Lê ka ew hêza we…” bi vê gotinê Constance ji wan re meydan xwendibû.
Dîwarên girtîgehê li pêşiya xeyalên şoreşgeriyê nikaribû bibe asteng
Constance, di çerçoveya Efûya Giştî ya ku hikûmeta Londrayê di sala 1917’an de ji bo kesên di Serhildana Paskalyayê de cih girtibûn derxistibû de, serbest hat berdan. Ew dikeve nava xebatên siyasî û di sala 1918’an de ji ber tevli xebatên li hemberî xebitandina bi zorê derketiye, dîsa tê girtin. Dema di girtîgehê de ye weke namzetda parlamenteriya Sînn Feîn hat hilbijartin lê ji bo sondxwarina ji bo sedaqeta Qralê Brîtanyayê neke parlamenteriyê red kir. Costance ku ji bo nûnertiya Dublînê di Komara Avam a Brîtanyayê de cara yekemîn weke jin hat hilbijartin lê ji bo hikumeta mêtinger şermezar bike vê jî qebûl nekir. Piştî ji girtîgehê derket milîtaniya xwe berdewam kir.
Di şerê navxweyî yê Îrlandayê de, Constance li Brîtanyayê di nava parazvanên serxwebûnê de bû û weke gelek jinan vê carê li hundir de hedef hat girtin. Împaratoriyê Îrlandayê makezagona 1921’an a mafê desthiladariyê nas dike, fikra nîv serxwebûnê ya Constance wekî xiyaneta bi xeyalên xwe re pênase kir. Siyasetmedarên mêr ên demê jî ji bo Constance nirxandinên zayendparest bi gotinên “xwe winda kiriye, hema ji bo her tiştî li ser tetîkê ye, bêexlaq e” kirin.
Ji bo şoreşgerên jin bi hêsanî bikarin xebatên xwe bikin, Cumanna Ban kreşa şoreşgeran vekir. Ji ber xebatên xwe yên berhemdar kreş rastî êrîşa polîsan hat. Ji bo ‘Jinên 1916’an’ bidin jibîrkirin, operasyona hişmendiyê dan destpêkirin. Tu gef û êrîşên mêtingeran nikaribûn çavên wê bitirsînin Constance, careke din hat girtin û ew avêtin girtîgehê.
Wezîra Kedê 
Dîwarên girtîgehê jî xwe li ber serhildêriya Constance negirt û vê carê jî bi 92 jinên girtî re dest bi greva birçîbûnê kir. Daxwazên xwe jî bi gotinên, “divê hemû jin serbest bên berdan” 
pêşkêşî wan kir. Ev çalakî encam girt û daxwaza wan hat qebûlkirin, bi hemû jinan re serbest hat berdan. Dema hilbijartina yekemîn a meclisa Komara Îrlandayê pêk hatibû Constance di girtîgehê de bû û nikaribû biketa hilbijartinê lê di meclisa duyemîn de hat hilbijartin û bû Wezîra Kedê. Bi vê re Constance li Îrlandayê yekemîn, li Ewropayê duyemîn wezîra jin bû.
Constance dema nexweş ketibû daxwaza malbata xwe ya ‘ji bo tedawiyek baş divê herî Brîtanyayê’ red kir. Ji bo li cem gelê Îrlandayê bimîne xwest di nexweşxaneya dewletê ya feqîr tê de dihatin dermankirin, tedawî bibîne. Yê ku li vê nexweşxaneya feqîran tedawiya Constance girt ser milên xwe jî Fermandarê Tenduristiyê Kathleen Lynn ku di Serhildana Paskalyayê de bi hev re di eniyê de şer dikirin bû. Constance, di 15’ê tîrmeha 1927’an de dema serê wê li ser çoka Kathleen Lynn bû jiyana xwe ji dest da.
Hunermenda Îrlandayê ya ku jiyana xwe ji bo serxwebûn û wekheviyê daye Constance ye… Li welatê xwe gelek îmzeyên bi cesaret avêt bin rêgezên ji bo jiyana welatiyan û bi teybetî ji bo jiyana jinan mijara man û nemanê bû. Li bajarê Dûblînê bi sed hezaran îrlandayî tevli merasîma cenaze bûn, hem ji bo wê û hem jî ji bo sedan “Jinên 1916’an” ku navê wan nayê zanîn minet û silavên xwe şandin.
QEDIYA…