dosya
-
Jinên Enfal ê yên winda 33 salin li ku ne? (1)
Berî 33 salan rejîma Baas binavê operasonên Enfal ê yên qirkirina nijadiya Kurdan hedef kirî bi deh hezaran mirov qetilkirin, bi hezaran jin rastî tecawîzê hatin û di bazaran de hatin firotin. Li gorî belgeyên rejîmê jinên Enfal ê yên ji bo di qulubên şevê de bixebitin birine Misrê, li gel derbasbûna salan jî hîna ti agahî ji wan jinan nayên girtin
-
Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan (10)
Li Nîjeryayê jin nikarin bêhnê bigrin Boko Haram ku wekî çeteya DAIŞ’a Afrîkayê tê zanin; bi revandina 276 zarokên keçik ket rojevê, li Nîjeryayê ji bo jinan weka girtîgeha mêran e. Li wî welatê ku nêzî 25 milyon jinên sinetkirî lê hene, ji sedî 75’ê jinan bi zorî bi peretî tên firotin. Ji ber çeteyên tecawizê yên li welat bi cih bûne gelek jinan, ji bo fihûşê bi zorê dibin welatên Ewropayê. Li Nîjeryayê Chîmamanda Ngozî Adîchîe ya ku ji zarokatiya xwe de nirxdariya jinan fam kir û xwe bi xwe hişmendiya jinane afirand û xwe bi hêz kir; ji bo bibe dengê jinan, hewl dide ji wê jiyana ku jin tê de nikarin bêhnê bigrin re bibe bêhngirtin. Adîchîe bi romanên xwe hewl dide vê rewşa xirab bi cîhanê bide zanîn.
-
Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan (9)
Li Somaliyê jin di dorpêça birçîbûn, sinet, tecawiz û recmê de ne Li Somaliyê her sal ji 5 milyonî zêdetir zarokên keçik tên sinetkirin, bi hezaran jin rastî tecawizê tên, zarokên keçik di temenê biçûk de bi zorêtên zewicandin. Li gorî daneyan3,7 milyon însan birçî ne û zêdetirî wan jin in. Di şerê navxweyî de destpêkê êrîşê bedena jinan dikin, jinên direvin sînoran jî rastî tecawiza leşkeran tên. Şerê bi navê îslamê li welat tê meşandin, hem tecawiza li dijî jinan hem jî recma bi zîhniyeta mêr bi xwe re aniye. Çîroka “Kulîlka Çolê” ya Waris Dirie, dengê jinan digihîne hemû cîhanê, ji bo hemû jinên li welat bûye awêne.
-
-
Parzemîn bi parzemîn ji berê heta îro têkoşîna jinan- (7)
Li Brezîlyayê ji ber kurtaja qaçax salê milyonek jin dimirin Welatê qelebalix ê Emerîkaya Latîn Brezîlaya; di cîhanê de welatê yekem e li dijî şîdeta li ser jinan yekîneya polîsan ‘Ewlekariya Jinan’ ava kiriye lê li welatê di dorpêça polîtîkayên nêr de xizanî û jinîtî di heman kategoriyê de di rewşeke bindest de ne. Li welatê ku kurtaj lê qedexe ye, zêdetirî wan jinên reşik ên xizan, milyonek jin ji ber kurtaja qaçax jiyana xwe ji dest didin. Tenê li bajarê Rioyê rojê 16 jin rastî tecawizê tên. Jinên ku di dorpêça polîs, malbat û çeteyan de rastî şîdeta zayendî û fizîkî tên ji bo xwe rizgar bikin têdikoşin.
-
Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (5)
‘Ez dixwazim bibim pira di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de’ Sema Yuce, 21’ê Adara 1998'an de piştî Îdeolojiya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. Sema Yuce di nameyên li paş xwe hişt de hizîrîna xwe ya kur û ronahiya ku ji hevalên xwe yên li gel wê diman re mîras hişt di rêya pratîk a têkoşîna jinên a kîlometre dirêj de bû berên têkoşînê.
-
Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (4)
Her ku agirê Newrozê geş dibû sînor derbas dikir Her ku agirê Newrozê geş dibû sînor û Kurdistan derbas dikir. Du jinên kurd Ronahî û Berîvan Manneheîm li Almanyayê bedena xwe dan ber agir û wiha gotibûn: “Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê me vêxistî dê mezintir bibe. Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê kurd be.” Piştî wê rojê di devê her kesê de gotinek hebû: “Ger azadî ewqas hêsan baya dê Bêrîvan û Rohanî xwe ne şewitandibana.”
-
Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (3)
Rahşan Demîrel a 17 salî bi agirê bedena xwe bersiv da gefên rayedarên derdiketin telefzîyanan digotin ‘Newroz qedexeye vêxistina lastîkan qedexeye’ û bû agirê raperînê. Rahşan wiha gotibû: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz. Divê ez bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez bang li Îsmet Sezgîn dikim dê Newroz were pîroz kirin… ger bi lastîkan ne be jî em ê bi canê xwe pîroz bikin.”
-
Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (2)
‘Zekiye her sal li Amedê dibe Newroz’ Dîrok 21’ê Adara 1990’an cih Sûrên Amedê… Zekiye Alkan got: “Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin” li hemberî zilmê, tarîbûnê serî rakir. Jinên kurd di şopa lingê wê de rêya berxwedanê dişopînin.
-
Jinên bi agirê berxwedana di Newrozê de hatine cem hev (1)
Sembola Cizîr û berxwedanê Bêrîvan Newroza ku navê berxwedana li dijî zilmê ye, bi têkoşîna jinan pêl bi pêl belav bû. Binevş Agal (Bêrîvan) ku navê xwe ji destana 'Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn' girtiye bû sembola jinên ku li Cizîrê li ber xwe dan.
-
Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîna têkoşîna jinan - DOSYA (6)
Hindistan: Ji Kralîçeya Haydûtiyê ber bi Rêxistina Gulabî ve Hindistana ku rojeva wê tecawizên komî ye; çîroka Dêwa Phoolan ‘Kralîçeya Haydûtan’ ku bi jiyan û awayê tolhildanê bûye efsane, li welat wekî serhildan, şahidî û kurteya jiyanê ye. Phoolana ku 11 salî bi zorê hatiye zewicandin, rastî tecawizê hatiye, derketiye çiya, ji tecawizkaran tola xwe girtiye, ketiye girtîgehê, bûye parlamenter û bi sûîqestê hatiye kuştin. Li welatê ku tecawiz û kuştina jinan bûye wekî çandek, ji bebika 10 mehî, heta jina 65 salî, şîdeta zayendî, êrîşek e û her dem pêk tê. Jin jî di rêya Phoolan de diçin, li dijî pergala mêr, xwe bi çekan girêdan û ji bo xwe biparêzin di rêxistina Gulabî (Pembe) de bûn yek.
-
Helepçe û pilanên jenosaydê li ser Kurdan II
Helepçe 33 sal in bûye birîna kûr a jinan Tevî ku 33 sal di ser komkujiya Helepçeyê re derbas bûye jî; jinên xizm û zarokên xwe di wê rojê de winda kirine hê jî bi hêviya dîtina wan dijîn. Şewnim yek ji wan jinan e ku zarokên xwe, dayik, bav û du birayên xwe di komkujiya Helepçeyê de winda kiriye.
-
Helepçe û pilanên jenosaydê li ser Kurdan I
Li Tirkiyê bi komkujiyên fîzîkî re bişaftina çandê jî didome, li Îraqê enfal û Helepçe, li Rojhilat sêdar û li Rojava jî bi şewitandina girtiyan jenosîda ser Kurdan bi rêbazên cuda dewam dike.
-
Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan- DOSYA (5)
Mîrasa Gabrîela û dema tu li Filîpînan jin bî Li Filîpîna ku dewletek giravê ya li Asyaya Dûr e, têkoşîan jinan bi polîtîkayên mêr ên neolîberal re bi dijwarî dimeşe. Li welatê ku bi hezaran gerîlayên jin ên Maoîst têkoşîna wekheviyê dimeşînin, Partiya Jinan a Gabrîela ku nêzî 200 hezar endamên wê yên çalak hene, ji bo wekheviya zayendî û azadiya jinan, bi pratîka têkoşîneke pir girîng dibe mînak. Gabrîela navê xwe ji mîrasa jina yekem a li welat şerê azadiyê dimeşîne general Gabrîela Sîlang digre. Li welatê ku di her 26 saniyeyan de jinek rastî şîdetê tê, hejmara jinên ku ji ber xizaniyê koçî welaten din dikin ji 4 milyonan zêdetir e. Li welat ji bo dewlemendên rojavayî ‘bazara karkerên zayendî yên zarok’ hatiye avakirin û tê xwestin bi vî yekî ev der ji bo rojhilatê dûr dibe navendek girîng lewre jî fihûş li wê derê pirsgirêka herî mezin e.
-
Rojek li Jinwar II
Jiyan li JINWAR ê herikbar e. Dem û lez di nav hevsengiyê dene. Bê guman ew hevsengî jinan daye avakirin. Starta dema xwe ew didin û her tişt di bin kontrola wan deye. Bi plan û disiplîn devgerandin, ji bona wan bûye elimandinek jiyanê. Ji ber wê dem tu caran na de pêşiya wan... Jiyana komînal û hevpar rêgeza bingehîne li JINWAR. Kes ji kesê ne serdestir ne jî li jordetire. Her tişt bi dorê ye. Parvekirin, hevdu hembêz kirin hemû birînên ku pergala baviksalarî di deruniya jinan da vekirî, dikewîne. Bi derketina her rojek nû re, jiyan bi wateyek din hişyar dibe li gundê JINWAR. Em jî dibin şahidê rojek ji rojên JINWAR...
-
Rojek li Jinwar I
Diyarê Jinan, ango JINWAR... Di nava çolek germ û zuha de bi destên jinan bereket li ser wê axê de dibare. Deryayek kesk, bi rengê sor yê axê re dibe yek û henaseyek paqij hundirê mirov dadigre. Jinên wê xaka pîroz kevneşopiya ji xwedawendanên wê xakê cardin zindî dikin û jiyanê li derdora xwe cardîn avadikin. Şaş fahm nekin; ew ne stargeheke, ew ne cihek ê jinên bê çare dihewîne ye. Ev der cihê ji nû ve zayîna jinên bi hêze. Ev der cihê xwebûna jinan JINWAR e...
-
Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan - DOSYA (4)
Welatê bi şîdeta zayendî dorpêçkirî: Avustralya Avustralya ku welatekî parzemîn e; beriya ku ji aliyê rojavahiyan ve were ‘keşfkirin’ cihekî xwedî jiyana xwezayî bû. Bi mêtinkariya Îngîltereyê re, bû cihek wisa ku bi awayê sîstematîk qirkirin-tecawiz pêkanîna asîmîlasyonê. Mêrên spî, bi alîkariya waliyê mêtinkar, tecawizê bi hezaran jinên aborjînî kirin, jinên spî bi hezaran zarokên keçik ji ber polîtîkayên ‘spîkirinê’ ji malbatên wan û koka wan veqetandin. Li vî welatî hê jî şîdeta zayendî, ji bo jinên spî û xwecihî pirsgirêkek cidî ye û di nav welatên cîhanê yên bûne cihê tecawizê de di rêza 6’mîn de ye. Akademîsyena aborjîn Aîleen Moreton-Robînson, difikire ku honandina ‘Spîtahiyê’ bi şîdeta zayendî ve ji nêz ve girêdayî ye.
-
Parzemîn bi parzemîn ji berê heta îro têkoşîna jinan-DOSYA (3)
Ji Assata heta Marîssayê li DYA’yê li dijî netewperestiyê têkoşîna jinan DYA ku xwedî dewlemeniya tecrubeyên feminist e, di têkoşîna jinan de zagon guherîbin jî pêkanînên netewperest neguherîne. Li DYA’yê yek ji navên ku balê dikşîne şoreşgera tevgera azadiya reşikan Assata Olugbala Shakur e. Ew piştî îşkence û girtîgehê neçar ma ji welatê xwe bireve. Îro jî ji ber ku li welat, şîdeta zayendî, şîdeta polîsan û tevli zagonan jî mînakên newekheviyê her roj didomin, li hemberî tecawiza li zanîngehan zêde bûye jinên xwendekar ‘çalakiya bi doşek’ li dar dixin. Di rojeva jinan de doza jina reşik Marîssa Alexander a bi salan şîdet ji hevjînê xwe dît û ji bo xwe biparêze gule berda hewayê û 60 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin heye.
-
Parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan a ji berê heta îro - DOSYA (2)
Ji şoreşê ber bi femînîzmê ve welatê Sîmon ve Olympe: Fransa Beriya şoreşa 1789’an a bi dirûşma “Wekhevî, azadî û edalet dest pê kir; li Fransaya ku yek ji cihên yekem ê tevgera femînîzmê ye, têkoşîna jinan a ji bo jiyan û mirina wekhev dûr û dirêj bû. Gotinên dawî yên Olympe de Gouges a ji ber “Belavoka Mafên Hemwelatî û Jinan” amade kiribû hat bidarvekirin ev bûn: “Bilerizin tîranên modern! Cesareta min dibe sedem ku hûn hovtir bibin.” Sîmone de Bauvaîr a qalibên zayendiya civakî lêpirsîn dikir bi tesbîta “Jin nayê cîhanê dûre dibe jin” rê vekir û teoriya femînêzmê bi pêş xist. Li Fransayê ku li dijî pergala nêr têkoşîn didomiya, rojeva jinan şîdeta zayendî û newekhevî bû. Rojê hema bêje 27 jin rastî tecawizê dihatin û ji nîvî zêdetirê wan koçber bûn.
-
Parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan - DOSYA (1)
Li Îspanyayê jin di şopa Dolores ve Lucia de ne… Li Îspanyayê ku li di nav welatên li Ewropayê de herî zêde jinên naxebitin lê zêde ne, rojeva sereke ya jinan ‘qedexeya kurtajê’ ya hikumeta muhafezekar e. Encama polîtîkayên neoliberal xizanî û şîdeta nava malbatê ye. Jinên spanyolî ku ji aliyê zagonî ve xwedî gelek mafan in, li hemberî faşîzmê, têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên pêşeng Luci Sanchez Saornîl û Dolores Ibarrurî dimeşînin. Dirûşma jinên spanyolî “No pasaran” (Cih ji faşîzmê re nîn e) li hemberî polîtîkayên nêr tê gotin.