Di Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fakulteyên nû 1

Zanîngehên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji sala nû ya xwendinê re amade ne Zanîngeha despêkê li Herêma Efrînê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26’ê Tîrmeha sala 2015’an de hat vekirin, 20’ê Mijdara sala 2016’an jî Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo destpê kir. Her ku sal derbasdibe li ser pêdivî û daxwazên xwendekaran zanîngeh, peyîmangeh û fakulteyên nû tên zêdekirin.

Zanîngehên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji sala nû ya xwendinê re amade ne
Zanîngeha despêkê li Herêma Efrînê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26’ê Tîrmeha sala 2015’an de hat vekirin, 20’ê Mijdara sala 2016’an jî Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo destpê kir. Her ku sal derbasdibe li ser pêdivî û daxwazên xwendekaran zanîngeh, peyîmangeh û fakulteyên nû tên zêdekirin.
ROJ HOZAN
Qamişlo - Li hemberî feraseta perwerdeya bi hişmendiya nêrza û yekpereziyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerdeya dibin banê Rêveberiya Xweser de ji dibistana dayikê heya zanîngehan ketiye meriyetê. Di deh salên şoreşê de perwerdeya li ser hîmê civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê şêwe girtî gihiştiye asta zanîngehan û berhemê wê jî di saziyên civakî de tên dîtin. Ji zanîngeha despêkê ya li Efrînê dest pêkirî heya Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê ûZanîngeha El-Şerq li gorî pêdiviyan her diçe hejmara zanîngehan zêde dibe. Herî zêde jî baldariya ji bo Fakulteya Jineolojiyê ku di cîhanê de şaxek nû yê xwendinê ye tenê li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dîtin heye. Di nava van zanîngehan de her sala diçe li gorî daxwazên xwendekaran beşên nû lê tên zêdekirin. Dema ku xwendekar dibîne nêrîna wan tê berçavgirtin, li ser daxwazên wan beşên nû tên zêdekirin û mifredatên waneyan li ber çavan re tê derbaskirin ew jî li gorî wê xwe di serkeftinê de kilîd dikin û pileyên baş bidest dixin. Ev yek bandorê li xwendekarên di amadekariyên zanîngehê de ne dike û her ku diçe hejmara xwendekarên van zanîngehan zêde dibin. Di van mehên dawiyê de qeyîdên ji bo sala nû ya xwendinê gelek zêdebûne. 
Zanîngeha Efrînê
Zanîngeha Efrînê despêkê li Herêma Efrînê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 26’ê Tîrmeha sala 2015’an de hat vekirin. Zanîngeha Efrînê despêkê li ser sê fakulteyê wêjeya Kurdî, aborî û endezyariya elektromekanik despê kir. Di sala destpêkê de zanîngehê 160 xwendekar pêşwazî kir. Meteryalên li gorî zanîngehê hatin amadekirin û heya dawiya sala 2017’an deriyê zanîngehê ji şagirtan re vekirîbû. Bi dagirkirina herêma Efrînê re, zanîngeh bû hedef, niha jî cihê hînbûye baregehên dagirkeriya dewleta tirk. Bi dagirkeriyê re xwendekarên zanîngeha Efrînê li zanîngehên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin belavkirin. 
Zanîngeha Rojava 
20’ê Mijdara sala 2016’an Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo hat vekirin. Destpêkê bi Fakulteya Çandiniyê li gel Ziman û Wêjeya Kurdî despêkir. Paşê di biniya wê de li Rimêlanê jî Fakulteya Petrol-Petrol Kîmya vebû. Di Zanîngeha Rojava de bi lez pêşketin çêbûn û piştî salekê Fakulteya Jineolojî, Peymangeha Zimanê Kurdî û Hunerên Bedew jî hat zêdekirin. Li gorî derfet û daxwazan fakulteyên nû weke Fakulteya Ragihandinê û Tenduristiyê jî li ser zêde bûne. Helbet di rewşa şer de vekirina zanîngeheke bi vî awayî astengiyên xwe hebûn. Di dîtina materyalên xwendinê û labaratuwaran de pir zehmetî hatin kişandin her wiha destpêkê madeyên ji bo wane û labaratuwarên kîmyawî û fîzîkê peyda nedibûn. Zanîngeh nû bû, mifredata wê jî nebûn lê pirtûk niha tên amadekirin. Ji aliyê mamosteyên xwedî pileyên doktora û pispor ve xebateke pir mezin hat meşandin. Her sala diçe li gorî pêwîstî û derfetan beşên nû hatin nîqaşkirin û plansaziya wê hat danîn. Mînak; peymangeheke maliye, endezyarî, statîstîk û mekatronîkê jî hat pêşxistin. 
 Fakulteya Jineolojî
Zanîngeh hewil dide bi zanîngehên derve re di nava peyîwendiyan de be, heya niha xwe gihandiye Zanîgeha Helebçe, Raperîn û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê. Herî zêde peyîwendî li ser Fakulteya Jineolojiyê tên danîn û mereq ji bo nasîna wê heye. Zanîngeheke Emden/Leer a Elmanî jî li ser bingehê Fakulteya Jineolojiyê peymana xwişk û biratiyê îmzekirin. Ji ber ku fakulteyeke nû ye di cîhanê de, ji ber vê sedemê bala gelek kesan dikşîne. Dîsa li gel Zanîngeha Parîsê li ser Fakulteya Jineolojiyê pêwendî çêbûn. 
Zanîngeha Kobanê
Zanîngeha Kobanê 30’ê Îlona 2017’an bi beşên xwe yên wêjeyî û zanistî wek Fakulteya Wêjeya Kurdî, Biyolojî, Bîrkarî, Fîzik, Kîmya û Peymangeha Labaratuwarê hat vekirin. Ev zanîngeha sêyeme li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî Zanîngeha Efrîn û Rojava ya li Herêma Firatê hat vekirin. Ji ber sedemên dûrbûna rê û zehmetiyên ku xwenderakan dikişandin, Encûmana Rêveber a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ev zanîngeh vekir. Sîstema wê jî ji zanîngehên din ne cuda ye ku pêwîst e xwendekar heya pola amadeyî xwendina xwe bi dawî kiribe û bawernameya xwe girtibe ku bikare di van zanîngehan de bixwînin. 
Zanîngeha El-şerq 
Bi demê re şaxên zanîngehê xwe fireh kirin, Encûmana Rêveber a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê di sala 2020’an de biryara avakirina kordînatoriya taybet bi zanîngehan da û ji desteya perwerde û fêrkirinê hat cudakirin ku bi awayekî rasterast dê bi Encûmana Rêveber re girêdayî be. Koordînatora zanîngehan biryara vekirina zanîngeheke nû da, bi navê zanîngeha Al-Şerq ku dê navenda wê ya sereke li bajarê Reqayê be. 
Zanîngeha El-Şerq di meha Tebaxê de xwendekar tomar kirin û dê di meha cotmehê de deriyê xwe ji pêşwezîkirina xwendekaran re veke. Xwendin li zanîngeha El-Şerq dê bi awayekî rasterast li navenda sereke be û şaxên wê yên din jî dê di pêşerojê de têkevin meriyetê. Weke destpêk dê 6 beş li Zanîngeha El-Şerq bên vekirin, sê fakulte û sê peymangeh: Fakulteya Wêjeya Zimanê Erebî, Fakulteya Zanistên Perwerdê, li gel Fakulteya Matematîk, Fîzîk û Kîmya yê. Peymangehên wê jî wiha ne weke peymangeha Rêveberiyê û Darayî, Kompîtor û Ziman. Deriyê Zanîngeha El-Şerq li pêş hemû xwendekarên Sûriyeyê vekiriye û ji xwendekarên ku dixwazin li vê zanîngehê perwerde bibînin di pêşwaziyê de ye.