Bîra binhişiya civakî dengbêjî (5)

Berzbûna dengê Aslîka Qadir Dengbêj Aslîka Qadir a bi strana “Welatê me Kurdistane” tê nasîn jiyana xwe ji bo xizmeta çanda kurdî terxan kiriye. Hîna jî li dika dengbêjiyê bi hemû hêza dengê xwe yê çiyayî distire.

Berzbûna dengê Aslîka Qadir
Dengbêj Aslîka Qadir a bi strana “Welatê me Kurdistane” tê nasîn jiyana xwe ji bo xizmeta çanda kurdî terxan kiriye. Hîna jî li dika dengbêjiyê bi hemû hêza dengê xwe yê çiyayî distire.
Navenda Nûçeyan - Jinên çeleng, dengxweş, zana û bi cesaret li Erebistanê jiyane û hîna jî yên weke Aslîka Qadir tiştek ji van nasnavên serkeftinê kêm nekirî hene. Herî zêde jî di hunera dengbêjiyê de çand û jiyana civaka xwe dane jiyîn. Di nava kurdên êzidî û misliman yên komara Ermenistanê de hunermendên mîna Sûsîka Simo, Zadîna Şakir, Fatma Îsa, Aslîka Qadir û çend kesên din nifşê yekê ne ku bi wêrekî dengê xwe bi rêya radyoya Yêrîvan belav kirine. Ji van dengxweşan Aslîka Qadir a ji herêma Serhedê ya Bakruê Kurdistanê ye bi strana “Welatê me Kurdistan e” di bîra hemû kurdan de cihê xwe girtiye. Di 1’ê adara 1945’an de li Ermenîstanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di navbera salên 1964-65’an de beşa Rojhilatnasiyê li zanîngeha Êrîvanê xwendiye. Di nava zanîngehê de bi qirika xwe ya dengbêjiyê tê nasîn. Mamostayê muzîka kurdî Egîdê Cimo li vî dengê biquwet nabore û hema xwe digihîne zanîngehê. Dema diçe gel Aslîka Qadir jê daxwaz dike ku stranek li gorî dengê wê amadekirine divê bê studiyoyê bi ekîba radyoyê re wê stranê bêje. 
Bavê Aslîkê Qadir rê li ber nagire û ji wê dixwaze ku ji gotina mamostayê xwe Egîdê Cimo dernekeve û kîjan dema roj an jî şevê be pê re here studioyê û dengbêjiyê timar bike. Aslîk di hevpeyîvînekê de baldariya bavê xwe ya ji bo dengbêjiya wê wiha tîne ziman: “Qîza min tê herî û tuyê bistrê, ev karekî pîroz e û ne ji bo te ye, ev bo zarok û neviyên me ne, ji bo pêşerojê ye…” 
“Welatê me Kurdistan e”
Aslîk cardin di hevpeyîvînek xwe ya di rojnama Ozgur Polîtîkayê de çîroka strana despêkê gotiye wiha tîne ziman: “Weke her devera Kurdistanê wê demê li Ermenistanê jî me nikarîbû navê Kurdistan ji devê xwe derxista, ji ber li gorî zagona Sovyetê, milêtên têda gişt bira ne û heqê kurdan tunebû divê li derveyî sinorê Sovyetê, Kurdistan ji xwe re wek welat bihesibandana. Em ê wek ajan û casusên dewletên Rojava bihatana dîtin û girtin, heta kuştin û sirgûnkirin. Wan kesên wiha wek ajan û mirovên emperalîstiyê bi nav dikirin. Belê, pêşiyê bi dizî, paşê eşkere me got: ‘Welatê me Kurdistan e.’ Stranê tesîreke pir mezin û pozîtîf, wek şoreşekê di nava gel de çêkir. Wê pêngavê li ser bîr û bawariyên kurdan ne tenê li Yekîtiya Sovyetê, lê li her çar parçên Kurdistanê jî bandora xwe hebû. Belê, bi dengê keçeke kurd, me eşkere û bêminet îlan kir: “Welatê me Kurdistan e, cî meskenê me kurdan e…,”
Piştî xwendina zanîngehê salên dirêj li Wezareta Rewşenbîrî û Perwerdê ya Ermenistanê xebitî û xwe ji doza huner û zimanê xwe yê kurdî dûr nexist. Ev israra wê berdewam bû heta ku Sovyet ji hev helwişiya. Piştî salên 1990’an êdî agirê netewperestiya hişk û bêrehim kete nava ermenan jî. Bi diruşma ‘Ermenistan ji bo ermeniyane’ miletên nava xwe hemû perçiqandin û berê wan dan koçberiyê. Kurdên berê ji ber zordariya tirkan xwe li Ermenistanê girtî carekdin derdor lê bû dojeh û ketin rastî nijadperestiyek din hatin. Ji bo çavtirsandinê ronakbîrên weke Prof. Dr. Seîdê Îbo û Memoyê Xalid qetilkirin. Bêguman vê rewşê bandor li hunerê jî kir û dengbêjên weke Aslîka Qadir jî para xwe ji vê zordariyê girtin.
Ronakbîr û dengbêj Aslîka Qadir a xwediyê dehan berhemên hunerî ye, li Elmanya hîna jî xizmeta çanda xwe ya resen dike. Rewşenbîra serkeftî li ser nasnameya hunera kurdî timî xwedî nêrînên taybete. 
QEDIYA…