Bîra binhişiya civakî dengbêjî (4)

Zadîn hîmê bingehîn ê hunera kurdî ye Dengbêj Zadîna Şakir tevahiya jiyana xwe daye jîndarkirina huner û foklora Kurdî, hemû kitekitên jiyanê beste kiriye û bi dengê xwe yê zelal gotiye.

Zadîn hîmê bingehîn ê hunera kurdî ye

Dengbêj Zadîna Şakir tevahiya jiyana xwe daye jîndarkirina huner û foklora Kurdî, hemû kitekitên jiyanê beste kiriye û bi dengê xwe yê zelal gotiye.
Navenda Nûçeyan - Zadîna Şakir sala 1943’an di nava malbatek ji kurdên êzidî yên Qefqasyayê de hatiye dinê. Zadîn bi qasî hunerê di jiyana civakî de jî cesaret nîşan daye û serî li hember paşverûtiyan rakiriye. Ew bi ciwanek ku ne ji nijad û baweriya wê ye re dizewice. Her çendî malbat û civak li hemberî evîndariya Zadînê û ciwanê ermenî derdikevin jî ew bi ya xwe dike û li pey hezkirina xwe diçe. Ji ber ku serî li hemberî paşverûtiyên civakê rakiriye bi tenê dimîne; ne malbat, ne mirov, ne dost û ne jî hevalên wê piştevaniya wê nakin. Sûsika Simo karîbû bi hevjînê xwe yê ermenî re bijî lê Zadînê nekarî di wê mijarê de bi ser bikeve. Ew neçar ma ku çîroka evîna xwe bi ciwanê ermenî re bi dawî dike.
“Serdema Hunera Zêrîn”
Zadîna Şakir di dema xebatek baş ji bo çanda Kurdî dihat kirin ku weke “Serdema Hunera Zêrîn” pênase dikin de li Yekitiya Sovyetê jiyaye. Di qada hunerê de gelek hunermendên navdar ên weke; Sûsika Simo, Fatma Îsa, Egîdê Têcir, Şeroyê Biro, Belga Qado, Eslîka Qadir, Kubara Xido, Gerabêtê Xaço, Bêmalê Keko û Reşîdê Baso dinase. 
Çawa ku li ser dika ser dika dengbêjiyê disekine û dest bi stranan dike, êdî nav û dengê wê li seranserî Yekitiya Sovyetê belav dibe. Zadîn weke dengbêjek naskirî ji bo gelek şahiyan tê vexwendin. Zadîn û bilorvanê navdar Egîdê Cimo ku weke “Mîrê bilora Kurdî” tê nasîn komeke muzîkê ava dikin û li gelek deverên Sovyetê şahî li dar dixin.
Daxwazên guhdarvanan vê carê jî ji radyoya Êrîvanê tên. Zadîn li ser daxwaza radyoyê stran dibêje û çend stran tomar kirine. 
Stranên Zadînê
Hinek ji stranên Zadînê ev in; Dêra sorê biçûkê, Emer Axa, eman, deşt û zozan, Hesenîko, lawikê Metînî, Menal û dê were ne.
Zadînê jî weke hemû hunermendên hevdemên xwe, tevahiya jiyana xwe ji bo vejandina huner û folklora kurdî derbas kir. Her tim hewl dida ku bi xweşiya dengê xwe, guhdaran dilşad û kêfxweş bike.
Zadînê di sala 2008’an de jiyana xwe ji dest da. Her çendî bi fîzîkî ji nava hunera kurdî koç kiriye jî dengê wê yê delal li hemû deverên kurd lê dijîn nemir e. Di baxên dengbêjî û hunera kurdî de weke gulek timî geş maye.
Sibê: Dengbêj Eslika Qadir a ku bi strana Welatê Me Kurdistane hatiye nesîn.