Şoreşa Îspanyayê û Rêxistina Jinên Azad -4

Rêxistina jinên Azad Koma Jinên Çandê û jinên kovara Jinên Azad bi hev re rêxistina ´Yekîtiya Jinên Azad´ îlan kirin. Piştre hemû komên ku li herêmên cûda dibin banê Rêxistina jinên Azad de hatibûn avakirin tevlî vê yekîtiyê bûn. Di îlona 1937´an de Yekemîn Kongreya Netewî ya Jinên Azad hat lidarxistin.

Rêxistina jinên Azad
Koma Jinên Çandê û jinên kovara Jinên Azad bi hev re rêxistina ´Yekîtiya Jinên Azad´ îlan kirin. Piştre hemû komên ku li herêmên cûda dibin banê Rêxistina jinên Azad de hatibûn avakirin tevlî vê yekîtiyê bûn. Di îlona 1937´an de Yekemîn Kongreya Netewî ya Jinên Azad hat lidarxistin.
Navenda Nûçeyan – ‘Mujeres Libres’, Jinên Azad, rêxistina anarşîst ya jinên Îspanyayê bû. Rêxistina Jinên Azad di navbera salên 1936-1939´an de çalak bû. Berê damezirandina rêxistina Jinên Azad, gelek însiyatîf û jinên birêxistinkirî hebûn. Di sala 1872´an de li Îspanyayê ´Kongreya Jinên Karker´ hat lidarxistin. Jinan pir baş dît ku azadiya jin û wekheviya zayendî pêwîst dike, ji bo wê jî têdikoşîn. Yek ji wan jinên ku di dawiya sadsala 19´an de pir çalak bû û fikra azadiya jinê pêşxist jî Teresa Claramunt bû. Teresa karker bû û di sala 1884´an de li Sabadell’ê, di damezirandina ´Yekemîn Sendîkaya Xweser a Jinên Anarşîst´ de cih girt. Teresa Claramunt yekemîn jina anarşist a Îspanyayê bû ku pirsgirêka zayendperestiyê di nava tevgera anarşîst û şoreşger de danî ziman, li dij derdiket û têkoşîn dikir. Teresa li gel hin jinan, di sala 1902´an de yekemîn kovara li ser femînîzma anarşîst derxist, bi navê ‘La Humanidad Libre’, Mirovatiya Azad.
´Yekemîn Kongreya Netewî ya Jinên Azad´
Analîzên Teresa Claramunt, ji bo ku 30 sal şûnde rêxistinek şoreşgerî ya jinan bê îlan kirin, bûye bingehek bi hêz. Rêxistina Jinên Azad, bi înîsiyatîfa du jinên anarşîst destpê dike. ‘Lucia Sanchez Saornil’ û ‘Mercedes Comaposada Guillen.’ Her du jî karker in û bi hev re, li bajarê Madrîd ê, di nav tevgera karkeran de çalakiyan lidardixînin. Lucia di heman demê de hunermend û helbestvan e, jiyana wê di her alî de mînake ji bo têkoşîna dîroki ya jinan. Paşê jî wan jina bi navê Amparo Poch nas kir. Wê li zanîngehê beşa bijîşkî dixwed û semînerên pir girîng li ser tenduristiya jinan dida. Van jinan kovara ´Mujeres Libres´ a Jinên Azad di sala 1935´an de derxistin. Bi giştî kovar li ser çand û pirsgirêkên civakî disekinî. Armanca wan ew bû ku jin bikaribin dîroka xwe nas bikin, ji rewşa nezaniyê derkevin û ji aliyê din de jî bandorê tevgera anarşîst bikin. Di heman demê de, li bajarê Barcelona yê di sala 1934´an de, ji aliyê CNT´ê, Koma Jinan a Çandê (Grupo Cultural Femenino) hat avakirin. Vê komê û jinên kovara Jinên Azad bi hev re rêxistina ´Yekîtiya Jinên Azad´ îlan kir. Piştre hemû komên ku li herêmên cûda hatibûn damezirandin tevlî vê yekîtiyê bûn. Di Îlona 1937´an de  ´Yekemîn Kongreya Netewî ya Jinên Azad´ hat lidarxistin.
Rêxistina Jinên Azad
Rêxistina Jinên Azad, rêxistinek ne navendî û federalîst bû. Rêxistin li dijî hiyerarşiya ji jor a ber bi jêr bû. Hemû endamên rêxistinê xweser tevdigerîn, lêbelê diviya bû li hemberî biryarên kongreyan jî rêz hatiba raber kirin. Rêxistina Jinên Azad, fikra “şoreşek di nav şoreşekê de” îspat kirin. Ew li dijî zîhniyeta baviksalarî a di nav tevgera anarşîst û civakê de têdikoşîn. Jinên Azad gelek kovar, pirtûk û nivîs nivîsandin û weşandin. Wan hemle û çalakî lidardixistin, di nav sazî û dezgehên CNT´ê de semîner û ders li ser zanist, civak û teknîkê didan. Armanca wan alikarî dana jinên ku perwerde nedîtine û afirandina derfetên nû ji bo wan bû. Hebet ji wan perwerdeyan encamên baş dihat girtin, lêbelê rewşa bajaran ji ya gundan cihê bû. Jinên ku li gundan jiyan dikirin tenê di teoriyê de wekhev bûn, ji ber ku di pratîk û beştarbûnê de ev yekahan pirr kêm pêk dihat. Sedema vê yekê jî rewşa karê çandinî û di nav malbatê de bû. Dema wan a ji bo siyasetê tune bû û nekarîn zîhniyeta zilam biguherînin.
Yek ji tişta din ku ji bo rêxistina Jinên Azad pirr girîng bû, rewşa jinên malên giştî (fuhûş) bû. Ji ber rewşa xirab ya aboriyê gelek jin li hemberî bîrçîbûna malbatê diçûn malên giştî û neçarê fuhûşê dihatin kirin. Hikûmeta Îspanyayê di sala 1931´an de malên giştî û fuhûş qedexe kir. Bê guman rêxistina Jinên Azad di zanebûna vê yekê debû ku encama van pirsgirêkên jinan û xêzaniyê polîtîkayên dewletê ne, yek ji sedema bingehîn jî çavkaniya xwe pergala kapîtalîst û zîhniyeta baviksalarî ye.
Avakirina malên rizgariya ji fuhuşê 
Rêxistina Jinên Azad hin mal avakirin. Navê van malan, Malên Rizgariya ji Fuhûşê (Liberatorios de prostitucion) bû. Jinên ku bê cih û war bûn, ji bo xew û pêdiviya xwarinê diçûn wê derê. Di wan malan de bijîşk jî hebûn, rêxistinê alikariya aborî jî dida wan jinan daku neçin malê giştî û neçarê fuhûşê neyên kirin. Perwerde û semîner ji bo wan jinan dihat dayîn, mijarên herê girîng yê perwerdeyê jî bilind kirina asta moralê bû. Ji ber ku ew jin bi zûrê rastê destdirêjiyê hatibûn, hatibûn biçûk xistin, nasname û rûmeta wan ji dest wan hatibû girtin. Ji bo vê, pêwîstî bi carekedin rast xwe nasîn û li xwe bawer kirina wan hebû. Encax jinên xwe nas dikin, di ferqa hêza xwe dene dikarin li hemberî rewşa xwe a nebaş ya koletiyê têkoşîn bikin.
Jin di her qadê de aktîf bûn
Têkiliya Jinên Azad a bi tevgera anarşîst re zehmet bû. Rêxistina Jinên Azad hat damezirandin, ji ber wan didît ku piraniya jinên ciwan yên anarşîst ji ber zîhniyeta baviksalarî ya rêhevalên xort nedikarîn tevlî tevgera anarşîst bibin. Ji destpêka damezirandina rêxistinê de, xortên anarşîst rêxistina Jinên Azad wek rêxistinek cûdaxwaz girtin dest û hebûna wan nedipejirandin. Hin jinên anarşîst jî wisa difikirîn. Mînak, qadroya CNT´ê ya anarşîst  ´Federica Montseny´ ne tenê rêxistina Jinên Azad nedipejirand, hebûna rêxistinê jî înkar dikir. Di nav qadroyên CNT’ê de tenê yek jin hebû û ew jî ´Federica Montseny´ bû. Çima? Ji ber ku dibe ew jin be, lê feraseta wê her wekî zilaman bû, vê yekê jî dihîşt bê qebûl kirin.
Rêxistina Jinên Azad 149 komên xwe avakirin 
Di kongreya CNT´ê ya Cotmeha 1939´an de rêxistina Jinên Azad bernameya xwe destnîşan kir û  ev yek jî bersivek baş bû li hemberî CNT´ê ku digot, “ew ciwanin û di derbarê siyasetê de tiştekê nizanin.” Di wê demê de, rêxistina Jinên Azad du salan di nav şoreşa civakî de bi awayek aktîf beştar bû, 149 kom û 20 hezar endamên xwe hebûn. Herçend pirsgirêkên wan bi zilamên di nav tevgerê de hebû jî lê, wan di mijara beştarbûna di nav dezgehên CNT´ê de israr dikirin. Di bingeh de rola Jinên Azad ne li paş armancên CNT´ê bû, ew xweser bûn. Bi vî awayî wan karî di heman demê de ku ji bo azadiya xwe têkoşîn dikirin, di mijara taktîk û nêzikatiyên wan yên baviksalarî de jî rexne li wan bigirin.
Bi hezaran jin tevlî şoreşêbûn
Di sala 1936´an de darbeya faşîst pêk hat û şoreşa civakî dest pê kir. Bi hezaran jin tevlî çalakî û şoreşê bûn. Jinên Azad bi israr dan diyar kirin ku divê jin ne tene ji bo azadiya xwe di heman demê de ji bo azadiya hemû civakê têkoşîn bikin. Rêxistina Jinên Azad piştgirî dida têkoşîna çekdarî; gelek jinan çek rakirin û çûn çeperê pêş. Helbet ji bo wan şoreşa civakî ne tenê şer bû, ji ber wê jî wan çalakî û perwerdeya xwe jî bê navber didomandin. Bê guman ji bo zilaman beştarbûna jinan a qada şer ne tiştek baş bû, ji ber ku ew ji jidestdayîna hegemonyaya xwe ditirsiyan. Ji ber vê çendê jî nedixwestin ku jin li çeperê pêş yê şer de cih bigire.
Tabûrên xweser 
Dema şoreş dest pê kir, partiya PCE´ê (Partiya Komunîst a Îspanya) koma jinên komunîst jî hat damezirandin. Navê wan, Jinên Antîfaşîst (Mujeres Antifascistas) bû. Çalakiyên wan her tim li pişt armancên bingehîn yê partiya PCE´ê bû. Ew armanc jî tenê ji bo serkeftina Komara Îspanyayê ya burjuwazî bû û jin ji bo wê wek amûrekê hatin bikaranîn. Piştî ku şoreş ji aliyê hikûmet û partiya PCE’ê ve hat navendî kirin, hemû rêxistin û tabûrên ku ne fermî bûn hatin tunekirin, komên wek  Jinên Antifaşîst jî dan diyar kirin ku di vê jin ji bera şer bê kêşandin û dest bi karê xwe yê rastî bikin. Bi vî rengî, di pêşxistina şoreşê de hêdî hêdî jin li paş hatin girtin û di karên talî de hatin bi cih kirin. Pirr kêm jinan dikarî beştarî nav şerê çekdarî bibe. Di sala 1937´an de, partiyên di qada şer de, kom û tabûrên xweser tune kirin û tenê artêşa hikûmetê hat pejirandin, jin di nav vê artêşê de jî nehatin qebûl kirin.
Bi serketina hezên faşîst û îlankirina rejîma faşîst a Franco hemû rêxistinên li dijî rejimê hatin qedexekirin, endamên wan an koçî Emerîqa û Ewrûpayê hatin kirin an jî hatin girtin û qetil kirin. Gelek endamên rêxistina Jinên Azad çûn welatên wek Fransa daku di nav karê rêxistin kirina jinan de cih bigirin, lêbelê piştî destpê kirina şerê cîhanê yê duyemîn û dagirkeriya Hîtler, ew dîsan neçar man vegerin Îspanya yê û jiyanek veşartî bidomînin. Dema di sala 1975´an de dawî li rejîma Franco hat, gelek însiyatîfên cûda ji bo ji nû de avakirina rêxistinên anarşîst û rêxistina Jinên Azad hebûn, lê mixabin heya roj îro hewldanên wan negihişt astekê ku bikaribin dîsan civakê birêxistin bikin. Bê guman gelek komên jinan ji tevahiya cihanê, bi taybetî bîrbira anarşîst Emma Goldman, piştgiriya xwe a ji bo Jinên Azad dan raber kirin.
Sibê: Pênc jinên pêşengên şoreşê.