Bîra binhişiya civakî dengbêjî (1)

Dengbêjî xwe dispêre kokên dîrokê Dengbêjî jî weke çîrok û serpêhatiyan zêdetir zimanê jinane û ji vegotinê jî diyare despêkê jinan gotine. Radioya Êrîvanê ji Serhedê heta Amed, Ûrmiye, Dihuk û Qamîşlo dihate bihîstin. Dengxweşên weke Fatma Îsa, Susika Simo, Sîsa Mecîd, Zadîna Şakir û Aslîka Qadir dengê xwe gihandine van deveran û bi vê navgînê çand û jiyana civakiya Kurdan gihandine dahatoyê.

Dengbêjî xwe dispêre kokên dîrokê 
Dengbêjî jî weke çîrok û serpêhatiyan zêdetir zimanê jinane û ji vegotinê jî diyare despêkê jinan gotine. Radioya Êrîvanê ji Serhedê heta Amed, Ûrmiye, Dihuk û Qamîşlo dihate bihîstin. Dengxweşên weke Fatma Îsa, Susika Simo, Sîsa Mecîd, Zadîna Şakir û Aslîka Qadir dengê xwe gihandine van deveran û bi vê navgînê çand û jiyana civakiya Kurdan gihandine dahatoyê.
Navenda Nûçeyan - Dengbêjî beşek zanistê bi serê xwe yê dewlemende ku çand, huner, wêje, jiyana civakî, aborî, newekheviyên çînî, jiyana rojane, koçerî û çandinî hemûyê digire nava xwe. Hinek caran bi qasî saetekê yek stran dirêj dike, bê ku bala guhdaran belabike ewqas li peyî hev xweş rêzikirî diherike mirov bi demê nahese çawan derbasbûye. Gelek ji wan jî beşek çîrokiye, beşek strane heya dawiyê wiha di nava hev de tê gotin, li gorî tona dengê dengbêj şêwaza gotinê tê guherîn û dom dike heya dumahiyê. Heman dengbêj bi stranê despêdike, paşê dengê xwe nizim dike û vedigerîne şêwaza çîrokî û dest bi beşa jiyaniya çîrokî dike, heya cihekê dibe, carekdin dengê xwe diguherîne meqamê stranê û dom dike. Bi vî şêwazî bê ku guhdarvanan biwestîne û bêzar bike bi saetan didomîne. Strana Mem û zînê, Elî û Fatimê hinek ji wan mînakên dengbêjiyê ne. 
Dengbêjî û parastina çanda Kurdî
Çanda dengbêjiyê herî zêde di nava civatên şevabêriyên kurdan de xwe daye domandin.Kurdan jî bi rêya dengbêjiyê karîne hemû nirxên xwe yên çandî bidin jiyîn. Ji bin baskên qirkirina çandî û bişaftinê parastina çand û zimanê kurdî herî zêde jî dengbêjiyê rol girtiye. Dema mirov baş li stranên dengbêjiyê guhdarî bike û pêre biçe heya wan diyaran, dê baş bizane ew stran ayîdê kîjan demê ye û şêwaza jiyana wê demê baş bizane. 
Herî zêde jinan talokeyên ser jiyana xwe û binhişiya bîra civaka xwe hîs kirine û li hemberî wê şêwazên parastinê pêşxistine. Zimanê çîrokan jî hemû diyare vehonandinên jinane, ji ber têde kite kitên jiyanê hemû zindî û tazene. Dema dapîrek neviyên xwe û zarokên cîranan li xwe kom dike û dest bi gotina hebû, tinebû… dike weke ku jina qala wê dike ya ku piranî bi navê dayê pîrê tê wesifandin, pîra cîrana me ye û dê niha ji derî ve têkeve hindir. Ewqas mirov nêzî xwe û parçeyek ji jiyana derdora xwe dizane. Cardin zimanê dengêjiyê jî piranî yê jinane, ji xwe ji gotinên navê jî diyarin piranî vegotinên jinanin. Li ser tevin û teşiyan jî şopînê kur û dîrokî hene, her gulek a li ser tevnê xwe didanin weke gula gever û luleper çîrokên wan hene û ji xwe ber nîne. Sîmgeyên weke şifreyên civakî bikaranîne yên herî giring û divê neyên jibîrkirin jî ser çermê laşê xwe bi şêwazê deqan neqişandine… Ti deqek a li ser ruyê dayikekê bê sedem nîne, hemû xwedî wate ne û teqez dibin de çîrokek veşartiye. 
Ji Amed heya Qamişlo û Duhokê dengê Êrîvanê
Çavên dapîran ên ku di turikê wan de gelek çîrokên hîna derê wan nehatine vekirin hene jî gelek tiştan dibêjin. Dema mirov baş li çavên jinek temen mezin dinêre, ewqas tiştên ketine nava hev û hewceye bên gotin hene. Ne gengaze mirov bikare peyamên di çavê wan de kombûne ji hev derxe, bê ku li kêlekê rune û hinek têkeve nava demboriya wan. Ji xwe nivîskar Muradhan Mungan jî di vê mijarê de ji bo kurdan gotinek herî baş li rastiyê hatî bikar aniye û gotiye: “kurd pir xweşik dinêrin, ji ber zimanê wan hatiye qedexe kirin hemû hest û daxwazên wan di çavên wan de kombûne.” Ev jî herî zêde di çavên dapîrên me yên şahidiya gelek Şarezur, Helebce, Qamişlo, Cizîr û Şengal an kirîne de kombûne. Li şengalê êdî duayên derketina rojê û avabûna rojê bi deng nayên xwendin, dapîrên kiras sipî derdikevin ber derî berê xwe didin rojê û di dilê xwe de dibêjin. Ji ber êdî derfeta ew li serê çiyayê Şengalê jî bikarin bi deng duayan bikin ji destê wan hatibû girtin, ji bo parastinê di dilê xwe de duayan dixwînin. Ev hemû kombûnên bîra civakî xwe bi rêya dengbêjiyê jîndar kirine. Tayîbetî jî radyoya Êrîvanê û Bexdayê rolek giring lîstine û dengê xwe gihandine hemû deverên kurd lê dijîn. Radioya Êrîvanê ji Serhedê heta Amed, Ûrmiye, Dihuk û Qamîşlo xwe gihandiye guhdarvanan. Dengbêjên di radyoyê de stran gotine li van hemû deveran hatine guhdarî kirin, ji ber wê jî dengbêjan giyanek netewiya hevbeş bi dengê xwe dane avakirin.
 Jinên dengbêj û zoriyên jiyanê
Di çerxa navîn ku weke çaxa tarî tê binavkirin de weke hemû qadên jiyanê qedexe ji bo jinên dengbêj jî danîne. Weke ku gunehe jin stranan bêjin û mêr dengê wan bibihîsin. Gelo çima heya wê demê guneh nebûye, bi hezarê salan dengbêjî bûye sedemek sereke yê çand, jiyan û dîroka xwe domandinê. Çawan çêbû hema ji nûşkave guneh û herambû, dengê jinê. Kesê ev lêpirsîn nekir, weke heyî pejirandin. Cardin ên li hemberî van serî rakir jinbûn. Jinên dengbêj ji mal û zarokên xwe qetan, lê nekarîn ji çanda xwe ya dengbêjiyê durkevin. Meyrem Xan, keçmama xwe Elmas Xan û Eyşe Şan mînakên vê yên herî berbiçavin. Dema ku malbatê xwestiye wan bêdeng bikin, wan jî malbat terikandine û li peyî dengbêjiyê heya radiyo ya Bexdayê çune. Bi gotina: “Hunere ketiye xwîna min, nikarim bê wê bijîm” Meryem Xan ê her tişt li peyî xwe hêlaye û heta dawiya jiyana xwe xizmeta dengbêjiyê kiriye. 
Dengxweş Sîsa Mecîd
Dengbêj Sîsa Mecîd a di sala 1960’an de li Demîrçiyê  Masîsa Ermenistanê hatiye dinê. Dengê Sîsa yê bedew di Radyoya Êrîvanê de olan daye. Ji ber dengê xwe yê cuda û herikbar hatiye nasîn û nav û deng bûye. Sîsa ya li gel vê hemû dewlemendiya naveroka stranên xwe û dengê xwe yê delal jî tu tiştek li ser nayê peyîdakirin. Weke çand û dîroka welatê xwe tenê li ser zimanê jinan tê vegotin û ji nifş derbazî nifşan dibe. Sîsa ya 21’ê cotmeha 2019’an çavên xwe li jiyanê girtiye, li peyî xwe deng û stranên xwe yên her dem nûjenin û kevnare nabin weke mîras hêlaye. 
Sibê: Dengê Susika Simo ji herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê heta Meydana Sor a Sovyetê