Kokên Astarteyê li Mezopotamyayê ne (7)

‘Rehê berxwedêr ê Xwedawend’ Zenûbya Weke pêşniyaza ilmên civakî yê jin Jineolojî, ji pirsa ‘çima dîroka jinan divê ji nû ve bê nivîsandin?’ re van bersivan dide “An divê ruhê jinan li vê dinyayê bigere yan jî divê ev dinya bi ruhê jinan bê hûnandin…”

 ‘Rehê berxwedêr ê Xwedawend’ Zenûbya
Weke pêşniyaza ilmên civakî yê jin Jineolojî, ji pirsa ‘çima dîroka jinan divê ji nû ve bê nivîsandin?’ re van bersivan dide “An divê ruhê jinan li vê dinyayê bigere yan jî divê ev dinya bi ruhê jinan bê hûnandin…”
Navenda Nûçeyan- Di pirtûka destpêkek ji bo jineolojiyê de jidervehiştina dîrokê ya jinan wekî 9 tebeqe hatiye ravekirin û di tebeqeya heftan de sergotera “rehên berxwedêr ên xwedawenda keybanû ango melîkeyan” digire nava xwe. Di Rojhilata Navîn de weke şêweyeke berxwedanê keybanû ango melîkeyan jî weke perçeyeke dîroka jinan pewîstiya nirxandinê destnîşan dikin.
Ji bo ku em roja xwe ya îro fêm bikin her daneya dîrokî ya em dinirxînin, şopên em rastê wan tên xulase çaxa em tê de dijîn ji me re pêşkêş dike.
Mînak agahî-zanîna dîrokî ya kêm lê şîroveyên wê yên pir ‘rehên berxwedêr’ ên xwedawenda keybanû ango melîke Zenûbya şopên li pey xwe hiştine roja me ya îro êrîş û dagirkeriya li hemberî Sûriyeyê tê bipêşxistin em baştir dikarin fêm bikin.
Di sala 2015’an de êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Palmîra û peykerê temsîla xwedawend Al Lat a şêr û xirakirina perestgeha Belet gelo tişteke tesadufî ye?
An jî ji aliyê dewleta Tirk ve êrîşa ji bo dagirkirina Efrînê ya di sala 2018’an de perestgeha Hepat a ji aliyê Puduhepa ve hatibû çêkirin peykerê şêr ê temsîla xwedawend Hepat dikir bi balafirên şer bombebaran kirin. Gelo ev yek tenê weke sûcên şer ên ji rêzê dibe werin nirxandin? Ji sûcê şer wêdetir ma ne perçeyek êrîşa baviksalariyê ya li hemberî çanda dayika xwedawend a li ser ve erdnîgariyê ji bo bide tunekirin e?
“Pergala civakî ya dayika xwedawendan, li hember desthilatdariya zilam ruxmê têkçûnê jî Zenûbya çanda jinan a pêvajoya derbasbûnê destnîşan dike bi rê û rêbazên cuda temsîliyeta wê kiriye.” Zenûbya di heman demê de ew xweşikbûn û esaleta Palmîra ya bi hezaran salan tiştek ji nirxê xwe winda nekiriye ye.
Palmîra, nêzî paytexta Sûriye Şam (Dimeşk, Damaskus) 215 km. li aliyê bakur rojhilatê wê, bajarek kevnare ye.
Ji ber ku bajareke di nava çolê de li ser riya karwanan hatiye avakirin navên weke “bihuşta çolê” yan jî “bûka çolê” lê hatine kirin.
Tê payîn ku bajarê Palmîrayê, B.Z di sedsala 19’an de hatiye avakirin. Zêdabûna Darên Palmiye gelek balê dikşînin, hema hema êdî di hemû mîtolojiyan de xwedawendan weke daran teswîr kirine û sembolize kirine. Wisa xuya dike ku bajar navê xwe ji van dar û daristanan, ji navê dara Palmiyeyê digire. 
Di dîrokê de her çiqas gelek dewlet û împaratoriyan xwestibin bajar bigrin bin kontrola xwe jî Palmîra di heman demê de weke hevgirtin û dîdareke gelan jî tê zanîn.
Li hemberî Palmîrayê talan û dagirkeriya ewil ji aliyê împaratoriya Romayê ve dest pê kir. Gelek perestgeh û peykerên girêdayî çanda xwedawendiyê veguherîn dêr û kenîşteyan.
Palmîra ji ber ku li ser axa Sûriyeyê xwedî ciheke girîng e, rê tê de derbas dibin, piştî Romayiyan rastî talan û dagirkeriya tevahî hêzên dagirker û talanker hat.
Lê tevî xweşikbûna Palmîrayê, weke bajarê jinan jî navê xwe di dîroka berxwedanê de da nivîsandin ku ew nav, Zenûbya bû.
Li gorî şîrove û vegotinên dîrokzanan; ên çavkaniyên Aramî, Erebî û Suryanî esas digrin Zenûbya weke “Zennube”, “Zabuniya”, “Zeynubiye”, “Zeyno” û “Zeynep” bi lêv dikin. Wateya wê jî “Keça Xwedawend” an jî “Keça Bereketê” ye.
Gorî çavkaniyan; sala 258’an de Zenûbya, bi qralê Palmîrayê Septîmus Odaenathus re dizewice, piştî kuştina hevjînê xwe weke keybanû ango melîke dest bi rêvebirina welatê xwe dike.
Zenûbya, sînorên welatê xwe heta Iraq, Filistîn û Misrê berfireh dike. Zenûbya ku serweriya Romayê qebûl nake û serxwebûnê dixwaze, ji ber vê yekê têkiliyên Zenûbya û Romayê hêdî hêdî xira dibin.
Împaratoriya Romayê dikeve nava tevgerê û P.Z. di sala 272’an de li hemberî Palmîrayê seferê dide destpêkirin. Piştî şerekî dirêj Zenûbya dîl dikeve destên Romayê.
Li beramberê “xiranekirina Palmîrayê” Zenûbya dîlgirtinê qebûl dike. Ji bo serkeftina xwe pîroz bikin Zenûbya bi zincîrên zêr girê didin û dikin nava qefesekê, dixwazin bi vî awayî pêşkêş bikin û bibin Îtalyayê. Lê Zenûbya ji desthilatdaran re vê peyamê dide ‘ez nahêlim hûn vê serkeftinê tehm bikin’ jehrê vedixwe û dawî li jiyana xwe tîne. 
Peymana ku ji bo ‘dest nedin bajar’ di navbera Zenûbya û Romayê de hatibû çêkirin ji aliyê Romayê ve tê binpêkirin û Palmîra tê talankirin.
Li gorî gelek çavkaniyan, Zenûbya weke dîplomat, siyasetmedar, leşker û di heman demê de girîngîdayîna estetîka bajar ve sazûmankara bajar bû. Palmîra roja me ya îro jî hê şopên wê demê yên perestgeh û peykerên wê demê dide nîşandan.
Lê belê derbarê jiyan û kiryarên wê de çavkaniyên agahiyên berfireh nîn in. Dîrok kêm agahî gelek şîrove ne û em jî li şopên dema ku ew lê jiya ye dinêrîn. Em wan jinên ku li pey xwe ‘şop hiştine’ dibînin.