Sê jinên Têkoşer û parêzvanên bîrdoziya azadiya jinan (1)

Têkoşer Hebûn Mele Xelîl 21 salan kar û xebateke bîrdozî, rêxistinî û leşkerî da meşandin. Di oxira avakirina civakeke azad, polîtîk û demokratîk de jiyana xwe ji dest da. Xwîşka wê Rîma Mele Xelîl dibêje ku ew bi têkoşer Hebûn serbilind in û bawer in ku dê rêhevalên wê tolê hilînin.

Ji bo doza welatê xwe têkoşîneke piralî da meşandin
 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk bi balafireke bê mirov (SIHA) di 23'ê Hezîrana 2020’an de gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Di encama êrîşê de sê jinên pêşeng jiyana xwe ji dest dan. Jinên ku bi zanebûn ji aliyê dewleta tirk ve hatin hedefgirtin, Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî bûn. Van jinan li pey xwe mîrateyeke dirêj û dagirtî hiştin û bûn hêza bilindkirina têkoşînê.
Dîroka Tevgera Azadiya Jinan bi têkoşîna jinên qeherman a li hemberî pergala faşîst, netew-dewlet, zayendperest û hegomonîk dagirtiye. Ji bo Tevgera Jinan meha Hezîranê jî xwedî teybetmendî û têkoşîneke mezin e. 
Têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) di 30'ê Hezîrana 1996'an de li dijî êrîşên dewleta tirk û hêzên komploger çalakiya fedayî li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê pêk anî. Ast û biryardariya têkoşer Zîlan ji bo Tevgera jinan bû qonaxeke girîng û li ser vê bingehê rêgezên bîrdoziya azadiya jinan hat ragihandin.  
Têkoşer Sema Yuce di 21'ê Adara 1998`an de di dema ku di girtîgeha Çankakkale de dihat girtin, çalakî li hemberî sekn û rêxistinên Kurdên xayîn, hevkarên ku ji komloya navneteweyî re dibûn zemîn û ji bo qezenckirina sekna Kurdên azadîxwaz û xwedî rûmet, pêk anî. Sema di 17`ê Hezîrana 1998'an de jiyana xwe ji dest dide. Ev çalakî dibe zemînê avakirina partîbûna jin (PAJK) ku di 2000`an de hat ragihandin. 
Komkujiya ku dewleta tirk di 23'ê Hezîranê de li gundê Helincê yê Kobanê pêk anî û di encamê de Endamên Rêxistina Kongreya Star jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujî wekî hedefgirtina xeta têkoşîna jinan ku di kesayeta Zeyneb Kinaci û Sema Yuce de ronî bû hat ragihandin. Li ser vê bingehê Rêxistina Kongreya Star 23'ê Hezîranê wekî "Roja têkoşîna li dijî cînayetên li ser nasnameyên siyasî yên jinan" ragihand.
Ji hersê jinên ku li gundê Helincê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan têkoşer Hebûn Mele Xelîl bû di 21 salên xwe yên têkoşînê de kedeke mezin dabû. 
Şoreşgera welat û parêzvana nirxan bû
Hebûn Mele Xelîl bi navê rast Bediye, di sala  1981'ê de li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê ji dayik bûye. Lê ji ber kirîna malbata wê erdên gundê Pêndir ê li Rojavayê Kobanê, ew li Pêndir bi cih bûn. Ji ber ku bavê têkoşer Hebûn du caran zewicî ye, 13 xwîşk û 9 birayên wê hene. Bediye dibistana xwe ya seretayî li Kobanê xwendiye, piştre ji ber ku beşdarî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe, xwendina xwe berdewam nake.   
Malbata Hebûnê yek ji malbatên herî kevnar ji welatparêzên Kobanê ye. Ji lewre ew li ser bingeheke niştiman û netewparêz mezin dibe, rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê jî baş nas dike. Ji lewre ew ji komploya navneteweyî ya di 15`ê Sibata 1999`an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor dibe û beşdarî nava Refên Tevgera Azadiyê dibe. Hebûn bi kesayeta xwe ya çalak, zana û mutevazî 19 salan li çiyayên Kurdisanê kedeke mezin dide. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, Hebûn berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku rola xwe di nava raperînê de jî bilîze û bi erka xwe rabe.
Di êrîşa Çeteyên DAIŞ`ê ya di 2014`an de li Kobanê, Hebûn di asta fermandariya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) cihê xwe di berxwedana Kobanê de jî digre. Ji kêliya destpêkê ya êrîşan û heta rizgarkirina Kobanê, wê bênavber şer meşandiye. Têkoşer Hebûn bi sekn û têkoşîna xwe rola xwe ya di parastina destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê û nirxên cangoriyên azadiyê de, lîst. 
Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê ji axa Kobanê, Hebûn dest bi kar û xebatên rêxistinî û civakî dike. Bi sekneke çalak, fedakar, rêxistinî û bi taybetmendiya xwe ya dilnizm cihê xwe di dilê tevahî ferdên civakê de çêdike. Ew li ser bingehê bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan perwerde dike û têkoşîna avakirina civakeke azad, polîtîk û demokratîk bi rê ve dibe. Ji ber vê Hebûnê li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat daye meşandin. 
Ji bo pêkanîna armancên xwe, li hemberî nexweşiya biyolojîk jî şer kir
Hebûn Mele Xelîl têkoşîneke piralî da meşandin. Li dijî hêzên komploger, hişmendiya paşverû û zayendperest, çeteyên DAIŞ`ê û nexweşiya biyolojîk jî şer kir. Hebûn di 2016'an de bi nexweşiya penceşêrê dikeve, ji ber vê pêsîreke wê tê jêkirin. Tevî nexweşiya xwe Hebûnê dest ji têkoşîna xwe berneda û hêviyên pêkanîna armancên xwe roj bi roj mezin dikir.
Bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiya Helincê, xwîşka têkoşer Hebûn, Rîma Mele Xelîl ya 37 salî ji ajansa me re axivî. 
"Dixwest Kurdistan azad bibe"
Rîma di destpêka axaftina xwe de behsa kesayeta têkoşer Hebûn kir û wiha got: "Di navbera min û Hebûnê de sê xwîşk hene. Hebûn ji biçûkaniya xwe de hezkirina xwe ya ji Kurdistanê û Tevgera Azadiyê re bilêv dikir. Dema me ji dipirsî jî tu çima wiha difikirî, ji me re wiha didogt: "Ez jî dixwazim weke hemû neteweyan xwedî stastû û welatekî azad bim." Ji ber vê bi qasî ku şervanên Tevgera Azadiyê dihatin mala me, Hebûn jî li dora wan rûdinişt û bi wan re sohbet dikir. Her wiha ji gel û malbata xwe hez dikir û her tim riya pêşketinê nîşanî me dida. Gelek taybetmendiyên Hebûnê yên ku em ji wan bi bandor dibûn, hebûn. Lê herî zêde wêrektî û cesareta wê em bi bandor dikir. Çi mijar ango bûyer rû bidan, beriya her kesê Hebûnê mudaxele dikir."
"Xwezî ez jî wê demê biçûma"
Rîma bal kişand ser hevdîtina piştî deh salan û wiha pê de çû: "Wê demê min biryar da ku ez beşdarî nava Tevgera Azadiyê bibim lê wê nehişt û got ez ê beriya te biçim, heger xweş be ez ê agahî ji te re bişînim ji bo ku tu jî werî. Lê mixabin heta Hebûnê agahî ji min re şand bavê min ez dam zewicandin.  Hebûnê di 21 salên xwe yên di nava Tevgerê de, kedeke mezin da. Li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke dijwar da meşandin û gelek caran jî birîndar bû. Her wiha cihê xwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berxwedana Kobanê de jî girt. Beriya şerê Kobanê me Hebûnê piştî 10 salan dît. Hevdîtina me gelek cuda bû, guhertinên gelek xweş di kesayeta Hebûnê de çêbibûn. Wê her tim moral dida me ku wê Kurdistan rizgar bibe û dijmin têk biçe. Dema min rewşa wê dît, min poşmaniya ku ez pê re neçûm jiya." 
"Hevriyên Hebûnê tola têkoşeran hiltînin"
Şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê li dijî tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser xakên Başûrê Kurdistanê, pêngava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê dan destpêkirin. Rîma Mele Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew pêngava tolhildana ji têkoşer Hebûn û rêhevalên wê re ne û wiha bi dawî kir: "Dijminê gelê Kurd xayîn û xedar e. Dewleta tirk her tim jinên pêşeng hedef digre, komkujiya ku li Helincê jî çêbû vê yekê teqez dike. Lê em bi xwîşka xwe serbilindim û dizanin ku wê tola wê li erdê nemîne. Di roja îro de bi hezaran ji rêhevalên wê li çiyayên Kurdistanê li hemberî zordarî û dagirkeriya dewleta tirk şer dikin. Wê serkeftin a me be û têkçûyîn jî ya dijmin be."
Sibê: jiyan û têkoşîna Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel.