Ên destpêkê ji çavan hatin derxistin: Jin bûn -3

Pêvajoyên hiqûqî yên kuştinên jinan û dozên xweparastinê Me ji femînîst parêzer Dîren Cevahîr Şen pêvajoyên hiqûqî yên jinên ji hêla mêr ve tên kuştin û yên ku ji bo jiyana xwe biparezin neçar dimînin bikujin pirsî. "Jin ji hêla dewletê ve nayên parastin. Di rewşa tundûtûjiyê de, bêyî ku raporek bistînin ji hêla polîs ve tên şandina malên wan û ew neçar dimînin ku li malên xwe yên ku bûne navendên îşkenceyê bijîn. Dema ku jin jiyana xwe diparêzin, ne xalên TCK’ê 25 ne jî TCK 27/2 ji bo wan nayê pêkanîn.”

Pêvajoyên hiqûqî yên kuştinên jinan û dozên xweparastinê
Me ji femînîst parêzer Dîren Cevahîr Şen pêvajoyên hiqûqî yên jinên ji hêla mêr ve tên kuştin û yên ku ji bo jiyana xwe biparezin neçar dimînin bikujin pirsî. "Jin ji hêla dewletê ve nayên parastin. Di rewşa tundûtûjiyê de, bêyî ku raporek bistînin ji hêla polîs ve tên şandina malên wan û ew neçar dimînin ku li malên xwe yên ku bûne navendên îşkenceyê bijîn. Dema ku jin jiyana xwe diparêzin, ne xalên TCK’ê 25 ne jî TCK 27/2 ji bo wan nayê pêkanîn.” 
ZEYNEP PEHLÎVAN
Navenda Nûçeyan - Ji bo çareserkirina sedemên li pişt kuştinên jinan an jî tundiya li ser jinan ku di van salên dawî de li Tirkiyeyê pir zêde bûne, wekî perçeyek yekpare ya çareseriyê tê qebûlkirin! Ji ber vê sedemê, bûyerên şîdeta navborî gelek caran wekî mijara lêkolînên akademîk, gotarên zanistî yan lêpirsînên li Tirkiyeyê tên destgirtin. Di encama lêkolînên ku ji hêla rêxistinên cuda ve hatine kirin de, sedemên sereke yên jinkujî yan tundiya li ser jinan bi piranî li ser bingeha daxwaza berdanê, tundiya aborî û înkara têkiliyê ne.
Dema ku em bi perspektîfek giştîtir lê mêze dikin; em bi sedemên hinek kûr û sazkirî yên wekî rolên zayendî, zîhniyeta civakî û hebûna qanûnên ku ji hişyarkirinê dûr in re rû bi rû dimînin. Diyar e ku bi taybetî valahiyên qanûnî di şîdeta li ser jinan de roleke diyar dilîzin. Hebûna qanûnên ku berdanê dijwar dikin an nebûna qanûnên jiholêrakirina şîdeta li dijî jinan stûnên herî girîng ên pêvajoyê pêk tînin.
Ji aliyê din ve; vedîtina hin qanûnên li ser kaxezê di asta pratîkî de di heman demê de dikare ji bo mêrên ku şîdetê dikin cihekê girîng çêbike. Beşek girîng a qanûnan li şûna parastina rasterast a jinan parastina saziya malbatê de cih digre. Bi rastî, derketina neqanûnî ya Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê bûye sedema nîgeraniyên bêtir li ser vê mijarê!
Di beşa sêyemîn a dosyaya me de; em ê hewl bidin nemaze kuştina jinan û tundiya li ser jinan ji aliyê "qanûnî" ve binêrin. Dîren Cevahîr a ku ji 2009’an ve parêzer e, di warên wekî ekolojî, şîdeta li dijî jinan û destdirêjiya li ser zarokan çalak dixebite û her wiha gelek dozên bi van waran ve têkildar in ji nêz ve dişopîne, ji dil pirsên me bersivand.
* Li gorî we çima li Tirkiyeyê jin nayên parastin? Kîjan qanûn bi qanûnî nayên meşandin an jî têr nakin? Di qanûnên ku hatine pêkanîn de kêmasiyên heyî çi hene?    
       
Ger em bibêjin "jin li Tirkiyeyê nayênn parastin", ew ê rastir be. Ji ber ku her çend peyman û qanûnên wekî Peymana Stenbolê, Zagona bi Hejmara 6284, CEDAW û TCK di meriyetê de ne jî her roj herî kêm sê jin ji hêla mêran ve tên kuştin û bi hezaran ji wan tên tacîzkirin, destdirêjî û şîdeta mêr a zêde; heta jin bi dildarî nayên parastin. Bi vî rengî, heke qanûna heyî û peymanên navneteweyî yên ku em alîgirê wê ne werin bicih anîn, dê kiryarên tundiya mêr ewqas rehet nebûna û jin dê wekhev bijiyana. Bêguman divê di warê jinan de nivîsarên hiqûqî wekhevtir bin. Lê belê dev ji wekheviya safî berdin, ên ku di forma xwe ya îroyîn de welat îdare dikin, qanûna ku pê ve girêdayî ne bi fermî bi cih nakin. Dema ku jin li gorî Zagona bi Hejmara 6284 daxwaza parastin/pêşîlêgirtinê dikin, ew ji hêla dozgeran ve ji qereqol û dadgehan tên şandin.
* Pêvajoyên dozan bi gelemperî di kuştina jinan de çawa dimeşin? Cezayên pêwîst ji mêrên ku jinan dikujin re tê dayîn gelo?
Zilam rojê herî kêm sê jinan dikujin. Ji ber vê sedemê, mirovên ku derdikevin pêş dadger dîsa jî dikarin ji bo dozan ango mêraniyê, daxistinan bidin wan û mêr dikarin li gorî bendên provakasyona neheq ji kêmkirina cezayê sûd werbigirin. Bi fermî, şîdeta mêr ji nû ve zindî dibe. Di dema darizandinan de em rastî parastinên pir balkêş tên. "Min jê hez kir, min hesûdî kir, xwarinê kêm xwê çekir, cilên teng li xwe kir, keniya, benîşt cût, li hemberî min serî rakir, hindik pere anî, pere ji min veşart, bi dayika xwe rê pir axivî, bi dayika min re kêm axivî, tiştê ku min dixwest nekir, min xwest min berda, bi kesek din re zewicî, zarokên  min nîşanî min nede û hwd…”
Mixabin, dema ku van parastinên skandalî ji hêla mêran ve bi serbilindî li dadgehan tên kirin, ji aliyekê ve, parêzerên kujerên jinan jî di îfadeyên ku didin de sînorên parastinê ji dûr ve derbas dikin û heke jina ku rastî şîdeta zilam hatiye zindî be yan jî kuştî be dest pê dikin û malbata jinê tawanbar dikin. Heyet jî bi piranî rê didin vê yekê, ew tedbîran nagirin ji bo parastin û çavdêrîkirina kesên ku ji tawanê zirarê dibînin. Jin ji ber ku bi zimanê dayika wan werger tune ye û nikarin xwe bi zimanek biyanî îfade bikin ji hêla mêr ve tên kuştin. Fatma Altinmakas ji bîr nekin. Ew dayika 6 zarokan e ku li Mûşê destdirêjî lê hat kirin û piştî gilîkirinê ji hêla zilamê ku pê re zewicîbû re hat kuştin. Fatma Altinmakas ji ber ku bi tirkî nizanibû nikaribû xwe li qereqola leşkeran îfade bike.
Bêguman, ev rewş polîtîkaya gelemperî ya dewletê ye. Ji jinan tê xwestin ku serî li ber tundiya mêr bitewînin. Wekî encamek polîtîkayên kevneperest û mêtinger, mêr bi zanebûn jinan dikujin an tacîz dikin, lêdidin yan jî destdirêjiyê dikin, dizanin ku tiştek bi wan nayê. Zilam hêza xwe ji hikûmetê digrin.
* Riya darizandina jinên ku ji bo nemirin neçar bûn xwe bikujin çawa dimeşe?
Mixabin, bûyerên jinên ku ji bo nemirin neçar dimînin xwe bikujin bi heman rengî nameşe. Ya rast, pêwîst e ku ev her du rastî bi zelalî werin nirxandin. Tu jin nafikire, "Kîjan zilamê  tacîz bikim, kîjan zilamî bikujim, ez ê îro çi îşkence li hevjînê xwe bikim." Jin tenê jiyana wekhev, azad û dadmend dixwazin. Jinên ku jiyana wan bi zilm derbas dibe û jiyana wan veguheriye girtîgehê ji hêla dewletê ve nayên parastin, ew ji hêla polîsên ku di rewşa şîdetê de digerin bêyî ku raporek bistînin vedigerin malên xwe û ew neçar dimînin ku li odeyên îşkenceyê bijîn. Dema ku ew jiyana xwe diparêzin, ne TCK 25 ne jî TCK 27/2 ji bo van jinan nayê bikaranîn.
Di bin navê Parastin û Hewcehiya Meşrû de TCK Md. 25/1 ya dikeve min hûkme wiha yê: Kiryar ji ber kiryarên ku bi ferzkirina paşvexistina êrîşek nerewa ya ku ji bo mafek aydê wê yan kesek din e û pêkanîn an dubarekirina wê mîsoger e, li gorî êrîşê nayê cezakirin.
Wekî ku tê dîtin, ji bo her kes fêm bike ev hîm hêsan û zelal e. Jinên ku di her xala jiyana xwe de tim û tim şîdeta mêr dîtine, bêguman dê şîdeta kujer a li dijî jiyana wan tune bike. Lê belê, vîn û rêveberiya ku wan neparêze bi israr ji pêkanîna TCK 25 dûr dikeve û jinan bi salan dixe girtîgehê. Çi ji jinan tê xwestin? Ma gengaz e ku ew li dijî şîdeta mêr li ber xwe bidin? Benda xweparastinê çima li wir radiweste? Ji bo xemilandinê? Çima daraz û dewleta ku mafê tacîzkar û tecawizkaran dide rêwîtiya bi serbestî, jinên ku jiyana wan diparêzin ji roja yekem digire û wan bi salan di zindanê de dihêle?
Jinên ku di tevahiya jiyana xwe de destûr nadin ku biaxivin, di dema tên darizandin  de jî gelek caran li pêşiya axaftina xwe astengiyan dibînin. Ew neçar in ku çîroka tundûtûjiyê, ya ku bi zor dikare were derbirîn vebêjin ku jixwe pir dijwar e û teşwîqker e û dema ku ji wan re vedibêjin gelek caran bi muameleyên tûj re rû bi rû bimînin. Yên ku wan li derveyî girtîgehê neparêzin, ji ber ku wan xwe parastiye davêjin zindanê.
* Bi taybetî bi berdana Melek Îpek ve mijara Xweparastinê dîsa di rojevê de ye. Her çend mafê xweparastinê bi zelalî di TCK de hatiye diyarkirin jî em kêm caran rastî fermanên pêkanîna wê tên. Ma rewşên wekî berdana Melek Îpek di vê wateyê de pêşengiyek çêdike?
Wekî ku min li jor hewl da şîrove bikim, xweparastin di qanûna ceza de tê diyarkirin; lê belê, ew li ser jinan nayê sepandin. Mînakî, Name Ozturk ku jiyana wê di bin îşkenceyê de derbas bû, bi salan ket zindanê û di dawiyê de hat cezakirin. Di encamê de, tevî ku jixwe di girtîgehê de bû jî ceza lê hat birîn. Dîsa, Aylin Işik ji ber parastina jiyana xwe hîn jî di girtîgehê de ye.
Biryara Melek Îpek bêguman biryarek pir baş e û mirov kêfxweş dike. Lê belê ne ku ev berteka raya giştî û wêneyên Melek di dema bûyerê de nebûya, gelo wê Melek piştî mehan ji zindanê bihata berdan? Ez ewqas nafikirim. Di her rewşê de, Melek, ne li gorî bendên TCK 25, li gorî bendên xala 27/2 ya TCK ango, " heke sînor di parastina rewa de ji ber heyecan û tirsek maqûl were derbaskirin, kiryar nayê cezakirin" û bi piraniya dengan hat azadkirin. Bi rastî, ez nikarim bi tevahî kêfxweş bibim. Ji ber ku, dadweriya dewletê, kê parastina Melek nekir ku ji hêla mêrê xwe Ramazan Îpek ve, bi awayekî tazî saetan hat kelepçekirin û lêxistin xwar,  çavên wê ji ber îşkence û lêdanê werimî bûn û bedena wê bi birîn bû. Ji jina ku dixwaze ji vê îşkenceyê xilas bibe re dibêje te sînor derbas kir û bi yekdengî tê vê biryarê. Lê belê berê dozgerê îdianameyê jî dixwaze ku Melek were cezakirin. Lê digel her tiştî, ev rewş ji jinên ku jiyana xwe bi êşkenceyê derbas kirine û canê xwe rizgar kirine re dibe mînak û rê vedike."
* Di nîzameke qanûnê ya ku jin neçar in "ji bo nemirin xwe bikujin” de betalkirina Peymana Stenbolê dê bandorek çawa li pêvajoyê bike?
Me berê jî ji bo sepandina Peymana Stenbolê hewldanên bêhempa dida. Dadger, dozger, qereqolên polîs, serokên saziyên îdarî yên sivîl sepandina peymanê pir dijwar dîtin. Gelek caran, em şahidên tiştên ku wan nedizanîn û nedibihîstin bûn. Lê belê, wekî encama kampanyayên li dijî-peyman û êrîşên sîstematîk ên li ser peymanê ku ji hêla hêza siyasî ve piştgirî tê dayîn, kongre ji hêla girseyên firehtir ve hat bihîstin. Lê digel her tiştî, partîbûna Peymana Stenbolê ji bo jinan dihat wateya temînateke mezin.
Her çend biryara Serokomar a bidawîkirina peymanê eşkere ye jî; peyman hîn jî berdewam dike. Lê belê piştî daxuyaniya bidawîbûnê, polîs û leşker, heta hin dozgeran, peyman û Qanûna Hejmar 6284 ku jê derketibû red kirin ku bi cih bînin, jinên ku ji ber şîdetê hatin ba wan û carna jinên ku di nava xwînê de tên, em dibînin yan jî dibihîzin, ji qereqolan û dadgehan paşve tên şandin. Bi tu awayî tiştek nakin û ger bikin ji zilamên ku kiryarên tundiyê pêk tînin, cazayê dûrxistinê nadin. Ev eşkere binpêkirina qanûnan e ji hêla pêkanîn û dadrêsiyê ve. Ez ditirsim ku ji îro û pê ve em ê bi gelek binpêkirinên mafan ên li dijî jinan re rû bi rû bimînin. Saziyên berpirsyar û rayedar ji bo sepandina qanûnan û parastina welatiyên xwe vê yekê bi paşguhkirina qanûnên heyî nakin.