Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve -6

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongreya Star Rûken Ehmed kar û xebatên dîplomasiyê nirxand û got: "Dîplomasiya Kongreya Star xebatên girîng di aliyê danasîna şoreşa Rojava û piştgiriya ji bo Rojava da meşandin."

"Dîplomasiya Kongreya Star deriyê dan û standinê vekir"
 
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk (Dîplomasî) ya Kongreya Star kar û xebatên xwe dispêre hêza civakê û hêza mezin jî ji jinan digre. Di aliyê dan û standinê de bi tevahî cîhanê re di nava têkiliyê de ye ku dengê şoreşa jinan bigihîjîne tevahî cîhanê. Komîteya dîplomasiyê ji bo jinên Kurd di aliyê dîplomasiyê de xebatên mezin dimeşîne û li dijî her cure desthilatdariyê têdikoşe. Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongreya star di sala 2016'an de hat avakirin û rolek şênber di aliyê dan û standinê de dilîze. Her wiha li Libnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê jî rêxistinbûna xwe berfireh kiriye. Ji bo ku em hîn bêhtir rol û mîsyona Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk (Dîplomasî) binasin Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongreya Star Rûken Ehmed nêrîna xwe parve kir.
"Dîplomasî doza Kurdan di asta cîhanî de dide naskirin" 
Rûken Ehmed destnîşan kir ku wan bi karê dîplomasiyê re doza Kurdan dane naskirin û wiha got: "Kar û xebatên dîplomasiyê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re girîngiya wê derket holê. Gelek serhildanên Kurdan çêbûne lê dema digihîştin astek dihatin çewisandin, ji ber ku di wan deman de têkiliyên berfireh bi gelan re çênedibûn ango derfet tunebû. Di şoreşê de pêwîstî hebû ku li ser bingeha dîplomasiya gel a raya giştî were çêkirin, ew jî weke gelê Kurd ku me pêşengiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir loma pêwîstî hat dîtin ku têkoşîna li ser erdê dihat kirin bi raya giştî re were parvekirin. Niha weke dîplomasî têkiliya me di qada navneteweyî de heye. Em dikarin têkiliyên xwe yên berfireh di asta Ewropayê de bidin meşandin û doza Kurdan bidin naskirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re bingeha dostên Kurdan hebû. Hewcedariyeke me hebû ku piştî şerê Kobanê dest pê kir û berxwedana ku hat meşandin û şehadeta Arîn Mîrkan deriyê karên me yên dîplomasiyê vekir û şoreşa jinan hat naskirin. Şoreşa ku hat naskirin, zexteke li ser dewletên navneteweyî kir ku NATO’yê jî mudaxeleya şerê Kobanê kir û pişgiriya şervanên YPJ/YPG'ê kirin. Ne ku piştgiriya me ji ber xwe ve kirin, ji ber bandora têkiliyên dîplomasiyê bû. Dîplomasiya civakî di sedsala 21'ê de bi pêş ket. Têkiliyên dîplomasiyê di asta navneteweyî de domdartir dibe. Her wiha bi riya dîplomasiyê re têkoşîna gelan tê parvekirin. Bi riya karê dîplomasiyê re me gelek jin nas kirin û rê li têkiliyên mezin hat vekirin."
"Komîteya dîplomasiyê di sala 2016'an de hat avakirin"
Rûken diyar kir ku komîteya dîplomasiyê di sala 2016'an de xwe bi rêxitin kiriye û wiha pê de çû: "Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê tu kar û xebatên me li ser erdê tunebû. Yekitiya Jinên Suryan hebû wê jî di bin siya rejîma Baasê de kar û xebatên xwe dimeşandin. Lê di sala 2005'an de Yekitiya Star xwe bi rêxistin kir û bi awayekî veşartî li Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên xwe dimeşandin. Di sala 2004'an de di lîstokgeha fitbolê ya Qamişlo de li dijî ciwanên Kurd komkujî pêk hat û ev yek hişt ku serhildana gel bi pêş bikeve. Ev serhiladana bû bingeh ku şoreşa me pêk were. Piştî ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat, Yekitiya Star xwe berfireh kir û bû Kongreya Star. Kongreya Star bi rehendên xwe gelek berfireh bûn heta li gund û bajaran jî xwe bi rêxistin kirin. Nêzî 12 komîteyan xwe ava kir û ji wan yek jî Komîteya Dîplomasiyê ye. Komîteya Dîplomasiyê di sala 2016'an de hat avakirin. Piştî şerê Kobanê û serkeftina wê Rêveberiya Xweser hat avakirin. Di Rêveberiya Xweser de deriyê dîplomasiyê hat vekirin. Kongreya Star jî yekemîn sîwana jinan e ku di aliyê siyasî, civakî, rêveberî û dîplomasî de dan meşandin. Hemû şandeyên ku hatin serdana me bi Kongreya Star re şoreşa me û xetera DAIŞ'ê nas kirin. Em hemû dizanin ku çeteyên DAIŞ'ê bîrdoziyek wan a pir xeter li ser tevahî cîhanê hebû. Cihên ku çeteyên DAIŞ'ê dagir dikirin bi şerê derûnî û şerê taybet gel ditirsandin. Li beramberî vê hêza tarî û xetera li ser cîhanê tevahî jinan serî rakir û raperîna jinên Şengalê rakirin. Heta niha jî gelek dewlet serkeftina Kobanê pîroz dikin. Bi riya Kongreya Star re gelek heyet hatin serdanê û pirtûk û fîlîm hatin çêkirin."
"Têkiliyên demokratîk bi civakên demokratîk re didin meşandin" 
Rûken Ehmed kar û xebatên dîplomasiya jinan wiha nirxand: "Di destpêka şoreşê de qada leşkerî bêtir dihat naskirin lê piştî wê Rêveberiya Xweser hat avakirin û gelek jin beşdar bûn. Ji bo me pir girîng bû ku jin ne tenê di aliyê leşkerî de di aliyê siyasî û dîplomasî de jî rola xwe bilîzin. Jin di aliyê biryar û rêveçûyîna siyasetê de bûn xwedî ezmûn. Di aliyê dîplomasiyê de jî bi têkiliyên xwe yên xurt deriyê dan û standinê vekirin. Rastiya şoreşê me ne tenê leşkerî bû, di aliyê siyasî, çandî, dîplomasî, civakî de jî şoreşê dide meşandin. Her wiha şoreşa me deriyê xwe ji jinên enternasyonalîst jî vekir û gelek ji wan beşdarî şoreşa me bûn. Jinên enternasyonalîst encam ji şoreşê me girtin. Di kongreya 2019'an a Kongreya Star de me navê xwe guhert û kir komîteya têkilî û tifaqên demokratîk a Kongreya Star. Ji ber ku di rastiyê de têkiliya me bi jin û gelan re heye. Jin li ku derê bin em her piştgiriyê didin û têkoşîneke parelel didin meşadin. Ji bo wê jî em dibêjin em têkiliyên demokratîk bi civakên demokratîk re didin meşandin û têkiliyên me domdar in. Têkiliyên me ne li ser esasê berjewendiyan, li ser esasê hevaltiyê ne, bi van têkiliyan re em dikaribûn gelek destkeftiyên mezin di raya giştî de bi dest bixin."
"Têkoşîna hevbeş di asta yekemîn de bi rêxistinbûna jinan tê avakirin"
Rûken Ehmed da zanîn ku ew di destpêkê de têkiliyên navxweyî ava dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em di destpêkê de di asta navxweyî de têkiliyên xwe didin meşandin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bêhnvedanek da jinan ku gelek rêxistinên sivîl û jinan di hemû pêkhateyan de hatin avakirin loma tifaqa me ya navxweyî pêwîst bû. Li ser wê bingehê bi rêxistinên jinan re gelek kampanya û karên hevbeş hatin birêxistinkirin. Me xwest hêza xwe ya navxweyî ya jinan ava bikin. Me bi şoreşê re hişmendiya mêrperest guhert û wiha hemû jinan beşdarî kar kir. Em encax dikarin bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê tev bigerin. Me têkoşîna li hemberî tehdîtên ku li ser herêmên me hene meşand. Em têkoşîna hevbeş di asta yekemîn de bi rêxistinbûna jinan re didin avakirin. 
"Têkiliya me bi rêxistinên jinên cîhanê re heye"
Rûken Ehmed têkiliyên xwe yên bi rêxistina jinan re wiha parve dike: " Di şerê Serêkaniyê de me li Ewropayê weke enformasyoneke navenda malûmatan vekir û ji vê navendê me daxwazên pişigiriyê ji dostan kir. Loma 25 komîteyên ku "Rojava diparêzin" li 12 dewletan hene ku ji rêxistinên jinan pêk tên. Ev komîte piştgiriyê didin şoreşa me, ji bo xebatên me  bangawazî dikin û çalakî didin meşandin. Di asta Rojhilata Navîn de ew du sal in kar û xebat tên meşandin. Her wiha di asta Rojhilata Navîn de konferansa me çêbû. Rêxistina meşa cîhanî em tê de amade bûn. Rêxistina IWA di asta cîhanî de em tê de endam in. Her wiha Însiyatîfa Jinên Rojhilata Navîn ji bo têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirinê bi hev re aştî û aramiyê bidin avakirin, ev yek jî ji 35 rêxistinên jinan pêk tê. Ev yek jî em bikaribin li hemberî hemû siyasetên qirkirina li ser jinan û piştgiriya jinan bi hev re têkoşînek bidin avakirin û bersiva van êrîşan bidin. Di şerê dawî yê Efganistanê de rêxistina Rewaya Jin hebû, têkiliya me bi wan re jî hebû. Rêxistina Rewaya Jin berê ve piştgiriya şoreşê me kiribû, em jî niha piştgiriyê didin şoreşa wan. Ev du sal in xebata enformasyonê ya xebatên malûmatan a dîplomasiyê hatiye avakirin, ev jî ji bo qirkirinên dewleta tirk çi Efrîn û Serêkanî be, her wiha hedefgirtina çeteyên DAIŞ'ê ya jinan lêkolîn dikin û dosya amade dikin. Ev lêkolîn û dosya li ser tora civakî tên belavkirin û ji rêxistina jinên cîhanê re tên şandin."
"Li Lubnan, Ewropa û Başûrê Kurdistanê xwe bi rêxistin dikin" 
Rûken Ehmed diyar kir wan xwe li Lubnan, Ewropa û Başurê Kurdistanê bi rêxistin kirine û wiha domad: "Berê buroyên me li tevahî bajarên Rojavayê Kurdistanê hebûn lê me niha kiriye asta navendî. Niha navenda wê li bajarê Qamişloye ye her wiha li Kobanê, Heleb û Şehbayê weke enfermasyonê kar û xebatên xwe bi rê ve dibin. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî li bajarê Silêmaniyê heye û weke komîte kar û xebatên xwe bi rê ve dibin. Ya li Silêmaniyê têkiliyên xwe bi jinên Soran, Goran û Bexdayê re çêdikin. Di asta yekitiya navneteweyî de dikaribûn xebatan bimeşînin û weke jin rola xwe di yekitiya neteweyî de lîstin. Mirov dikare bibêje ku karek baş li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hat meşandin. Li Lubnanê jî komîte heye we jî di asta Lubnan, Misir û Filistînê de têkiliyên xwe ava kirine. Li Ewropayê jî komîteya "Jin Rojava diparêzin" têkiliyên xwe berfireh kirine. Ji ber rewşa şewba virusê şandeya jinan nikaribûn serdana Rojavayê Kurdistanê bikin. Loma têkiliyên me bi Başûrê Kurdistan, Ewropa û Lubnanê re di asta tora civakî de berdewam dikin. Bi riya tora civakî em gelek panêlan li dar dixin."
"Em ê mîrasa jinan biparêzin"
Rûken Ehmed destnîşan kir ku ew heta astekê li cîhanê hatine naskirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em heta astekê li cîhanê hatine naskirin. Bi şoreşê re gelek têkiliyên me berfireh bûn. Dîplomasiya Kongreya Star danasîna şoreşa rojava û piştgiriya ji bo Rojava xebatên girîng meşandin. Em dikaribûn di asta Rojhilata Navîn de xebatek ji nêz ve bidin meşandin. Em çûn serdana Tûnis û Lîbnanê. Em dixwazin di demên pêş de buroyên xwe li dewletên Ereb jî vekin. Me par konferansa xwe ya duyem li dar xist. Ji bo Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, gelê ku li kampan dijîn, rastiya têkoşîna ku li ser rûyê erdê tê meşandin û zehmetiyên ku tên jiyîn, em dixwazin hîn bêhtir rewşa wan di raya giştî de bidin xuyakirin. Em li ser van mijaran weke enfermasyon kar dikin û ev dosya em bi 7 zimanan wergerên wan çêdikin, çima? Ji ber ku tehdîtek mezin li ser projeya me heye. Projeya neteweya demokratîk ne navendî ye, hemû ol û mezheban di nava xwe de dihewîne û hemû kes xwe tê de dibînin. Her wiha projeya me di warê azadiya jinan de hemû cîhanê derbas kiriye. Destkeftiyên jinan ên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin, em dikarin bikin mîras û para tevahî jinên cîhanê û vê mîrasê biparêzin. Di şoreş û demografiya me de gelek girîng e ku projeya neteweya demokratîk pêk hatiye. Gelek şerên mezin li dijî me hene çi aborî û çi taybet be. Ji bo ku şoreşa me neyê fetisandin divê cîhan rabe ser piyan loma em tesîra raya giştî gelek esas digrin. Heta niha jî gelek tehdîdên mezin li ser me û projeya me hene. Her wiha divê em di asta hundirîn de guhertinên mezin bidin çêkirin. Gelek ragihandin weke propaganda kar û xebatan didin meşandin lê em dixwazin di rastî de di kar û xebatên xwe de guhertinên ku pêk tên bidin ragihandin. Armanca me ew e ku em têkiliyên xwe hîn bêhtir berfireh bikin." 
Sibê: Hêzên Parastina Cewherî-Jin HPC-JIN