Ji yekitiyê ber bi pêşengiya şoreşa jinan ve -5

Berdevka Komîteya Civakî ya Kongreya Star Gulistan Elî der barê kar û xebatên komîteyê de wiha got: "Komîteya civakî dema hat damezrandin tiştên ku di nava civakê de li pişt perdeyê mane û nehatine dîtin dît û xist rojeva xwe."

"Jin bingeha civakê ne"
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo- Yek ji komîteyên Kongreya Star jî komîteya civakî ye. Komîteya civakî bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gavên mezin avêt û bû cihê perwerdekirin û bi rêxistinkirina civakê. Perwerdekirin yek ji bingeha qada civakî ye ku komîteya civakî ya kongreya star gelek rolên mezin dilîze. Ji zarokan bigire heta mezinin bi rêxistin dike û di her aliyê de parastin û perwerdeyên xwe dike. Her wiha bi malbatan re dicivin û wan guhdar dikin û zana dikin. Komîteya civakî erkdar e ku her malbateke di civakê de demokrat bike û zehmetiyên ku dijîn çareser bike. Her wiha di aliyê çalakbûna civakê berpirsiyar in. Komîteya Civakî zarok, pîr, ciwan, îxtiyar, astengdar û gelek xebatên girîng di nava xwe de dihewîne û erkdar e ku jinan di civakê de bi zane bikin. Girîngî û rola komîteya civakî ya Kongreya star di nava civakê de, Berdevka Komîteya Civakî ya Kongreya Star Gulistan Elî nirxandinên girîng kir.
"Komîteya civakî di sala 2016'an de hat avakirin"
Gulistan avabûn û girîngiya komîteya civakî wiha dinirxîne: "Dema qada civakî tê ziman, civak bi xwe tê bala mirovan. Komîteya civakî dema hat avakirin, bi armanca tevlibûnek xurt ji civakê derkeve hat avakirin. Armanca me û xebata me civakî ye û em civakê esas digrin. Komîteya civakî di sala 2016'an de hat avakirin. Di destpêkê de ji bo rêxistinbûna saziyê, gelek rêxistinên cur be cur cihê xwe tê de digirtin. Di berê de civak bi awayekî giştî bi dest dihat girtin û pêwîstî hat dîtin ku em wek Kongreya Star jî komîteyek civakî ava bikin. Me bi vê komîteyê re xweseriya jinan derxist pêş. Jinan bi komîteya civakê re îrade û hebûna xwe derxistin pêş. Di cewhera jinan de hevbeşbûyîna hemû tiştî heye loma me bi vê komîteyê re hevbeşbûna jinan û rengê jinan derxist pêş. Komîteya civakî di nava xwe de gelek karên cuda dihewîne mîna kesên astengdar, zarok, jin, tundiya ku li dijî jinan tê kirin û tenduristî. Her wiha tiştên ku civakê bi bandor dike em hemû dikin rojeva xwe û kar û xebat dimeşînin. Her wiha em girîngî didin karê jin û zarokan. Em dixwazin weke komîteya civakî sererastkirin û hevbeşiyeke di nava xwe, civakê û saziyên eleqedar de bikin."
"Li taxan komîna zarokan jî tê birêxistinkirin"
Gulistan diyar kir ku ew di komîteya civakê de zarokan jî bi rêxistin dikin û wiha domand: "Komîteya civakî dema hat damezrandin tiştên ku di nava civakê de piştperde mane û nehatine dîtin dibîne û dike rojeva xwe. Em xwe ji bo civakê berpirsyar dibînin. Di nava beşa komîteya civakî de beşa zarok jî heye û ev beş bi taybetî armanca wê danasîna mafên zarokan di nava civakê de ye. Weke ku em dizanin zarok li tevahî Rojhilata Navîn ji mafên xwe yên herî hesan jî bêpar in. Ji ber ku her dem zagona hikûmetê li ser me ferz bû loma girîngî ji zarokan re nedihat dayîn. Em bala xwe didin heta roja îro jî zarok li kolanan parsê dikin, di sanayiyê de dixebitin, karên hemaltiyê û hwd. din dikin. Heta zarok jî rastî tundiyê tên. Di nava malbatê de lêdan û axaftinên giran ji wan re tên gotin. Ji ber ku mafên zarokên li Rojhilata Navîn weke zagonî heye lê li di jiyanê de tune ye. Loma armanca beşa zarokan ew e ku bikaribe ji zagonan zêdetir, bi malbatan, mafên zarokan bide qebûlkirin. Beşa zarokan diçin ziyareta malan dikin û ji malbatan re li ser girîngiya zarokan şîrove dikin. Ji ber ku em hemû dizanin heta civak rast nebe, tiştên din jî rast nabin. Beşa zarokan li taxan, komînên xwe bi rêxistin dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarok jî cihê xwe di nava civakê de digrin. Îro ger hevsengiyek di navbera her du zayendan de tunebe, ev yek ji zarokatiyê ve dest pê dike. Loma beşa zarokan dixwaze zarokan ji biçûkanî ve perwerde bike. Îro zarok jî mafên xwe nas dikin. Me berê nedizanibû mafên zarokan wek zagon heye lê niha ew zanist bi pêş ket û em girîngî didin zarokan. Dema roja zarokan a cîhanî tê em gelek çalakiyên mezin ji bo wan li dar dixin. Heta niha jî beşa zarokan xwe bi rêxistin dike û hedefa wan ew e ku di hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe bi rêxistin bikin."
"Em dixwazin zîhniyeta civakê biguherînin"
Gulistan Elî diyar kir ku armanca wan ew e civakek exlaqî, polîtîk û ekolojîk ava bikin û wiha pê de çû: "Armanca me avakirina civakek exlaqî, polîtîk û ekolojîk e. Li hemû derên ku dewlet hebe, civak li paş dimîne. îro siyaseta dewletan li malan jî hatiye ferzkirin. Em dikarin bibêjin ku pergala malê jî weke ya dewletan bûye. Îro em dibînin di malê de mafên zarok û jinan tune ye û mêr jî weke desthilatdar nêz dibin, yekser dibe pergala dewletê. Em dikarin bêjin ku hikûmet dewletan bi rê ve dibe û dewlet jî malbatan di mala wan de wek pergala xwe bi rê ve dibe. Armanca komîteya civakî ew e ku vê zîhniyetê biguherîne. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek pêk hat û ev şoreş jî bi destên jinan pêk hatiye. Me gelek destkeftî bi dest xistine lê di aliyê civakê de hîn jî kar pêwîst e û divê em zîhniyeta malbatê biguherînin. Ji bo ku şoreşa me temam bibe divê em çareseriya bingehîn di nava civakê de pêk bînin. Em di nava civakê de perwerdekirinê hedef digrin, ev yek çi jin be çi jî mêr be em wan perwerde dikin. Fikra ku em dixwazin pêk bînin em dixwazin civakê îqna bikin. Elbet dema civak tê gotin rol û mîsyona komîteya civakî tê bîra mirovan loma em ê hîn bêtir ked bidin da ku civaka xwe biguherînin."
"Jinan bi şoreşê re doza mafên xwe kir" 
Gulistan Elî bal kişand ser malbata demokrat û wiha pê de çû: "Di malbatê de mêr li ser her tiştî hikûm dike. Pir jin hene ku ji destên hevjîn, bav û birayê xwe gelek zilim dibînin bêguman ev yek gelek derûniya jinan xirab jî kiriye. Piştî ku şoreşa me pêk hat elbet gelek nakokî di nava jinan de derketin. Jinan bi şoreşê re mafên xwe nas kirin û bû pêşeng. Jin bi şoreşê re rola xwe dîtin, piştî rola xwe hêza xwe naskirin û doza mafê xwe kirin. Em dikarin bêjin ku jin êdî malbata hikûmdar qebûl nake. Mêr jî bi awayekî hişk nêzî jinan bûn, gelek jin rastî tundî û qetilkirinê hatin, sedema wê jî neqebûlkirina zîhniyeta mêr bû. Êrîşkirina mêran siyaseta dewletan e û em dikarin bi çavên xwe bibînin ku herêmên ku îro dewleta tirk dagir kiriye wekî Efrîn û Serêkaniyê gelek tundiyên mezin li dijî jinan pêk tînin. Çima? Ji ber ku dixwazin bi van yekan peyam bidin jinên têkoşer. Îro em dibînin li Efganistanê cara yekemîn êrîşî jinan kirin û xwestin jinan biçewisînin. Îro li qadên ku hatine dagirkirin jin rastî hovîtiyên mezin tên. Ruxmê wê jî em israra xwe ya xwebûnê berdewam dikin û hêza xwe ya mezin ji jinan dig-rin. Em dixwazin bi riya perwerdekirinê, heqîqeta rast ji civakê re eşkere bikin. Em mal bi mal malbatan ziyaret dikin û heqîqeta rast ji wan re şîrove dikin. Em dixwazin di nava civakê de hevsengiyê çêbikin. Em dixwazin pirsgirêkên ku rû didin çareser bikin. Her wiha em gundan jî ziyaret dikin û li wan guhdarî dikin."
"Divê em di warê mêjî de parastina xwe bikin"
Gulistan Elî bal kişand ser parastina civakê û wiha domand: "Em dikarin bêjin ku divê di destpêkê de parastina mêjî bikin. Em çiqas zîhniyeta civakê biguherînin, em ê ewqas bikaribin parastina civakê bikin. Dema em projeyan ji bo civakê pêşkêş dikin, dixwazin zêdetir xwe nêzî civakê bikin û mêjî nas bikin. Em dixwazin fikra neteweya demokratîk di nava civakê de bidin naskirin. Em dikarin encax bi fikra neteweya demokratîk civaka xwe biparêzin. Em bi projeyên xwe dikarin xwe nêzî civakê bikin û mêjiyê wan nas bikin. Divê em civaka xwe bi hişmendiya şerê gelê şoreşgerî perwerde bikin û civaka xwe erkdar bikin. Dema xeteriyek di nava civakê de çêbibe divê gel parastina xwe bike. Şoreş tenê bi leşkerî bi ser nakeve divê civak jî piştî leşkerên xwe bin û xaka xwe biparêzin. Em nikarin bi koçberbûnê xwe biparêzin, em ji bîr nakin gelek kesên ku koçber bûne û çûne derveyî welat ji serma û di avê de jiyana xwe ji dest dane. Em van rastiyan di perwerdeyên xwe de nîşanî civaka xwe didin. Bi rastî jî warê mirovan hebûna mirovan e. Elbet gelek kesên ku çûne derveyî welat vegeriyan xaka xwe. Qebûl nekirin ku ji welatên cuda re erka xwe pêk bînin. Dema li vir şer ango êrîşek pêk tê ji ciwanan bigre heta mirovên temenê wan mezin parastina xaka xwe dikin, ev yek jî hezkirin û girêdana gel ji axa xwe re ye. Armanca me ew e ku em tevahî civakê bînin vê astê ku axa xwe biparêzin. Ciwan jî pêşeroja civakê ne û em wan jî perwerde dikin û bi perwerdeyan dihêlin ku ciwan zêdetir ji axa xwe hez bikin. Komîteya civakî ji bo ciwanan di dibistanan de jî rêxistinbûna xwe bi pêş xistiye. Em xwendekarên navîn û amadehî di aliyê welatparêzî, şerê gel ê şoreşgerî û hezkirina ji axê re wan hişyar dikin û hestiyariya wan bi pêş dixin."
"Neteweya demokratîk hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne"
Gulistan Elî neteweya demokratîk di nava civakê de wiha dinirxîne: "Hişmendiya neteweya demokratîk ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê tevahî cîhan li ser bimeşe. Dema Rêber Apo vê projeyê pêşkêş kir ji bo tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê pêşkêş kir. Îro pergalên ku bi navê azadî û demokrasiyê bang dikin em dizanin di bin siya pergala kapîtalîst a desthilatdar de ye. Polîtîkaya Erdogan a ku bi yek ziman, çand û olê li tevahî Rojhilata Navîn jî bi rengên cur be cur li ser me dihat meşandin lê em ne di wê ferqê de bûn. Em wek gel bi şans bûn ku vê tecrubeyî li gel xwe dest pê dikin. Em destpêka şoreşê û niha tînin gel hev bi rastî jî hişmendiya neteweya demokratîk li me jî hatiye çandin. Di destpêkê de di nava pêkhateyan de nehezkirinek hebû lê bi şoreşê re gelek zîhniyeta me hat guhertin. Neteweya demokratîk hemû ol, çand û hebûna pêkhateyan di nava xwe de dihewîne. Heta niha jî kêmahî tên jiyîn heta di nava Kurdan de jî ev nakokî tê jiyîn û mînaka wê jî Başûrê Kurdistanê ye ku li dijî pergala me şer dike. Pergala Başurê Kurdistanê jî bi destên desthilatdaran tê meşandin, rû weke Kurd in lê bingeha wan zîhniyeta desthilatdariyê ye. Em pergala Başûrê Kurdistanê jî dibînin, nêzî 5 hezar mirovên wan koçber bûne û li ser sînor gelek zehmetiyên mezin dijîn. Mirov dipirse çima ewqas mirov ji Başurê Kurdistanê direvin û koçber dibin? Ji ber ku heta niha rastiya civakbûnê nehatiye rûniştandin û demokratkirina civakî li wir tune ye. Em dixwazin civaka xwe ji wê rewşê derxin, ji ber ku heta niha êrîşa li ser mêjiyê me berdewam dike. Hedefa me jî tenê rastkirina civakê ye. Di nava her xebatek me de danasîna projeya neteweya demokratîk heye. Em wek jin di aliyê olê de jî rola xwe di nava civakê de digrin. Em perwerdeya wê jî didin û em ola îslama demokratîk esas digrin. Rola ola îslama demokratîk ew e ku hemû civak ji hev hez bikin û banga aştiyê bikin. Ev sedsala dawî em dibînin ku ol bûye siyaset. Desthilatar siyasetê li ser olê dikin û civakê tevlihev dikin. Ger jin pêşengiya vê komîteyê bikin wê neteweya demokratîk di aliyê olê de jî bide qebûlkirin. Elbet li herêmê hemû ol cihê xwe di nava projeya neteweya demokratîk de digrin û rêxistinbûna civakê çêdibe."
"Bingeha her tiştî û serxistina her tiştî civak e"
Gulistan herî dawî plan û projeyên komîteya civakê wiha anî ziman: "Em bi taybetî ji bo jinan û ji bo tevahî civakê kar û xebatan dimeşînin. Gelek projeyên me ji bo zarokan jî hene, heta piranî jî di meriyetê de ne. Em dixwazin ji bo zarokan jiyana xweş û baş ava bikin. Projeya ji bo jinan jî heye, gelek jin heta niha jî rastî tundiyê tên. Her wiha desthilatdarî gelek êrîşên mezin li dijî tevgera jinan pêk tîne. Em dixwazin jinên ku rastî tundiyê tên alîkar bin. Em dixwazin bibin cihê parastinê ji tevahî jinan re. Elbet em dema behsa van tiştan dikin divê projeyên me jî hebin û li ser projeyan jî kar û xebatên girîng tên meşandin û em dixwazin ji bo jinan cihê taybet ên jiyanî ava bikin. Her wiha nîqaş hene ku em di demên pêş de akademiyên perwerdeya komîteya civakî zêde bikin. Ji bo guhertina aboriya jinan projeyên me hene. Ji bo astengdaran jî projeyên me hene, komîteya civakî ji bo astengdaran rola xwe lîst. Ji bo kesên astengdar em mal bi mal geriyan me ziyaret kir û me malbatan dît. Me bîlançoya astengdaran derxistiye û pêwîstiyên heyî hatine bicihanîn. Karên ku em dikin em pîroz dibînin, ji ber ku her tişt ji bo civakê tê kirin. Jin bingeha civakê ne û hemû civakê di hundirê xwe de dihewînin. Em demên pêş difikirin ji bo astengdaran jî navendek ji bo wan fermî vebikin û alîkariya wan bikin. Her wiha projeya me heye ku em di aliyê tenduristiyê de jî jinan perwerde bikin. Ji ber ku em wek herêm di nava şer de dijîn. Desthilatdar jî her roj nexweşiyan diafrînin. Loma em dixwazin bi riya jinan re perwerdeya civaka xwe çêbikin. Bingeha her tiştî û biserxistina her tiştî civak e." 
 Sibê: Komîteya dîplomasiyê