Hêrsa serketinê ya pêşengên tevgera sofrajetan (6)

Rêvebera nexweşxana Edmonton Emîly Murphy Emîly Murphy ji bo mafê jinan bi çar hevalên xwe re di Senatoya Kanadayê de têkoşînek bi heybet da ye.

Rêvebera nexweşxana Edmonton Emîly Murphy
Emîly Murphy ji bo mafê jinan bi çar hevalên xwe re di Senatoya Kanadayê de têkoşînek bi heybet da ye.
Navenda Nûçeyan - Emîly Murphy yek ji dadgera jin a Kanadayê ye di sala 1929’an de bi têkoşîna wê bi awayekî hiqûqî jin wek mirov hat hesibandinê ye. Bêguman ev maf bi hêsanî nehat bidestxistin. Di wan salan de Destura Bingehîn a Kanadayê digot ‘kesên girîng’ dikarin tayînê sentoya Kanadayê bên kirin. Dema behsa wan mirovan jî dikir, ji bo mêran digot. Ev jî dihat wê wateyê ku mêr wek mirov dihatin dîtin.
Li hember tevlîbûna jinan a polîtîkayê astengî hebûn. 5 jinên Kanadayî; Emîly Murphy, Henrîetta Muîr Edwards, Nellîe McClung, Louîse McKînney û Irene Parbly di 27’ê Tebaxê de daxwazname dan Dadgeha Bilind a Kanadayê û gotin ‘Gelo jin jî tevlî têgeha mirov in’.
Emîly Muphy ya herî girîng bû
Emîly di 14’ê Adara 1868’an de li bajarê Cookstown a Ontarîo ya Kanadayê wek Emîly Ferguson hat dinê. Bavê wê Isaac Ferguson bû. Karsaz û xwedî ax bû. Bavê wê zarokên xwe hemû teşwîkî karê xwe dikirin. Emîly gelek bi cesaret bû. Salên ku Emîly hatibû dinê hîna mafên jinan ê wekhevî û  aramiya aborî tunebû. 
Yekem jina ket rêveberiya nexweşxana Edmonton
Emîly di 19 salî de bi keşe Arthur Murphy re zewicî. Zarokên wan çêbûn. Yekî ji nexweşiya dîfterî jiyana xwe ji dest da. Piştî vê malbatê bar kirin Edmonton Alberta. Li ser mirina zaroka wê Emîly ket qada berpirsyariya civakî. Emîly heta vê dîrokê bi navê Janey Canunk skeç nivîsî û weşand. Emîly bi xebatên meşand eleqe dît û di 1910’an de ket rêveberiya nexweşxaneya Edmonton.
Li dijî hiqûqa mulkiyetê kampanya da destpêkirin
Emîly di peywira xwe de zêdetir ji bo fêdeya jin û zarokan xebitî. Di vê pêvajoyê de tiştek ferq kir ku mafê mulkiyeta jin û zarokan tune ye. Emîly li dijî vê têkoşîn da û kampanya da ddstpêkirin, yek ji kesên bi bandor ya axaftinker a kampanyayê bû. Di 1916’an de bi kampanyayê bidest xistin ku bibin xwedî hebûna mal a hevjînên xwe ya ji 3’yan 1’ê.  Emîly di gelek mijaran de dengê xwe bilind kir. Ji bo mafê hilbijartinê yê jinan jî xebitî û endama Koma Îmtiyazê ya Wekhev bû. Di encama xebata jinan ku Emîly jî têde di 1916’an de li Alberta mafê hilbijartinê yê jinan hat bidestxistin.
‘Jin di têgeha ‘kes’ de cih nagirin’
Emîly di 1’ê Çileya 1916’an de wek Dadgera Sulhê ya yekem dest bi peywirê kir. Di 1’ê Tîrmeha 1916’an de ji bo doza xwe ya yekem derket ser kursiyê. Parêzerê aliyê parastinê got rayeya Emîly tune ye bidarizîne. Hinceta wî jî ev bû ‘Jin di Qanûna BNA ya 1867’an de di têgeha ‘kes’ de cih nagirin. Dadgereke ku ne ‘kes’ rayeya wê ya darizandinê jî tune ye. Bi vê hincetê Emîly ji peywirê hat girtin. Di 1917’an de Dadgeha Bilind a Albert biryar da ku jin jî ‘kes in’.
Hedefa Emîly ev bû ku hukma jin ne ‘kes in’ bê rakirin û ji bo vê bû namzeta endama senatoyê û divê îspat bikira ku jin ‘kes in’. Bi 4 jinan re kampanya li dijî Qanûna BNA ya 1867’an da destpêkirin. 5 jinên ku doza ‘Persons Case’ yanî ‘doza mirovan’ da destpêkirin bi lez li welat belav bûn. 
Emîly û hevalên xwe qezenckirin
Piştî têkoşîna hat dayîn şûnde li hember jinê ku tevlî Senatoyê bibe astengî nema û di 15’ê Sibata 1930’an de Caîrîne Wîlson bû senatora jin a ewil. Emîly û 4 aktîvîstên jin bi ser ketin. Vê di civakê de jî bandorek mezin kir. Jinan bi têkoşîna xwe ketin hemû saziyan û hîna jî her sal meha Cotmehê Meha Dîroka ku Mirovbxwna Jinan tê pîrozkirin.
‘Jin mirovin!’
Wek sîmgeya serkeftina jinan bidestxistiye di 1999’an de di meha cotmehê de li Parka Olympîc a Albertek, peykerçêker Barbara Paterson abîdeyek çê kir. Ji heman abîdeyê yek li Ottawa jî hat çêkirin. Navê vê abîdeyê jî Women Are Persons! (Jin mirov in) e.
Sibê: Şervana radîkal a mafê bijartin û hilbijartinê yê jinan Emîly Davîson, yekem sufrajeta ji bo xatirê dozê mirin daye ber çavê xwe ye.