Şerê jinan ê bêdawî: Qirkirina zayendî (1)

Şerê cîhanê yê dirêj ê ku dawî lê nayê, şerê pergala desthilatdariya mêr ê li dijî jinan didomîne ye. Ev şerê ku 5 hezar sal in, bênavber tê meşandin, di heman demê de di dîroka mirovahiyê de tê wateya qirkirina herî dirêj û domdar. Hejmara van şerên ji bo qirkirinê nikare were texmînkirin û tevî vê yekê jî şerê ku pergala desthilatdariya mêr li dijî jinan dimeşîne bênav e. Ev şer tê înkarkirin lewre dema ku nav jê re were dayîn dê diyar bibe ku tu awayê şîdetê ferdî nîn e, dijberî wê dê were qebûlkirin ku rewşeke sîstematîk e. Navê vê rewşa sîstematîk qirkirina jinan e. Di vê dosyayê de em ê balê bikşînin ser şerê qirkirinê yê li dijî jinan û behsa berxwedêrên jin ên di têkoşînê de xwe dane pêş bikin.

Navenda Nûçeyan- Qirkirina jinan an jî femînîsîd, tenê nayê wateya qetilkirina jinan a bi awayê fizîkî. Jin di her warê jiyanê de di asta tunekirinê de bi şîdeta nêr re rû bi rû tên hiştin. Jin li tu derek di ewlehiyê de nîn in. Hebûna şîdeta mêran, ji aliyê hebûn, fizîkî, psîkolojîk, aborî û zayendî ve her dem jiyana jinan tehdît dike. Jiyana jinan her dem di xeterê de ye. Her jin, her dem bi zayendperestiya civakî re rû bi rû dimîne, rastî êrîşa fizîkî tê. Her jin, her dem dibe ku rastî tecawizê were, ji aliyê mêrekî ve were qetilkirin, rastî êrîşa kesê ‘herî nêzî’ xwe were. Qadên şer, herêmên dagirkirî, riyên koçberiyê, ji bo jin û zarokên keçik her dem cihên bi xeter in. 
Şîdeta herî zêde ya li cîhanê, şîdeta mêr a li dijî jinan e. Jin herî zêde bi vê şîdetê tên qetilkirin. Ev şerê sîstematîk ê li dijî jinan tê meşandin, qirkirin nebe çi ye? Gelo mirov dikare navek din lê dayne? Têgeha qirkirina jinan di heman demê de hemû aliyên şîdeta mêran digre nava xwe, asta vî şerî nîşan dide.
Çarenûs nîn e
Di vê pêvajoya ku asta hovîtiya şîdeta mêr, zêdetir bûye, bi taybetî tê xwestin jinên pêşeng werin qetilkirin de em dibînin ku her çar aliyên cîhanê pêdiviya jinan bi xweparstinê heye. Ango jin, dizanin ku rêya esasî ya sekna li dijî femînîsîdeyê, avakirina xweparastinê ye û ji bo vê yekê jî tedbîrên xwe digrin. Ji Kurdistanê heta Brezîlyayê, ji Misirê heta Kenyayê, Ji Hindistanê heta Polonyayê, jin dizanin ku şîdeta mêran a li dijî wan çarenûs nîn e û tedbîrên xwe zêdetir dikin. 
Xweparastina jinan zêdetir dibe
Di têkoşîna jinan de hêza gerdûnî pir bi hêz dixebite. Têkoşîneke ku jin li herêmek dimeşînin, ji bo hemû jinan dibe destkeftî. Ji sala 2012’an vir ve, bi peşengiya jinên Kurd hêza xweparastinê bandoreke baş çêkir lewre netewe dewletên mezin di bin navê ‘tekela şîdetê’ armanc kir ku de di serî de jin, gelan bê parastin bihêle, xweparastina civakê krîmînalîze bike. Ger ku jin di roja me de li erdnîgariyên cuda li dijî şîdeta mêr hêza xweparastinê bi pêş dixin, ev di heman demê de tê wê wateyê ku tabû û feraseta ku ji aliyê dewletan ve hatiye ferzkirin êdî şikiyane. Bi qirkirina jinan ve girêdayî yan jî di encama vê de xweparatin jî her diçe bi pêş dikeve û zêdetir dibe. Ev jî tê wateya asta hişmendiya jinan a pêşketî. Di vê dosyayê de me mînakên şênber ên vê yekê bi we re parve dikin.
Şerê Cîhanê yê Yekemîn 
Di şerê Cîhanê yê Yekemîn de tecawiz wekî teqtîka şer hat bikaranîn. Leşkerên Alman di dema dagirkirina Belçîka û Fransayê de tecawizê gelek jinan kirin. Der barê mijarê de komîsyon hatin avakirin lê tu carî daneyên rastîn nehatin zanîn. Di ser de jî dema ku şer bi encam bûn û welatan li hev kir, tiştên hatibûn serê jinan ji nedîtîve hatin dîtin.
Qirkirina herî mezin a dîrokê 
Dewleta Osmanî di sala 1915’an de îmze avêt bin qirkirina herî mezin a di dîrokê de. Wê demê jî niha jî ew qirkirin her dem hat înkarkirin. Milyonek Ermenî, pênc sed hezar Suryanî/Asûrî/Keldanî hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de jin jî hatin qetilkirin, rastî tecawizê hatin, fihûş li ser wan hat ferzkirin hatin dîlgirtin û heta dawiya temenê xwe travmayan jiyan.  
Dîroka Osmaniyan, bi qetlîaman derbas bû. Qirkirina ku bi tunekirina mêrên Xirîstiyan dest pê kir, bi surgunkirina jin û zarokan a çolên Sûriyeyê domiya. Tehcîr veguherî “rêwîtiyên mirinê.” Di wan karwanan de extiyar, jin û zarok hebûn. Di vê rêwîtiya mirinê de nayê zanîn ka çend jin hatine revandin lê te gotin ku bi hezaran bûne. Di wan riyan de jin hatin kuştin; ên ku fam kirin nikarin di ber îşkenceyan bidin jî întihar kirin.
Di pevajoya Qirkirina Ermeniyan de bi tehcîran, bi hezaran jin û zarokên keçik ji malbatên xwe hatin dûrxistin. Jinên ku hatin revandin û bi zorê kirin misilman, asîmîle bûn. Tirkiyeyê arşîvên xwe yên di vê mijarê de ji raya giştî re eşkere nekir. Li gorî hin dîrokzanên ku lêkolînan kirin, li Anatolyayê di navbera salên 2015-2018’an de nêzî 700 hezar jinên mensûbê gelên Xirîstiyan hatin qetilkirin. 350 hezar ji van di riyên koçberiyê de hatin qetilkirin û ji birçîna mirin. 
Maryam Çilingiryan û Khanum Ketenciyan, jinên ku di Qirkirina Ermeniyan a di 1915’an de navê xwe li dîrokê dabûn nivîsandin bûn. Li Rihayê yekîneyek jinan a ji 25 kesan ava kirin û di berxwedanê de rêxistina xwe çêkirin. Jinan li gelek bajarên Anatolyayê yekîneyên berxwedanê ava kirin û li dijî qetlîaman têkoşiyan.
Nazî û jin
 
Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, leşkerên Alman, tecawizê bi hezaran jinên Rûs û Yahûdî kirin. Hejmara mirovên di Qirkirina Yahûdiyan de hatin qetilkirin baş nayê zanîn lê behsa 5 milyonan dikin. 2 milyon ji wan kesên hatine qetilkirin jî jin in. Jin li geto û kampan di mercên ji koletiyê xirabtir de bi îşkenceyê hatin xebitandin. Di dewletan de wekî kobay hatin bikaranîn. Di wê serdemê de bi taybetî bi hezaran jin li dijî faşîzmê û qirkirina jinan têkoşiyan. Li getoyan rêxistinên berxwedanê hatin avakirin. Wê serdemê ne tenê ji ber zayend û neteweya xwe, ji ber sekna xwe ya polîtîk bûn hedef.
Li dijî Naziyan, berxwedana yekem û girseyî ya sivîl jinan li dar xistin. Jinên ku bi Yahûdiyan re zewicandîbûn û xwe bi navê jinên ‘Aryan’ didan nasîn, ji bo hevjînên xwe rizgar bikin  li Rosenstrasseyê bi rojan çalakî li dar xistin.  
Lîrî Gero yek ji jinên berxwedêr bû.  Hê 13 salî bû li Arnavutlukê li dijî dagirkeriya Naziyan şer kir. Bi 68 jinan re pêşî tevli refên Tevgera Azadiya Neteweyî ya Arnavût bû dûre jî Tugaya Êrîşê ya 16’emîn a di dîroka berxwedanê de xwedî cihekî girîng e bû. Di êrîşek de Naziyan wê di rewşeke ku ji ser hemdê xwe çûbû de dîtin û dûre qetil kirin. 68 jinên ku tevli berxwedanê bûbûn hê jî bi rêzdarî tên bibîranîn.
Tsola Dragoyçeva, ya bi navê kod Sonya bû sîmgeya berxwedanek. Wekî xewnereşka Naziyan hat bibîranîn. Bi wê re bi hezaran jinên ji Bulgaristanê di şerê li dijî faşîzmê de cihê xwe girtin.
Elizabeth Rose, û xwişka wê ya mezin Truss ji şervanan re ji bo moral nameyan dinivîsandin û agahdariyê çêdikirin. Freddie Oversteegen, li dijî dagirkerên Nazî sûîqest û sabotajan çêkiribû. Pîrevokên şevê yên tevli operasyonan bûbûn, jinên li kampan diman û gelek jinên din, di refên pêş ê berxwedanê de cihê xwe girtin.
SIBÊ: Dem guherî lê qirkirin weke xwe ma