Di şerê serxwebûna Cezayirê de rola jinan (9)

Xizmetkarên tenduristiyê Melîke û Sakîne Di nava yekîneyên berxwedana Cezayirê de xebata tenduristiyê jî karek sereke û giringbû. Di dema çalakiyan de birîndar digihandin ber destê Melîke û Sakîne yê, her duyan xebata tenduristiyê gortibûn ser milê xwe.

Xizmetkarên tenduristiyê Melîke û Sakîne
Di nava yekîneyên berxwedana Cezayirê de xebata tenduristiyê jî karek sereke û giringbû. Di dema çalakiyan de birîndar digihandin ber destê Melîke û Sakîne yê, her duyan xebata tenduristiyê gortibûn ser milê xwe. 
Navenda Nûçeyan - Melîka Qayid di sala 1933'an de çavê xwe li jiyanê vekirye. Di 1942'an de çu bajarê Biric Erîc ê û li wê dest bi xwendinê kir û di sala 1947'an de jî zanîngeh xwend. Paşê weke hemşîre di nexweşxanê de xebitî. Hê ji zarokatiyê de xeyalên wê ewbû ku di nexweşxanê de bixebite û birîndarên yekîneyên berxwedana rizgariya welatê xwe derman bike. Niha jî ew xeyalê wê bûye rastî û di her firsendekê de xwe digihîne birîndaran. Ew ne tenê hemşîrebû, di heman demê de çalakiyên welatiyan jî organize dikir û di nava pilansaziya çalakiyên leşkerî de jî cîh digirt.
Mala wê ya birîndar têde derman dikir teqandin
Di çalakiya 5’ê kanuna 1956’an a li navçeya Qesba yê de cîh girt û peyîwirek mezin girt ser milê xwe, bê ku dijmin pê bizane cardin bi seqlemî vegeriya cihê xwe. Melîka mala xwe nêzî herêmên şer kiribû, ji bo ku zu bikare xwe bigihîne birîndaran. Tayîbetî di şerê 20’ê hezîrana 1958’an li çiyayê Cercerê di navbera berxwedêr û leşkerên Fransa de çêbûyî gelek birîndar hebûn. Artêşa Fransa sê hezar leşker şandibû ser berxwedêran û di wî çiyayî de şerek giran qewimî. Melîka bi awayekê xwe digihand herêma şer û birîndar digihand mala xwe. Dawiyê artêşa Fransa ji xebata wê hayîdar bû û di 20’ê hezîrana 1958’an de mala wê bombe kir.   
Sakîna Zîza 
Sakîna Zîza ku weke Zîza Mesîka jî tê nasîn di 28'ê çileya 1934'an de çavê xwe li jiyanê vedike. Li bajarê Batna dest bi xwendina xwe ya seretayî kir. Piştre ji bo xwendina dibistana amadeyî diçe Satîf ê, di sala 1953’an de jî dibistana amadeyî qedandiye.
Xwendina xwe dixe xizmeta welatê xwe de
Di dema xwendina zanîngehê de wê durî welatê wê dixin û berê wê didin Fransayê. Dîsan jî nekarîn demarê berxwedana ji bo rizgariya welat ji dilê wê derxînin û li cihê wê jiyanek ji rêzê bidin pêşiya wê. Di sala 1955’an de piştî ku xwendina xwe bi dawî dike carekdin li welatê xwe vedigere. Vê carê weke hemşîreyek zana û têgihiştî di nava yekîneyên berxwedanê de cîh digire. Ji aliyê yekîneyên berxwedanê ve li nexweşxanê hat peyîwirdar kirin û bi serkeftî karê xwe dikir. Ew bi karê nexweşxanê jî sînor nema û di nava yekîneyên leşkerî de cihê xwe girt. 
Bi serkeftinên xwe belgeya rumetê girt
29’ê tebaxa 1959’an dema 25 salîbû, ji ber serkeftina karê xwe ji aliyê berxwedêran ve belgeya rumetê girt. Ev serkeftinên wê bûn sedem dijmin jî ji bo kuştina wê tayîbet bixebite û di êrîşek a balefirên artêşa Fransa de şehîd ket.
Di nava wê qiyameta şer de diya wê bi îsrar li cenazeyê keça xwe digere û ji yekîneyên berxwedanê daxwaz dike ku alîkariya wê bikin. Di encama lêgerîna çend rojan de ji nava wan xirabeyan cenazê wê derdixin. Dema dinêrin şaşwaz dibin, tiştek bi bedena wê ya berxwedêr nehatiye, weke ku di xewê dene û dê niha şiyar bibe. Ewqas xwe di berxwedanê de kilît kiriye êdî bedena wê li hemberî teknîka herî bihêz jî zaniye xwe biparêze û bi hev bigire.  
Xwişka Sakîna Moammar di hevpeyîvînekê de qala jêhatîbûna wê dike û dide diyarkirin ku ew kesayetek bi xwe bawer û bihêzbûye. 
Sibê: Sembola berxwedana Cezayîrê Cemîle.
(Necah Meîş/Hêlîn Gemo)