Jin û dengbêjî: Dengê ku ji ber qedexeyan bilind bûye

Ji aliyê dîrokî ve jin bingeh û afrînerên çanda dengbêjiyê ne lê ji ber zextên civakî, di vê mijarê de jî neçar man ji mêran gavek li paş bimînin. Bi dehan jinên dengbêj, ji bo hezkirina xwe ya muzîkê, astengiyên li pêşiya xwe derbas kirin û riya têkoşîna bi zoriyan re dîtin. Ev dosya behsa têkoşîna bi salan a jinên dengbêj dike.

NÎMET OLMEZ 
Wan- Jinên dengbêj, tunebûn, bêçaretî, evîn, hezkirin, hêz, pevçûn û bêhna axê, ne bi nivîsê, bi dengê xwe gihandin cîhanê. Bi stranên ku gotin, ji bûyerên dîrokî, heta qehremaniyan, ji evînê heta şer, ji koçberiyê heta her tiştê ku jiyane; wekî nîşeyan di dîrokê de qeyd kirin.
“Deng” deng e “bêj” jî ya ku teşe dide, deng derdixe, ruh dide deng, deng zindî dike ye. Hostayê ku deng ji xwe re kiriye pîşe, ew kes e ku deng bûye mekanê wî. Dengbêj bêhn û jiyanê dide deng. Dengbêj, deng dike gotin, gotinê dike stran. Dengbêj ê dibêje û vedibêje ye. Dengbêj; bi giştî wekî kesên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, bi teybetmendî û nirxên çanda dengbêjiyê mezin bûne, kevneşopiyên civaka lê dijî, mercên wê, nakokiyên wê baş dizane, xwedî bîreke bi hêz e, teşe dide deng û gotinê, estetîze dike tên zanîn. Ew kes in ku çîrokên gelêrî yên kurdî bi meqamek dibêjin, carna jî bi enstrumanek re li pêşberî komek kesên guhdarî dikin dibêjin. Mehmed Uzun denbêjan dişibîne Homeros û bal dikşîne ku ew jî wekî Homeros mîsyona gihandina destanên civakê digrin ser milên xwe. 
Serhed; navenda dengbêjiyê ye
Herêma Serhedê, (Qers, Erdexan, Îdir, Agirî, Mûş, Erzirom û derdora wî) navendên dengbêjiyê ne. Bilindahî û mercên demsalan ên vê herêmê, ji bo dengbêjan bûye çavkaniya îlhamê. Dengbêjên ku li herêma Serhedê dijîn, melodiya stranên wan zûtir û tîk e. Di vî warî de Şakiro, ew dengbêj e ku herî zêde bi vê terzê tê nasîn. 
Armanc ew e ku bûyerên bi formên diyarkirî hatine vegotin, bigihîjin dengek melodîk her wiha bi xeyala bûyera ku te gotin ve girêdayî, wisa dibe ku yên guhdarî dikin bi kodên çandî yên civakê re têkiliya wan çêdibe. Dema ku stranek bi terzê dev tê gotin, yên guhdarî dikin, hem di warê ruhî de hestên xwe têr dikin hem jî ji bûyerek neyînî, bi êş a demên berê pêk hatiye agahdar dibin. Mînak, kesek ku li strana “Erdheja Licê” guhdarî bike, hem hestên di tingîniyên stranê de dijî hem jî hîn dibe ku berê li Licê erdhej çêbûye û encamên wê hîn dibe. Çanda dengbêjiyê, yek ji hebûnên herî bi hêz e ji bo bîra gelê Kurd. Vê çandê hemû tiştên jiyayî zindî hiştiye, bîra civakê parastiye û bi bi aliyê xwe yê dîrokî, nehiştiye nasnameya Kurd tune bibe. Dengbêjan ji aliyekî ve yên guhdarî dikin kêfxweş kirine, ji aliyekî ve jî bîra civakê parastine û gihîştandine nivşên nû. Mirov dikare mînakên vê yekê di çandên din de jî bibîne.
Dengbêjên jin her dem hebûna xwe parastine 
Jin, tevî ku gelek guherîn bi demê re di nava civakê de çêbûne jî; bi gotinên ku ji ber zîhniyeta baviksalar çêbûne, di her civakê de serdest in û xwe dispêrin bi nêrîna zayendperest re rû bi rû mane. Ji dengbêj Gulê heta Meryemxanê û dengbêjên niha hene, jinên dengbêj, di tevahî jiyana xwe de bi vê nêrînê re têkoşiyan û xwestin hebûna xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, parvekirina zanîn, berhem, tecrube û hilberînên wan girîng e. Ji bo hebûn û mayîndebûna van jî pêdivî bi nivîsandina wan heye.   
Jinên dengbêj di civaka lê dijîn de bi gotinên wekî “guneh”, “bêexlaq” rastî zext û astengiyan tên. Ji aliyê kevneşopî ve tê zanîn ku jin bi piranî li mal, tax, zevî, bexçe û dema diçin zozanan, di nîşan, dawet û rîtuelên şînê de, li gorî rewşa xwe ya çandî dijîn. Li van deran berhemdariya xwe ya muzîkal pêk tînin. Dema kar dikin, stranên wekî hawar û loriyan dibêjin lê dema şevên heneyê, nîşan û dawetê jî stranên li gorî wê rewşê dibêjin. Jinan di warê çanda devkî de van deman her dem pêş bûn û xwe îfade kirin. Ji bo parastina bîra civakî, berdewamiya berhemdariya çandî, rola xwe lîstine û bi hebûna xwe ya takekesî re parastine. Jin ji ber ku xwedî heman hêz û azadiyê nebûye, endamên malbatê hewl dane ku pêşî li strangotina wê bigrin. Ji bo stranê bibêje neçar bûye ji bavê xwe, dema ku zewicandî jî bûye ji hevjînê xwe destûr bigre. 
Ji jinan re digotin “Stranbêj” 
Di çanda Kurd de jinan beriya serdemên dengbêjiyê jî stran gotine. Ji ber ku jinan bi meqam û rîtmek xwe îfade kirine; ev yek dikare li dijî bûyerên cuda yên civakî wekî helwestek were dîtin. Jinan ji serdemên berê ve hestên xwe bi dengê xwe re anîne ziman. Her çiqas berê ji dengbêjên jin re digotin “Stranbêj” jî ev yek dawiyê guherî. Cara pêşî ji Eyşeşanê re gotin dengbêj û gaveke nû hat avêtin. Jinên dengbêj, di nava çîrokên mezin ên bi navê Besna, Xerabo, Siyabend û Xecê, Memê Alan, Dewrêşê Evdî, Mem û Zîn û Zembîlfiroş, destanên wekî Dimdim, çîrokên bêhjmar ên gel û bestekarên helbestên evînî, şîrovekar û temaşevanan de bûn. Di destana Zembîlfiroş de, evîna Xatûnê ya ji bo Zembîlfiroş heye. Ew bi cesaret evîna xwe tîne ziman û ev helbesta wê dibe stran.
Çarîneke ku Xatun ji bo Zembilfroş dibêje ev e: 
Çavên min mîna eynan e 
Biskên min mîna qeytan e 
Diranên min mîna mircan in 
Eniya min mîna ferşan e 
Berê min mîna fîncan e 
Fîncanên mîr û paşan e 
Sîngê min mîna zozan e 
Zozanên heft eşîran e 
Zembîlfiroş, lawikê derwêş 
Lê bike kêf û seyran e
Jinên dengbêj jî ji siyasetê bi bandor bûn 
Bi taybetî ji salên 1990’an vir ve bandora têkoşîna Kurd a her çû mezin bû bi xwe re civakekek polîtîzebûyî anî. Divê mirov behsa bandorên erênî yên pêvajoya rêxistinkirina civakî bike. Bi vê pêvajoyê re jinên Kurd ên ku hevgirtiyên têkoşîna neteweyî ya Kurd bûn, ji malên xwe derketin, ji bo avakirina nasnameya xwe ya kesayetî, bi nasnameyên cuda re û bi nêrîna jinan, li qadên giştî bi cih bûn û ketin nava têkoşînê. Jinên dengbêj, ên bi vê yekê hatin dîtin jî di mîhrîcan û şahiyên cuda de, li eywanên konserran û bernameyên tv. yan derketin ser dikê û cara pêşîn album û klîbên xwe weşandin. 
Radyoya Êrîvanê arşîva jinên dengbêj çêkir 
Baş tê zanîn ku ji bo jinên Kurd ên denbgêj Radyoya Erîwanê enstîtu ye. Bi taybetî di wan deman de li Tirkiyeyê jin di bin zext û zoriyên mezin de bûn, pêşdarazî ji bo wan hebûn lê li Erîwanê tê dîtin ku jinên li wir azad bûne û derfetên kar dîtine. Tişta herî girîng a ku Radyoya Erîwanê ava kir, arşîva wê ye. Di roja me de der barê gelek dengbêjan de bi taybetî jî jinên dengbêj de pir kêm agahî û belge hene lê Radyoyay Erîwanê, bi qeydkirina dengê wan  arşîveke cidî û dewlemend ava kir. Hunera ku em jê re dibêjin dengbêjî, bi vî awayî cara pêşîn hat qeydkirin û ji bo nivşên pêşrojê bû temînat.
Ji malan ber bi dîwanan 
Dengbêj gund bi gund digeriyan, li dîwanên ku hemû gundî dihatin stranên xwe digotin. Ji ber ku rewş wisa bû jin û mêrên dengbêj nikaribûn bi awayê wekhev, di nava civatê de bi hev re stranan bibêjin. Mumkun nebû ku jinek li dîwana mîran an jî biçûya cihên din stran bigota. Dengbêjên wekî Feqiyê Teyran, Evdalê Zeynikê, Karapêtê Xaço, hebûn lê tevî vana dengbêjên jin jî hebû û hejmara wan kêm nebû lê ev çanda ku li her qada jiyanê hebû, hema bêje wekî ya mêr dihat dîtin. Mînak; Sûsika Simo, Xana Zazê, Fatma Muhemed, Eslîka Qadir û di roja me de dengêjên Amedê Nêrgiz Açikgoz û Feleknaz Esmer jî hene. Gelek jinên dengbêj ên Kurd dizanin ku, di jiyana wan beriya her tiştî denbêjî hebûye û ji bo vê gelek caran neçar mane ji malbatên xwe, hevjînên xwe û zarokên xwe veqetin. Meryem Xan bi gotinên “Ez nikarim bê huner bijîm” vê rewşê vedibêje û dide zanîn ku dengbêjî ji bo jinek mijareke çawa ye. Jinên dengbêj di dema jiyane de ne tenê ji ber ku jin bûne, di heman demê de bi zexta civakî, malbatî û ya hevjînên xwe yên li dijî hunera wan re neçar mane têbikoşin.