Bi barîkat, artêş û şoreşa xwe jinên dibêjin 'no pasaran' (1)

Fermandar Louise Michel û jinên Les Pêtroleuses ên ku agir berdan Parîsê Ji roja ku hene heta niha jin li ber xwe didin. Çîrokên jinan ên ku bi hezaran salin li ber xwe didin ewqas bi hêz bûn ku winda nebûn. Ji jinên ku çek girtin destê xwe û bajarên xwe parastin heta Qanûnên jinên şoreşger, ji jinên ku ji leşkeran re gotin; 'çeka xwe dane erdê û tevlî gel bibe' heta jinên şoreşger ên çek girtin destê xwe û gotin; 'dê rojekê kîna me bibe hevrîşîm.' Em bi vê dosyaya xwe hemû jinên ku li Parîs, Îspanya, Îrlanda, Meksîka û yên li cîhanê ku li pişt barîkatan li ber xwe dan, artêş avakirin û li hemberî dîktator, zîhniyeta baviksalarî û mêtîngeran gotin "no pasaran" bi bîr tînin.

Fermandar Louise Michel û jinên Les Pêtroleuses ên ku agir berdan Parîsê
Ji roja ku hene heta niha jin li ber xwe didin. Çîrokên jinan ên ku bi hezaran salin li ber xwe didin ewqas bi hêz bûn ku winda nebûn. Ji jinên ku çek girtin destê xwe û bajarên xwe parastin heta Qanûnên jinên şoreşger, ji jinên ku ji leşkeran re gotin; 'çeka xwe dane erdê û tevlî gel bibe'  heta jinên şoreşger ên çek girtin destê xwe û gotin; 'dê rojekê kîna me bibe hevrîşîm.' Em bi vê dosyaya xwe hemû jinên ku li Parîs, Îspanya, Îrlanda, Meksîka û yên li cîhanê ku li pişt barîkatan li ber xwe dan, artêş avakirin û li hemberî dîktator, zîhniyeta baviksalarî û mêtîngeran gotin "no pasaran" bi bîr tînin.
Navenda Nûçeyan - Her tim di komuna Parîsê de destpêkê dixwestin jinan paşde bigirin, dihizirîn ku jin nikarin di kolanan de wekî mêran şer bikin. Ligel jinên Parîsê, fermandara tabura jinên bi çek Louise Michel ev rewş guherand û di dîrok û şoreşê de şopa xwe hiştin. Jinên şoreşeger ên Parîsê, di 8'ê Adara 1871'an de ketin nava 6 hezar leşkeran, çekên wan ji destê wan derxistin û yekîne têk birin. Jinên ku rê tarûmar kirin, ji bo leşkeran têk bibin laşê xwe wekî barîkat bi karanîn. Ew li hemû cihan bûn. Les Pêtroleuses ku bi jinan re agir berda Parîsê di barîkatan de qîr dikirin: "Ev qas bese! Jin têk naçin."
Şoreşek kurt: La Commune de Parîs
La Commune de Parîs- Komuna Parîsê ku dema wê kêm, bandora wê dirêj 18 Adar-28 Gulana 1871'an hat jiyîn û 'rêveberiya herêmê' bû. Piştî şerê Fransa-Prusya ku bi binketina Fransayê bi dawî bû, komun bi çalakiyên ku hemû şoreşgerên li Parîsê beşdar bûn de hat avakirin. Ev bêîtaetiya sivîlan bû. Di sala 1870'an de şerê ku ji aliyê  Napolyon III. ve hat destpêkirin, ji bo Fransizan ku felaketek û di mijdarê de ket bin dorpêça Parîsê de. Bi derbasbûna salan re karesata di navbera zengîn û feqîran de her ku diçû mezintir dibû.
Hemû tişt bi dagirkirinê re dest pê kir
Hizra ku divê bajar bi komuna ku hatiye avakirin xwe bi xwe rêve bibe ji aliyê gelek bajarokên Fransayê ve hat pejirandin lê ev daxwaza gelê ku bi zorê tê girtin ji aliyê hikûmetê ve hat redkirin. Wekî her hikûmetên ku rêz nadin vîna gel û yên ku dixwazin rêveberiyên herêmî bipelçiqînin… Lê Prusyayan di şert û mercên "aştiyê" de Parîs dagir kirin. Gelek welatiyên Parîsê ji ber di dorpêçê de zehmetî jiyan bi hêrs bûn, bi taybet jî ji ber ku destûr hat dayîn Prusya bi merasîmeke kurt bajarê wan dorpêç bikin bi hêrs bibûn. Di vê navberê de bi 10 hezaran gelê Parîsê, endamê yekîneya leşkerî ya bi navê "Muhafizên Neteweyî" bûn û di parastina bajar de alîkariyek mezin kiribûn. Taburên li taxên feqîran, efserên xwe hilbijartin û topên li Parîsê bi dest xistin.
Jinan li pişt barîkatan pêşengtiya şoreşê kirin
"Komîteya  Teyyakuz a Montmartre" ya di pêşengtiya Louise Michel, Paule Minck, Anna Jaclard û Bêatrix Excoffon, her wiha rêxistina "Parastina Parîsê û Derman kirina Birîndaran" a di pêşengtiya Êlisabeth Dmitrieff û Nathalie Lemel du rêxistinên jinan bûn. Ev her du rêxistinên jinan di komuna Parîsê de rolek mezin lîstin. Di dema komunê de kovarek mezin a jinê tune bû, li kulubên ku cihê nîqaş û propagandayan bûn li hev diciviyan. Wan jinan bi dirûşmeyên "Parîs di bin dorpêçê de ye", "Parîs di bin topbaranê de ye! Divê em amadekariyên xwe parastinê bikin" bi çekên di destê xwe de li pişt barîkatan pêşengiya şoreşê kirin.
Ketin nav 6 hezar leşkeran û yekîne hilweşandin
Di 8'ê Adara 1871'an de, jin û zarok ketin nava 6 hezar leşkeran. Çekên leşkeran bi zorê bi destxistin û yekîne hilweşandin. Hemû rê tarûmar kirin. Ji bo leşkeran bikişînin "La Garde Nationale" laşên xwe kirin barîkat û bang dostaniyê li wan kirin. Çavkaniyek leşkerî ya berê jî vê bûyerê wiha tîne ziman: "Jin û zarok ketin nava leşkeran, çekên wan bi dest xistin. Em li hemberî ketina wan mirovan a nava leşkerên me de şaşwaz bibûn. Jin û zarokan bi gotina 'guleyan ne berdin mirovan' qîr dikirin."
Tabûra jinan
Komun ji 2'yê Nîsanê ve ji aliyê Artêşa Versay a hêzên hikûmetê ve rastî êrîşê hat û bajar hat topbarankirin. Hikûmetê li hev hatin qebûl nekir. Xwe parastin û jiyan kirin her ku diçû zehmet dibû. Jinên Parîsê yên xebatkar, êdî li vir rolekî jiyanî dilîstin. Di Artêşa Muhafizên Neweteyî de cih digirtin, di rêya ku diketina Montmartreyê de li nokteya Place Blanche tabûrek ku bi qehremanî şer dikirin ava kirin.
Jinek fermandar: Louise Michel
Di komunê de destpêkê jin li paş dihat hiştin, difikirîn ku jin nikarin di kolanan de wekî zilaman şer bikin. Ligel jinên Parîsê Louise Michel ev rewş guherand. Louise Michel yek ji wan jinane ku jiyan daye Komuna Parîsê û şopa xwe hiştiye. Jinên ku li hemberî artêşa Versailles ji bo komuna xwe ava bikin di refên pêş de şer dikirin, Louise Michel jî pêşengtî ji tabûra jinan a bi çek re dikir. Fermandara jinan Louise wê demê wiha digot: "Ew li hemû cihanin. Li navendên rojname, atolyeyan, kantînan, nexweşxaneyan, kuluban, komîsyonên bajaran, ambulansan û barîtan in. Êdî bese! Jin dê li ber xwe bidin! Jin têk naçin! Dê hêza jinan bi serkeve!"
Parîsê diweşand: Jinên Les Pêtroleuses 
Hat gotin jinên Les Pêtroleuses ku komunên Parîsê diparastin û bibûn kabûsa arîstokrasiya Fransayê, di dawiya komunan de gelek avahiyên dewletê û cihên taybet şewitandin. Bajar ji aliyê "leşkerên dilsoz ên Versaillais" ve hat dorpêçkirin. Jinên Les Pêtroleuses ên xebatkar jî gelek cihên kesên navda û avahiyên giştî bi petrol an jî şîşeyên parafînan şewitandin. Ji xwe gelek cih ji aliyê şervanên komunê ve hatibûn şewitandin. Çapemenî û kesên piştgirî didan hikûmetê ji ber van êrîşan "Jinên Les Pêtroleuses" sûcdar kirin. Gelek jinên komunê hatin darizandin lê tu kesê ji ber "Les Pêtroleuses" ceza ne girt.
50 hezar mirov hatin kuştin û raperîn hat jiyîn
Hat ragihandin ku kesên piştgiriyê didin komunê dê bên darizandin. Gelek kesên ku piştgirî didan komunê li ber Dîwarê Komanan a li Goristana Père Lachaise hatin gulebarankirin. Bi rojan gelek zilam, jin û zarokên ku piştgirî didan komumana dibin kontrola leşkeran de li ber girtîgeha Versay di nava êşan de meşiyan. Piştre hatin darizandin, gelek ji wan hatin darvekirin, gelek ji wan xebatên giran bi wan dan kirin, ên mayîn jî hatin sirûnkirin û şandin girava Fransayê ya li Pasîfîkê.
Di hefteya bi xwîn de hejmara kesên hatin qetilkirin heta niha jî zelal nebûye lê li gorî hejmarên ne fermî 30 hezar mirî û gelek birîndar hebûn. Piştre bi kesên hatin darvekirin re bû 50 hezar. 7 hezar kes jî sirgûnî Caledonyaya Nû kirin. Ji bo kesên hatin girtin jî di sala 1889'an de efûya girtî derket. Piştre Parîs 5 salan bi rêveberiya awarte hat birêvebirin.
Di îktîdara 60 rojan de ji jinan re mûçe hat dayîn
Kedkar û karkerên Parîsê, di 18'ê Adara 1871'an de desthilatdarî bi destxistin. Komun 60 rojan di îktîdarê de ma. Di vê demê de ev guhertin çêkirin: Di dema dorpêçê de kîraya malan sivik kirin, di pastexaneyên Parîsê der karê şevê hat rakirin, giyotîn hat rakirin, ji jinên ku hevjînên wan di tabûrên Muhafizên Neteweyî de bûn, hatin kuştin û zarokên wan re mûçe hat dayîn, ji jinên zewicî û nezewicî re muçe hat hat dayîn. Ji bo zarokên ku ji bo mafê mirovahiyê parastin û hatin kuştin mûçe hat nasîn. Faîz hatin rakirin, fabrîkayên ku hatibûn terikandin ji bo karker têde bi xebitin hatin sererastkirin. Leşkeriya mecbûrî bi dawî kirin û hemû kesên ku dikarin çek bigirin girtin, di tabûrên "Muhafizên Neteweyî" de bicih kirin û berfireh kirin.
Sibê: Jinên Azad ên Îspanyayê yên ku li hemberî faşîzmê û zîhniyeta baviksalariyê gotin 'no pasaran'