Qirkirina zayendê, polîtîkaya dewletê ya bi sîstem û zanabûn e

Şîdeta li dijî jinê û qirkirina zayendî, taybetmendiya wê ya yekem sîstematikbûyina wê ye. Bingehê ne sîstematîkbûna wê: Civak, siyasî, qanun, perwerde, ekonomî û h.w.d.e. Di nav sîsteman de jî; her tim, bi zanabûn, ji rêzê, sinifkirin, ji nebihîstive hatin, bi şert û mercan ve girêdan, ji bo mirov fêr bibe awên dayina dijminahiya jinê, gotin û bi karanîna wê politîkaya bi sîstem a dewletê ye.

Şîdeta li dijî jinê û qirkirina zayendî, taybetmendiya wê ya yekem sîstematikbûyina wê ye. Bingehê ne sîstematîkbûna wê: Civak, siyasî, qanun, perwerde, ekonomî û h.w.d.e. Di nav sîsteman de jî; her tim, bi zanabûn, ji rêzê, sinifkirin, ji nebihîstive hatin, bi şert û mercan ve girêdan, ji bo mirov fêr bibe awên dayina dijminahiya jinê, gotin û bi karanîna wê polîtîkaya bi sîstem a dewletê ye. 
EKİM ZEYNEP YAGMUR
Enqere - Şîdeta li dijî jinê li her welatî bandorê li hemû jinên sitatuya jiyana wan ji hev cûda dike. Li seranserî cîhanê hema hema jin hemû di nava tecrîtê de dijîn. Di demê pandemiyê de li gelek welatan şîdeta li dijî jinê ji rêjeya sedî 30 zêdetir bûye. Li gora daneyên Netewên Yekbuyî (UNESCO) li giştî cîhanê ji her sê jinan yek ji rastî şîdetê tê.  
Li gora rapora bi navê ‘Di dinyaya Tê guhertin de malbat’a ji aliyê bîrima jinên Netewên Yekbuyî  (NY) ve di salên 2019-2020’an de hatî berhevkirin di gîştî cîhanê de her roj 137 jin ji aliyê ferdek malbata xwe ve tê kuştin.
Li gora daneyên NY’ê di dema şewbaya Covîd-19’an de di giştî cîhanê de giliyê şîdeta li dijî jînê li gora salên borî 5 qat zêde bûne. Li gor heman daneyan di sala 2019’an de 243 milyon jin û keçên ciwan gelek ji wan ji aliyê mirovên xwe ve, yan jî ji aliyê kesên din ve rastî îstîsmarê hatin e. Lê belê ji jinên ku rastî şîdetê dihatin ji sedî 40 kêm tir daxwaza alikariyê dikir in.
Di qirkirina zayendî de Tirkiye di rêza yekem deye
Tirkiye, di mijara şideta li dijî jinê û qirkirina zayendî de di nava welatên OECD di rêza yekem deye.
Li gora lêkolînên OECD di sala 2019’an ya bi navê di lê ditinekê de civak di nava 36 endamên wê rêxistinê de herî kêm carekê di jiyana xwe de ji aliyê hevjinê xwe ve rastî şideta fîzîkî yan jî gotinî hatine. Rêjeya şîdetê li welatên herî zêde lê heye di rêza yekem de bi rêjeya ji sedî 38 tirkiye ye. Pîştî Tirkiye bi rêjeya sedî 36’an NYE tê. Yenîzelenda jî bi rêjeye ji sedî 35 di rêza sêyem de cihê xwe digre.
Li gora rapora Platforma emê cînayetên Jinan bisekinînin;  Di sala 2020’an de 300 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, 171 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gora heman raporê, 97 jin ji aliyê mêrê pêre zewici ve, 54 ji aliyê mêrê pêre di nava têkiliyan deye, 21 ji aliyê mêrê berdayî, 18  ji aliyê kurê xwe ve û 17 jin jî ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin. Ji sedî 60 jinên ku di ew malên ku di gotin têde bi ewle dijîn de dihatin kuştin.  
Li DYE yê di kêliyekê de 24 jin rasyî şîdetê tên
Li gora rapora xeta netewî ya di nava malbatê de şîdet a DYE’ê hatî amadekirin. Di vî welatî de di nava yek kêliyê de 24 jin rastî şîdetê tên. Di rapora hatî diyarkirin de di vî welatî de ji her çar jinan yek jê ji aliyê hevjinê xwe yan jî kesê pêre di nava têkiliyan de ye ve rastî şîdeta fîzîkî tê. Hat tomarkirin ku ev jinane hemû herî zêde di navbera guruba temenê 18-24’an dene.
Li gora heman raporê rojê nêzî 20 hezar cara bi telfonê giliyê şîdetê tê ji xeta netewî ya şideta di nava malbatê de. Li gora heman raporê dan zanîn ku ew jinên ku rastî şîdeta fîzîkî û êrîşên zayendî tên çavkaniyên ku ji bo ekonomî, pîsîkolojî, pîştîgiriya civakê hatî veqetandîn têrê nake. Navenda pêşîlêgirtin û kontrolkirina nexwşiyan a DYE yê  (CDC) da diyarkirin ku di sala 2010-2017’an de dema mirov jinên ku  jiyana xwe ji dest dane bi 10 salên derbaz bûyî re qiyas bike rêjeya ji sedî 26 zêdetir bûye.  Her wiha heman raporê da zanîn ku Dema mirov bi welatên ku di ekonomiyê de pêşketî re jî qiyas bike jinên ku di wî welatî de 21 qat zêdetir rîska mirinê dijîn.
Şîdeta zayendî zêde bûye
Di rapora Saziya bi navê Koalisyona Netewî ya Navenda Colorado ya li dijî şîdeta malabatê (NCADV) tomar kirî de jî li DYE yê ji her 5 jinan yek jê rastî îstismara zayendî tê.
Li gora saziyên nevnetewî ku her sal li ser heman mijarê lêkolînên cuda xebatan didin meşandin, ev pirsgirêk bi hemû giroveriya wê raxistiye berçavan. Dan zanîn ku şîdeta li dijî jinê li seranserî cihanê gelek zêde bûye.
Polîtîkaya dewletê ya bi sîstem û zanabûne
Li gora jinan, zêdebûna jimara binpêkirina mafê jiyanê teybetiya wê ya yekem sitematîkbûna wê ye.  Bingehê nebûna wê ya sîstemak: Civak, siyasî, qanun, perwerde, ekonomî û h.w.d. di nava sîstembûna wê de jî, her tim, bi zanabûn, ji rêzê, sinifkirin, ji nebihîstive hatin, bi zurufan ve girêdan, daku mirov fêr bibe awên dayina neyarbûna jinê, gotin û xistina meryetê sedemê wê politîkaya bi sîstem ya dewletê ye. 
Em îro dibêjin bila şîdet bi dawî bibe, lê li gelek cihên cîhanê jin rastî şîdet, tacîz, îstismara zayendî tên û tên kuştin. Li cîhanê gelek tîşt tên guhertin. Lê belê şîdeta fîzîkî, zayendî, pîsîkolojî û ekonomî qet nayê guhertin. Jin hina ji ber xwarin şewitandiye yan jî têkilya cinsî red kiriye ji aliyê hevjinê xweve yan jî aliyê kesê pêre di nava têkiliyan deye ve rastî şîdetê hatiye. Şîdet jî jinan re ewqas bi sedemanê ji rêzê pêktên. Ji ber her sedemekê jin ji mafê xweyê bingehîn yê mirovan mahrum dimîne û tenê ji ber jine tê binpê kirin û cihêkarî lê tê kirin.
Bê edaletiye di nava dahatuyê, xizanî, di ewlehiya civakê de bê par man hem zemînê ji şîdetê re amade dike û neheqiya ku heye xwedî dike, hem jî jiyana jinan têne halê ne jiyankirinê. Pêwîstiya jinan bi polîtîkayên civakî heye. Divê dewlet û hikumet ew biryarên di derbarê ekonomiyê de didin destpêkê jinan bihizirin. Bi tavilê divê zeminê ku jin bikevîn nav jiyana kar de amade bikin û pirojeyan pêş bixwinin. 
Îro şîdeta li dijî jinê weke binpêkirina mafê mirovan tê hesibandin û ji bo pêşî li vê şîdetê bigrin zagonan amade dikin. Encaq hebûna van zagonan kêm dimine. Ji bo ew zagonên ku derxistine da bikeve meryetê divê mekanizmaya asankirina birokratan ava bike û vana bi awayek bi bandor bi kar bînin. Ji ber vê jî beriya her tiştî neminin benda pêvajoya zagon bibe eynika civakê, li dijî qirkirina zayendî divê zanabûna civakê pêş bixwin e. Ji bo pêşî li cihêkariyê û qirkirina zayendî ya li dijî jinê bigre, ji bo ew guherînên di qanunan de tê kirin lê were zêdekirin û guherinên bi hêz yên ku jin di nava jiyana civakê û ekonomiyê de serbixwebin çêbikin.
Sibê: Gelek jin ji ber li edaletê digerin li ber deriyê Dadgehê tên kuştin!