EMANÎ EL-MANÎ
Şam - Sûriye di aliyê filman û tayîbetî jî dramayê de êdî giringî didin cilan û makyajan, lê ji bo tundiya li ser jinê were kêmkirin tu gavek berbiçav di drama û filaman de nehatiye avêtin. Rêvebera Navenda Venus a Pêşketin û Fêrkirinê Zeyneb Cûbrî dibêje: "Tevî ku pêşveçûnek çêbûye jî, drama û fîlimên Sûrî hîn jî tenê girîngî dide cil, berg û makyajê. Hîna jî rola jinan di çarçoveya zewac û xwedîkirina zarokan de derdikeve pêş. Hata niha jî dîmenên jinên qurbanî bi hemû awayên xwe heye. Em jî hewil didin di aliyê diramayan de vê yekê ji holê rakin û amadekariyên xebatên ku civakê di aliyê erênî de perwerde dike bidin meşandin.”
“Jin wekî alavek xapînok û keyfxweşiyê tên bikar anîn”
Zeyneb Cûbrî dide zanîn ku cihan hemû veguheriye li ser esasê mdiyatê û wiha dom kir: “Jina bedew û cesûr di fîlim, rêzefîlm û derhêneran de veguheriye malzemeyek ya bazirganiyê û çavkaniyeke navdariyê. Bi gelemperî cîhana me veguheriye cîhanek maddî. Guherînên li cîhanê çêbûye giranî hatiya dayina jinan. Li Rojhilata Navîn li ser ekranan, jin wekî alavek xapînok û keyfxweşiyê tên bikar anîn. Drama wêneyek realîst a jinan û karesatên pê re rû bi rû dimînin nişan nade. Em hebûna jina hêz û rewşenbîr bawer dikin. Lê ji ber em welatekî ku afrîneriya me tune ye, jin heta niha qend û bend kirî maye. Pêwîstiya me bi Dramên bedew û erênî heye.”
“Emê tiştên erênî û rast pêşkêş bikin”
Zeyneb Cûbrî bal dikêşe li ser rola mezin a medyayê di çerçoveya pirsgirêkên jinan de û wiha dom dike: “ Gengeşeya dozên jinan di ragihandinê de pir kêm tê kirin. Pirsgirêkên jinan ên di nava civakê de nîqaş nakin. Ev tê wateya ku dibînin ev pirsgirêkên takekesî ne û bandorê li civakê nake, bi rastî ev bi serê xwe pirsgirêkek e. Armanca drama û rêzefîlman sekinandina reftara tundûtûjiyê li dijî jinan e. Lê em kar dikin bi formên nû û cûda di civaka me de tesbît bike ji ber ku em fêrî teqlîdê bûne. Ji bo vê yekê em ê wekî xwe bimînin heta çapemenî, diram û sînema tên guhertin û em jî tiştên erênî û rast pêşkêş bikin.”
“Em hewl didîn di warê hunerê de guhertinekê çêbikîn”
Herî dawî rêvebere navenda Vênus a pêşketin û fêrkirinê Zeyeneb Cûbrî bi bîr dixwe ku di warê çand û hunerê de guherinek nû çêbikin û wiha got: “Em hewl didîn ku di warê hunerê de guhertinekê çêbikîn. Her wiha Perwerdehiya di medya û têkiliyên giştî de, amadekirina rahênerên pispor û pêşxistina jêhatiyên wan ên wekî pêwendiyên bi bandor, xwebawerî û zanistên enerjiyê bikin. Di heman demê de li ser fêrkirina fîlim, derhênerî, hilberîn, nivîsandina senaryo, pêşkêşkirina pêşandanên fîlim û nîqaşkirina wan bi rexnevan, derhêner û lîstikvanan re kar dike, zêdekirina li darxistina diyalog û semînerên çandî wê civaka me di aliyê çandî de guherinek nû û baş bi xwere bîne.”




