Wafaa Bucwarî: Hevberdan ne dawiya jiyanê, destpêkeke nû ye

Jina ku li Lîbyayê di qada medyayê de dixebite ne hêsan e ku di nava aştiyê de bijî, ji ber ku ev kar hewce dike, di demên nediyar de tevger bike.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bunxazî- Tevî ku di nava civakan de pêşketinên mezin çêbûne jî li Lîbyayê xebatên jinan ên di nava çapemeniyê de hê jî nayên qebûlkirin, bi taybetî heger jin hevberdayî bin û xwedî zarok bin, nayên qebûlkirin.

20 sal in Wafaa Bucwarî di qada medyayê de dixebite

Wafaa Bucwarî ku zêdetirî 20 sal in di warê medyayê de kar dike û vê dawiyê ji hevjînê xwe veqetiyaye berpirsyariya herdu zarokên xwe girtiye ser milên xwe. Wê bi serbilindî ji ajansa me re behsa jiyana xwe û xebatên xwe yên di qada medyayê de kir.

Wafaa Bucwarî di sala 1997’an ve dest bi karê medyayê kiriye, diyar kir ku ew xwendekara zanîngeha Garyounis Anzak bû, meraqa wê ji xebatên medya, rojnamevanî û radyoyê re hebû, ji ber vê yekê wê xwest li kêleka xwendina xwe vê meraqa xwe bi cih bîne û wiha got: "Di wê demê de ez diçûm dersên xwe yên zanîngehê û piştre jî diçûm serdana avahiya medyayê, van serdanan di dilê min de hezkirina kar di qada medyayê de ava kirin."

Wafaa Bucwarî destnîşan kir ku piştî derçûna zanîngehê wê hewl daye derbasî beşa radyoyê bibe ji ber ku di zanîngehê de ev beş dixwend û wiha pêde çû: "Min tenê du caran di vê qadê de kar kir, yekem car wek alîkarê derhêner ligel derhênerê nemir Salim El-Fexrî di bernameyeke cihêreng a gelêrî de, xebitîm û tecrubeya duyem jî di warê rêveberiya hilberînên medyayê de bû."

"Ez di rojnameya Bungazî News de dixebitîm"

Wafaa Bucwarî der barê tecrûbeya xwe ya di warê rojnamegeriyê de wiha bilêv kir: "Xebatên Rojnamegeriyê ji bo min baştir û rehetir bûn lê karê meydanî bêhtir berdest bû, ji ber vê yekê min di karê meydanî de di rojnameya Bungazî News de cih girt, di vî xebatî de derfeta min hebû ku ez rapor, vekolîn û şopandinê bikim û piştî şoreşa 17'ê Sibatê me dît ku di aliyê ragihandinê de guhertinek çêbûye û rojnameyên pirjimar derketin holê. Min demek bi rojnameya El-Heyat a Lîbyayê re hevkarî kir û piştre min çendek xwe ji karê rojnamegeriyê dûr xist."

"Hevberdan li pêşiya xebatên min yê Rojnamevaniyê nebû asteng"

Wafaa Bucwarî da zanîn ku ew hevberdayî ye û 2 zarokên wê hene û wiha pêl da gotinên xwe: "Vê qonaxê gelek bandor li ser min kir lê min hewl da vê yekê derbas bikim, kesên derdora min jî piştgiriya min kirin ku ez biçim qadeke nû ku ne di fikra min de bû, ew jî ew bû ku di warê weşana dîtbarî û pêşkêşvaniya radyoyê de bixebitim. Di destpêkê de dema ku ez bi mirovan re rasterast diaxivîm û bi taybetî dema ku bi wan re zindî daxivîm min hinekî şerm dikir, ji min re ne hêsan û dijwar bû lê niha min ew tecrûbe xweş dît û hin bernameyên min hene ku min bi awayekî pir baş pêşkêş kirine." Her wiha Wafaa Bucwarî pişterast kir ku hevberdan ne dawiya jiyanê ye destpêkek nû ye.

"Ez niha bernameyeke dîtbarî bi awayekî herî baş amade dikim"

Wafaa Bucwarî der barê karê xwe yê niha de jî wiha got: "Ez niha bernameyeke dîtbarî ji bo kanala El-Messar amade dikim û karê xwe di vê kanalê de wek pêşveçûneke bi kalîte dibînim ji ber ku li seranserê cîhanê tê weşandin û vê guhertinê teşwîqek da min ku ez di xebatên xwe de xwe bêtir bi pêş bixim û xeyalên xwe pêk bînim."

Her wiha wafaa Bucwarî li gotinên xwe zêde kir ku veguherîna piştî hevberdanê di jiyana wê de pêk hat reaksiyonek erênî bûye û wiha pêde çê: "Min dixwest pêşî ji xwe û ji her kesê re îsbat bikim ku ez hîn jî di kar û jiyana xwe de serkeftî me. Ez vê yekê wekî teşwîqek nû dibînim ku hebûna xwe baştir îsbat bike û di nav sînorên civaka ku tê de dijîm li gorî demê bimeşim."

Spasiya ajansa me kir

Wafaa Bucwarî di dawiya axaftina xwe de spasiya ajansa me kir ku balê dikşîne ser  mijarên girîng û jiyanî yên ku hin jin şerm dikin bi hinceta ku mijarên taybet in vebêjin û wiha gotinên xwe bidawî kirin: "Hêvî dikim ku jinên bindest derfeteke baştir ji xwe re bibînin û dest bi xebatên nû bikin.”