HEDÎL EL-OMER
Idlib – Çalakvan û rojnamevanên jin li Idlibê ji ber sînordarkirinên tund ên bi navê Hikûmeta Rizgarî dema ku karê xwe dimeşînin rastî gelek zehmetî û metirsiyên ewlekariyê tên.
“Çavên li kamerayê, çavên li kolanê.” Bi van gotinan Îxlas El-Rihanî ya 32 salî ku nasnavê rojnamegereke li Idlibê ye, ruxmê xetereyên pîşeya xwe ya ji ber sepanên girtina rojnamegeran a “Heyet Tehrîr el-Şam” karê xwe dimeşîne.
Ji ber zextan dema karê xwe dikin nikarin kamerayên xwe derbixin
Îxlas El-Rihanî dibêje ku ew di dema karê xwe de rastî gelek zext û pêkutiyan tên. Her wiha anî ziman ku ew her dem rastî rewşên xeternak tê, rastî lêgerîna li kamera û telefona wê ya destan tê, hin caran jî neçar tê hiştin ku dimen ango wêneyê ku ew kişandiye jê bibe.
Îxlas El-Rîdanî da zanîn ku ew du caran li ser hev hatiye girtin ji ber nebûna karta çapemeniyê û destûra wênegirtinê. Her wiha destnîşan kir ku rojnamegerên jin ên ku li herêmên dagirkirî dijîn, di komkirina agahiyan û danûstandina bi çavkaniyan re, bi taybetî çavkaniyên siyasî û leşkerî re û zehmetiya kişandina dîmenan li bazar û cihên giştî re rû bi rû dimînin.
Dest didin ser kamera û telefonên rojnamegeran
Noha Xerîb a 28 salî, çalakvana rojnamevanî ya ku li bajarê Sarmada yê bakurê Idlibê rûdinê, ji ber nebûna karta wê ya çapemeniyê hatiye girtin û 24 demjimêran li girtîgehên Tehrîr el-Şam hatiye ragirtin.
Noha Xerîb dibêje ku Rêveberiya Ragihandinê ya "Hikûmeta Rizgariyê" kartên çapemeniyê yên "Pegboard" ji bo girtin û dadgehkirina rojnamevanên jin bi kar anîne, ji ber ku ew vê kartê nade heta piştî lêkolîneke ewlekarî û lêkolîneke ewlekarî ku pêwîstî bi eşkerekirina hemû çavkaniyan û jêderan heye.
“Siyaseta tirsandinê ji aliyê komên leşkerî yên Heyet Tehrîr El-Şam ve tê meşandin”
Rêvebera navendeke bihêzkirina jinan a li bakurê Idlibê, Reghad El-Şerawî bal kişand li ser siyaseta tirsandinê ku ji aliyê komên leşkerî yên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam, li dijî rojnamevanên jin tê meşandin.
Reghad El-Şerawî anî ziman ku ev kiryar û zext di nav civakê de zêde nayên zanîn ku di esasê xwe de fikra jinên di qada ragihandinê de dixebitin red dike ji ber adet û kevneşopiyên ku di gelek waran de kar û çalakiyên jinan sînordar dikin.




