Rêveberiya Xweser cihên ji erdhejê zirar dîtine çêdike

Rehab Jabbo diyar kir ku tevî ambargo û êrîşên dewleta Tirk ên li Şehbayê ya ku ji ber erdhejê bandor li wan kiriye jî ji bo pêdiviyên gel bi cih bînin xebatên xwe didomînin.

RUPARÎN BEKIR

Şehba – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Rêveberiyên Herêmî ya Kantona Şehba ji bo tespîtkirin û sererastkirina avahiyên ku di erdhejê de ziyan dîtine, ji bo peydakirina pêwîstiya stargehê, dabînkirina ewlehiyê û peydakirina pêdiviyên giştî yên mexdûrên erdhejê kar dike. Hevseroka Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Kantona Şehba Rehab Cebbo derbarê rewşa Kantona Efrînê-Şehba de wiha got: “Erdhejê wêraniyeke mezin li gelek deverên Sûriyê pêk anî. “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ji xwe gel bi polîtîkayên şer rûbirû diman û bi erdhejê re ev karesat zêdetir bûye.

‘Ruxmê erdhejê dewleta Tirk erîşên xwe li ser heremê nesekinand’

Der barê herêmên girêdayî desteya Rêveberiya xweser û Jîngehî ya Kantona Efrîn –Şehbayê de, hevseroka desteyê Rîhab Cibo got: “Erdhejê zirarek mezin li gelek herêmên Sûriyeyê kir, pirsgirêkên gel duqatî bûn, bi taybetî ev herêm ji destpêka krîza Sûriyeyê ve gelek şer tê de rûdan, niha jî ji berî erdhejê rewşên trajîk hene. Piştî dagirkeriya Tirkiyê gelê Efrînê penaberî bajarê Şehba bû, gel di kampan û malên rûxandî de bicihbûn. Lê dagirkeriya Tirk bi awayekî berdewam kantona Şehba armanc digire piştî kareseta mirovî jî ji bo vîna gel tune bike, xelkê Efrînê ji herêma wan dûrbixe û projeya xwe dagirkeriyê pêkbîne. Gel di dema erdhejê de jî neçar diman li hember erîşên tirkiyê parastina xwe bikin. Lê Tirkiyê ji bo astengî û êşên gel zêdetir bike herêm armanc dikir.

‘Ji ber dorpêça rejîma Sûriyeyê derfetên me kêm in’

Rîhab Cibo der barê kar û alîkariyên ku Desteya Rêveberiya Xweser piştî erdhejê ji gel re pêşkêş dike de got: “Piştî erdhejê, me komîteyek keşfê ava kir li ser malên zirardîtî geriya û rêjeya wan diyar kir. Piştî keşfa me li ser malan, me li gorî derfetên xwe dest bi sererastkirina wan kir lê malên bi awayekî zêde zirar dîtine me vala kirin ji bo ewlekarî û silametiya wan ji ber ku derfet nîn in ji nû ve em wan ava bikin. Kantona Şehbayê di dorpêçek mezin de ji aliyê hikumeta Şamê ve. Lewma em alîkariya gel bi tiştên di dest xwe de dikin ji konan û xurekan li gel çêkirina hin malan. Nebûna mazotê ku ji bo karê şaredariyan gelekî bingehîn e bandoreke neyênî li ser karê me kir.”

Ji bo mexdûrên erdhejê li her sê kampan kon vegirtin

Rîhab Cibo der barê plansaziya karê desteyê li kampan jî got: “Bi hevkariya Meclisa Kantona Efrîn – Şehbayê me herdu kampên Serdem û Vegerê berfireh kirin nêzê 300 kon li Serdemê û 80 kon li Vegerê vedan, ji bo kampa Berxwedan jî me 20 kon zêde kirin bi armanca malbatên ji Helebê hatine pêşwazî bikin tevî malbatên Şehbayê yên ku malên wan êdî ji rûniştinê re nabin.”

Rîhab Cibo di dawiya axaftina xwe de behsa  rola Desteya Rêveberiya Navxweyî di warê perwerdeyê de li herêmên karesatê kir û wiha axivî: “Erdhejê zirarên mezin da dibistanan, ji ber rûxandina dibistanan, îsal xwendin hat rawestandin. Me bi Desteya Perwerde û Xwendina Civaka Demokratîk re koordîne kir ji bo hin konan li qadên dibistanên ku pir rûxiyane vedin, zêdetirî 350 kon hatin vedan, ji bo ku xwendin li kantonê berdewam bike. Karê me berdewam dike ji bo pêşkêşkirina alîkariyan û piştgiriya malbatên ji erdhejê zirar dîtine. Em ê êşên gel hinekî kêm bikin.”