Radiya Şemsan li Yemenê çîroka xwe nivîsand

Radiya Şemsan, ligel êş û bêpariyê, zarokên xwe mezin kir û çîroka serkeftina xwe nivîsand.

RANIYA ABDULLAH

Yemen – Radiya Şemsan a 52 salî ji navçeya Muafir a bajarê Taîzê yê başûr û rojavayê Yemenê ye. Çîroka wê ne ji rêzê ye, serkeftina wê ne tesaduf e. Ew têkoşîna jineke bi îsrar ku ji peyva ‘ne gengaz e’ re dibêje na ye. Tevî hemû zehmetiyan û windakirina zarokên xwe, xeyalên xwe yên xwendin û nivîsînê pêk tîne û xwe ji bo zanîngehê amade dike.  

Radiya Şemsan bi gotina “Windabûna zarokên min û fikarên min ên der barê wan de ez gelek westandim. Her çend dilê min bi derdê zarokên min tije be jî ruxmê vê jî bi serkeftin ji derketina ezmûnan min israr kir.” êşên xwe yên du salan ku zarokên wê bi zorê hatine windakirin tîne ziman. Ew jî weke her dayîkê bêçaretiyê û fikaran dijî. Radiya Şemsan ruxmê hemû zoriyan perwerdeya xwe domand, ket ezmûnên zanîngehê ji sedî 76 derece bi dest xist.

Her çendî dema zarok bû ji perwerdeyê bêpar mabe jî di mafê xwe yê fêrbûnê de îsrar kiriye û dibêje: “Dema ez hatim dibistanê, malbata min ji min re got; ‘dibîistan ji bo kuran e, keç wê di baxçe de bixebitin û lawiran xwedî bikin.’ Ji wê demê ve perwerde xeyala min bû.”

Ew dayîkek bi hêz e

Radiya Şemsan beriya ku dibistana amadeyî temam bike, dayîkek serkeftî bûye. 9 zarokên wê hene û dema xwe ji bo perwerdeya wan derbas kiriye. Li ser zarokan dibêje: “Zarokên min çêbûn. Min bal da ser mezinkirina wan û mala xwe. Ez fêrî dirûtinê bûm, min makîneyeke dirûtinê anî malê da ku bikaribim pêwistiyên zarokên xwe pêk bînim.”

Radiya Şemsan diyar dike ku salên xwe li gorî zarokan û dahata wan derbas kiriye, rojekê dema dirûtinê fêrî jinên li gund dikir, jê hat xwestin ku lîsteyek amade bike û pîvanan binivîsîne. Lê belê xwendin û nivîsandin nizanibûye û got: “Ez ji ber serkeftina xwe ya di dirûtinê de ji aliyê meclîsa gund ve hatibûm hilbijartin. Wê demê min biryar da beşdarî dewreya xwendin û nivîsandinê bibim.”

Ji xwendin û nivîsê heta amadeyî

Radiya Şemsan da zanîn ku dema tîp nas kirine û dest bi nivîsandina peyvan kiriye gelek kêfxweş bûye û got: “Zarokên mim alîkariya min kirin. Cara yekem dema min peyvek rast nivîsî ez kêfxweş bûm. Bi dewreya xwendin û nivîsandinê min dibistana seretayî temam kir, piştre bi xwendekarên dibistana navîn re min dibistanê domand. Hinek xwendekaran henekên xwe bi temenê min dikirin lê bi saya desteka mamosteyên xwe min vê şerma xwe derbas kir. Hemû xwendekaran ji min re digotin dayê Radiya. Ez bûm hevala wan a nêz û ruxmê hemû zoriyan min perwerdeya xwe temam kir.”

Radiya Şemsan çîroka xwe bi rûyê bi ken wiha bi dawî dike: “Xeyala min a destpêkê pêk hat. Niha ez ber bi xeyala xwe ya duyem ve diçim. Min dest bi kar û barê qeydkirina zanîngehê kir ez ê beşa pergala înformatîk hibijêrim. Vê carê ez bi gavên pêbawer dimeşim û bi xwe serbilind im.”

Ruxmê birînan amadeyî

Radiya Şemsan ruxmê zarokên xwe bi zorê winda kir meydanê ji êşên xwe re dixwîne û bi rêjeya ji sedî 76 dibîstana amadeyî temam kir.

Mamosteya navenda xwendin û nivîsînê Huda Yasîn têkildarî Radiya Şemsan wiha got: “Radiya Şemsan mînaka ku îlhamê dide hewldanên perwerdeya dayîkan e. Pêşniyara min ji hemû dayîkan re ew e ku guh nedin temen, beşdarî dewreyên xwendin û nivîsandinê bibin.”

Huda Yasin da zanîn ku li navendan kêmaniya pirtûk û mamostayan heye divê ji herêmên gundewar re destek hebe û wiha got: “Divê rêveberiyên perwerdeyê û saziyên xwendin û nivîsandinê, destekê bidin van navendan, pirtûk û amûrên pêwist peyda bikin.”

Di navbera hiqûq û rastiyê de

Li Yemenê Meclîsa Destûra Bingehîn, di 1998’an de hejmara 28’an a zagona xwendin, nivîsandin û perwerdeya gihayan derxistibû. Vê yekê li hemû bajaran sererastkirina perwerdeyê garantî dikir. Lê belê li gorî Bernameya Pêşxistinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), ger pirsgirêkên heyî neyên çareserkirin, ev navend li ber hilweşînê ne. Ev rewş gefê li hêviya kombûna perwerde û pêşxistina civakê dixwe.