NAGHAM KARAJEH
Xeza - Komeleya Çand û Ramanê Azad bi rêya beşên xwe hewl dide ku bi destpêkirina projeya "Ji bo jinan cihên bi ewle " qadên ewle ji jin û keçan re peyda bike ji bo ku wan biparêze, bi hêz bike û tevlîbûna wan di nava civakê de bi pêş bikeve.
"Armanc wan parastina ji zextên ku pê re rû bi rû dimînin e”
Koordînatorê projeyê Erûb El-Saqa derbarê projeya "Ji bo jinan cihên bi ewle " ku di destpêka meha Hezîranê de dest pê kiriye got: "Proje cihekî taybet ji bo jin û keçan e û ev proje hatiye amadekirin ji bo jin an jî keç tê de rihetiya xwe ya fizîkî û bedenî bibînin, di bin şert û mercên bêîstiqrar, şoq û şerên li pey hev a ji aliyê psîkolojîk ve derkevin.” Her wiha destnîşan kir ku peyva 'parastin' tê wateya ku nebûna şoqê, danûstandina xerab û binpêkirinên li ser jinê û ev proje vê yekê dike armanc ku jin û keç li wê derê xwe di nav rehetiyekê de hîs bikin.
"Armanca projeyê parastina jinan e"
Erûb El-Saqa destnîşan kir ku armanca projeyê parastina jin û keça ye û wiha domand: "Armanca projeya cihê ewle ew e ku mijûlbîna bi civakê re zêdetir bibe, ji bo jin û keç piştgirîya derûnî û ya civakî bistînin, hem jî piştgiriya jêhatîbûnên lazim yên jiyanê wek têkilî, birêvebirin û xwe kontrol kirin an jî jêhatîbûnên pîşeyî wek çîtik, xeyat pêş bixin."
Erûb El-Seqa diyar kir ku hinek prensîbên rêberîkirinê hene ji bo pêşkêşkirina cihê ewle û got: "Lazim e ku ji bo jinên astengdar hêsanbûna xwe gihandina cihê ewle hebe û ev ji bo parastina hemû jinan be, cihê ewle divê ji bo hewcedariya hemû jinan taybet be."
"Projeya cihê ewle, jinan ji metirsiya tundiyê diparêze"
Erûb El-Saqa li ser girîngiya cihê ewle ya di saziyên sivîl de wiha got: "Projeya cihê ewle jinan ji metirsiya tundiyê diparêze û piştgirîya wan dike, ji bo têkilîyê wan bi civakê re zêdetir be, hêza wan jî zêdetir bibe û biryarên xwe bi destê xwe bide."
Erûb El-Saqa di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku jinên astengdar dijîn û wiha got: "Zehmetiyên ku dijîn ji ber malbata wan e ku nahêlin ew bi azadiya xwe tevbigerin, lê cihê ewle dihêle ku ew bi azadiya xwe tevbigerin û jiyana xwe li gor biryarên xwe bijîn."




