Maskeya Reveberiya Demkî dikeve: Rêgiriyên nû li ser gel
Rêvebera komîteya Têkiliyan a Kongra Star Mona Ebd El-Hemîd polîtîkayên rêveberiya demkî ya sûriyeyê şermezar kir û girtina riya di navber Heleb-Reqa de wek binpêkirina bendên peymana 1'ê Nîsanê bi nav kir.

SÊRÎN MUHEMED
Heleb – Sûriye ji ber polîtîkayên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li ser navê rêveberiya demkî têne meşandin, di qonaxek nû û krîtîk re derbas dibe. Di demên dawî de, rêya di navbera Dêr Hafer û Helebê de hat qutkirin, ku riyên sivîlan û bazirganiyan asteng kirin.
Di 1'ê Nîsana îsal de di navber rêveberiya demkî ya nû ya Sûriyeyê û Meclîsa taxên Eşrefiyê û Şêx Maqsûd ên bajarê Helebê de hevpeymanek ku ji 14 bendan pêk tê, hate îmzekirin. Di nav van bendan de parastina niştecihên taxan û pêşxistina jiyana hevbeş, rêxistinkirina ewlehiya hundirîn ên taxan û avakirina komîteyan ji bo pêkanîna bendên peymanê û hêsankirina tevger û rêwîtiyan e.
'Dorpêça li ser herdu taxan didome'
Rêvebera komîteya têkiliyan a Kongra Star a Helebê Mona Ebd El-Hemîd li ser polîtîkeyên ku ji hêla rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve têne meşandin wiha axivî: "Hêviya me ya di hikûmeta nû ya rêvebirina Sûriyeyê de ne HTŞ’ê bû. Ji ber ku HTŞ’ê bi navê rizgarkirina welêt ji zalimekî û destpêkirina serdemeke nû ya vekirîbûn û pêşketinê hat damezrandin, lê wêne ji bo me neguheriye. Rêgirî û dorpêçkirina taxên Şêx Masûd û Eşrefiyê heta piştî hilweşîna rêjîma berê jî nesekinî. Ji hêla firqeya çaremîn a rêjîma Baas ve ev dopêçî dihat dewamkirin û rê li ber sivîlan hatibûn girtin. Di heman demê pêdîviyên jiyanî û tendrustî jî derbasî taxê nedibûn."
'Tu cudahî di navbera rêveberiya demkî û rêjîma Baas de nîn e'
Mona Ebd El-hemîd da zanîn ku hêviyên niştecihên herdu taxan jî wek hemû Sûriyeyan li ser hilweşîna rêjîma Baas xurtir bûn. Mona bi van gotinan balkişand ser rêveberiya demkî ya bi serkêşiya El-Colanî û komên cîhadîst ên girêdayî wî û wiha dewam kir: "Piştî hilweşîna rejîmê, em geşbîn bûn, lê nakokî hebû. Mixabin ev hikûmet hikûmetek demkî bû ku destwerdana desthilatdariyê girt ser xwe. Çi guhertin anî? Îro, em bi zelalî rojevek ji bo polîtîkayên derve dibînin, wek destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên Sûriyeyê de û ev bê guman nayê qebûlkirin."
Ajandeyên Tirkî û herêmî li ser gel hatiye ferzkirin
Mona Ebd El-Hemîd da diyar kirin ku ajandeyeke Tirkî û herêmî li ser rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û gelê wê tê ferzkirin û ev yek nîşan dide ku pêvajoya siyasî li ser qada Sûriyeyê qelsiyek e. Mona wiha pê da çû: "Hemû ev pêkanîn şertên peymanên ku di 1'ê Nîsana îsal de di navbera meclîsên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd û rayedarên Şamê de hatine îmzekirin binpê dikin. Wek ku di xala sêyemîn a peymana îmzekirî de hatiye destnîşankirin 'Wezareta Karên Hundir, bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, berpirsiyariya parastina niştecihên her du taxan û pêşîgirtina li her êrîş an tacîzê li dijî wan digire ser xwe.' Lê mixabin niha rê têne girtin, baca ji şofêran tê standin, ketina hin materyalan tê astengkirin û dorpêçek li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd tê ferzkirin."
'Na ji navendîbûnê re'
Mona Ebd El-Hemîd bawer dike ku nebicîhanîna bendên peymanê ji aliyê rêveberiya demkî ve rêbazek e ji bo zextkirina li ser Rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Mona Ebd El-Hemîd girîngiya banga yekîtiya gelê Sûriyeyê û yekîtiya axa Sûriyeyê tekez kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Na ji parçebûn û navendîbûnê re, erê ji pirrengiya pêkhateyên Sûriyeyê û beşdariya hemûyan di karûbarên siyasî, çandî û aborî de. Ev tiştê ku em hemû dixwazin e, lê rêveberiya demkî hemû prensîbên ku divê di pêvajoya siyasî de werin bicîhanîn nîşan dane. Ev siyaseta qels û sîstematîk ku cîhadîstên HTŞ'ê dimşînin, red dikin. Em gelê Sûriyeyê daxwaz me ew e ku bi aramî û ewlehî bijîn û Sûriyeyek nû û demokratîk ava bikin."