Li Xezaya dagirkirî bûyerên kuştinê bêceza dimînin
Ji ber tunebûna parastina yasayî û kêmasiyên di warê lêpirsînan de, bûyerên kuştina jinan û "xwekuştina bi zorê" li Xezeyê zêde dibin. Ji ber nebûna mekanîzmayên yasayî bûyer tên paşguhkirin û sûcdar bê ceza dimînin.
REFÎF ISLÎM
Filistîn – Zehmetiya şopandina bûyerên kuştina jinan û hilweşîna mekanîzmayên parastinê li Zîvala Xezaye. Bi taybetî di rewşên ku darizandina kuştinê bi riya aliyên eşîrî yên ku edaletê ji bo kuştiyan garantî nakin de tên encamdan, pirsên li ser merov çawa dikare bi şîdeta navmalî re şer bike û misoger bike ku sûcdar dê hesab bidin, derdikevin holê.
Çeperên şîdetê û hilweşîna edaletê
Çalakvana femînîst Welaa El-Satarî diyar kir ku di şerê sê salan paşguhkirinek ku heta niha nehatiye dîtin di jiyana jinan de bi xwe re aniye. Her wiha da zanîn ku tundiya li dijî jinan, nemaze ji ber koçberiyê, gihîştiye asteke ku dikare bi kuştinê bi encam bibe, diyar kir ku jin û keçên ciwan bi du şîdetê re rû bi rû ne û got: "Ji aliyekî ve tundiya ji ber dagirkeriyê, ji aliyê din ve tundiya nava malbatê."
Ew bawer dike ku pirsgirêk ji ber kêmbûna rola saziyên yasayî û civakî di parastin û piştgiriya jinan de girantir dibe. Dide zanîn ku qelsiya dadgeh û rayedaran di bicihanîna rolên xwe de di rewşên ku jin tên kuştin de dibe sedema lihevkirinên eşîrî bi (vexwarina fîncanek qehwe) pirsgirêkê çareser dikin.
Jin van peymanan wekî kartek danûstandinê li ser jiyana jinan bi nav dike û dibêje ku ew bêcezatiyê didomînin û dikarin dubarebûna sûcan teşwîq bikin.
Zehmetiya belgekirina sûcên li dijî jinan
Walaa El-Satarî, diyar dike ku ji destpêka şer ve, şopandin û hejmartina van sûcan ji ber nebûna daneyên rast di hinek rewşan de dijwartir bûye. Her wiha destnîşan kir ku hinek bûyerên kuştinê tenê bi tesadufî tên kifşkirin û bûyera keçika ku ji hêla birayê xwe ve hat kuştin û di konê ku lê dijiyan de hat veşartin bi bîr xist û wiha domand: “Hinek ji van sûcan bi "sûcên rûmetê" yan jî nakokiyên mîrateyê ve girêdayî ne û dibe ku sûcdar endamên malbatê bin. Ger kevneşopiyên eşîrî û lihevkirinên wan werin sepandin, ev yek hesabpirsînê dijwartir dike û dibe ku bibe sedema devjêberdana daxwaza hesabpirsînê. Xeter ne tenê bi kuştina rasterast ve sînordar in, di heman demê de "xwekuştina bi zorê" jî di nava xwe de digre. Tundiya fizîkî û psîkolojîk a li dijî jinek wê ber bi dawîanîna jiyana xwe ve dibe.”
Pêwîstî bi reformên yasayî û rola mafên mirovan heye
Li hemberî van şert û mercan, Walaa Al-Satarî tekez dike ku pêwîst e yasayên di dozên kuştina jinan de, tevî yên bi hinceta "namûsê" tên kirin, cezayên kêmkirî distînin, ji nû ve bên nirxandin û piştrast bikin ku berpirsiyarî ji holê nayê rakirin, bi taybetî dema ku sûcdar endamê malbata kesa kuştî be (Bav, ap an jî bapîr) be.
Li gorî wê, nebûna cezakirinê dikare sûcdaran teşwîqî dubarebûna sûc bike, nemaze ji ber hebûna parastina civakî û yasayî ji bo sûcdaran. Ji ber vê yekê, ew daxwaza aktîfkirina yasayên ku armanca wan parastina malbatan e ji tundiyê dike. Her wiha destnîşan dike ku hinek partî li dijî Yasaya Parastina Şîdeta Navmalî ne û dibêjin ku dabînkirina parastineke bi bandor ji bo jinan ji bo çareserkirina şîdeta navmalî destwerdana yasayî û sazûmanî hewce dike û wiha bi dawî dike: “Girîngiya zanîna mafên jinan û ragihandina tundiyê girîng e. Pêvajoya parastina nepenîtiyê, ji bo belgekirina bûyeran û parastina delîlên ku dikarin bibin alîkar êrîşan îsbat bikin hewce ye. Di vê mijarê de domandina têkiliyên bi rêxistinên femînîst û mafên mirovan re girîng e. Ew dikarin alîkariya jinan bikin ji bo mafên xwe biparêzin. Hêvîdar im ku zagonên dadwer werin derxistin û bicihanîn da ku sûcdarên bûyerên kuştina jinan hesab bidin û sûcên wiha kêm bibin.”