Li Idlibê piştî erdhejê şert û merc xirabtir bûn

Li Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên HTŞ’ê de, jiyan roj bi roj jiyan zehmetir dibe. Dagirker erdhejê wek hincet nîşan didin, buhayê her zexîre û tiştên xwarin zêde kirin. Jinan bertek nîşanî vê rewşê dan.

HADEEL Al-OMAR

İdlib- Idliba Bakurê Sûriyeyê ku erdhejên 6’ê Sibatê zirarê lê kir, di bin dagirkeriya Heyet Tahrîr el Şam (HTŞ) a girêdayî dewleta Tirk de rojên dijwar dijî. Gelê Idlibê ku bi gelek pirsgirêkên civakî yên weke ewlekarî, revandin, tundî û kuştinê re rû bi rû hatiye hiştin, ji ber qeyrana aborî gelek zehmetiyan dijî.

Welatiyên di bin dagirkiriyê de diyar kirin ku piştî erdhejê buhayê her tiştî zêde bûye, bertek nîşan bihabûna pêdiviyên bingehîn ên weke xwarin û cilan dan û diyar kirin ku erdhej ji bo zêdekirina bihayan hincet tê nîşandan.

Îbaa Al-Sattoûf a 33 salî ku ji Bajarokê Haysh a Başûrê Idlibê hat koçberkirin û neçar ma niştecihê bajarê Sarmada yê Bakurê Idlibê bike, di erdhejê de mala wê hilweşiya. Îbaa Al-Sattoûf da zanîn ku zêdebûna bihayan êdî nayê tehemulkirin û wiha got: "Ji ber her dem zêdebûna bihayan em hatin rewşeke wisa ku nikarin hin sebzeyan jî bikirin. Şert û merc giran bûn û jiyan ket rewşele pir dijwar.”

'Divê kontrol bê kirin'

Aborîzan Roaa Al-Abdullah diyar kir ku sedema zêdebûna bihayan qeyrana piştî erdheja 6'ê Sibatê ye. Roaa Al-Abdullah bal kişand ku ji ber nebûna derfetên kar û kêmbûna mûçeyan bi giştî hêza kirînê lawaz bûye, bi taybetî jî bal kişand ser êş û azarên ku bi taybetî jinên koçber bûne û diyar kir ku erdhej ji bo bihayan hincet tê nîşandan.