Li Idilbê perwerde di dibistanên rûxandî û terikî de tê dayîn

Bi dehan dibistanên perwerdeyê li Idlibê ji ber erdhejê rastî ziyanên mezin hatine di her kêliyê de dibe ku birûxin, nebûna alavên parastinê jî wan dibistanan di metirsiyê de dihêle.

HADEEL AL-OMAR

Idlib – Zirar û rûxandinên saziyên perwerdeyê bi awayekî gelekî mezin bandorê li ser pêşeroja bi hezaran xwendekaran kir. Ew îro di metirsiya qutbûna ji xwendinê de ne ji ber ku dibistanên wan hem rûxiyan e hem jî terikîne.

Li gorî bîlançoyek navxweyî, hejmara dibistanên ji ber erdhejê zirar dîtine gihîştiye 250. ji wan dibistanek bi giştî rûxiyaye û 203 dibistan jî hinek aliyên wan rûxiyane, 46 dibistan jî dîwarên wan qelişî ne.

Ji ber ku dibistanê ji erdehjê zirarê dît nikare xwendina xwe bidomîne

Rayêd El-Xalid ê 11 salî, xwendekarê dibistaneke bajarê Sermada ya li Idlibê ye. Piştî ku dîwarekî pola lê dixwend rûxiya û piraniya dibistanê hilweşiya ji ber erdhejê, ew ji xwendinê qut bû. Rayêd dibêje: “Ez ditisim biçim dibistanê. Zirarên ku li dibistanê çêbûne û ji tirsa erdhejê û lerizînên berdewam dibe ku bi giştî birûxe ji dibistanê qut bûm.”

Îxlas El-Tuima 32 salî ye, dayika Rayêd El-Xalêde e, neçar maye ku lawê xwe neşîne dibistanê ji ber rûxandina ku di avahiya dibistanê de çêbûye. Ji tirsa ku di her kêliyekê de dibe birûxe piştî ku ewqas zirar gihîştiyê û gelek dîwarên wê ji nişkêve rûxiyan.

Ji neçarî lawê xwe dişîne dibistaneke dûr

Dayika Rayêd didomîne û dibêje ku ew neçar e lawê xwe bişîne dibistaneke dûrî mala wan ji bo ku bandoreke neyînê çênebe. Dibe ku zarok nikaribe tevli jiyana nû bibe, bi xwendekar û mamosteyên nû re berdewam bike lê tu çareyên din nîn in ji bo jiyana lawê xwe biparêze.

Alavên parastinê di gelek dibistanên giştî de di bin serpereştiya hikumeta Înqazê ya girêdayî Heyat Tehrîr El-Şam, li herêmê nîn in. Wan tenê berdewam dest pê kir bêyî metirsiyên dibe ku zarok û xwendevan di van dibistanan de jiyan bikin berçavan re negirtin.

Ji bo biçe dibistanê rojê 7 kîlometre dimeşe

Xwendekar Mustefa Kitlatî 12 salî ye li nêzî bajarokê Bisniya bi hevalên xwe re rojane 7 km. dimeşe heta dibistana nû li gundê rex wan. Piştî ku dibistana wan bi giştî rûxiya ew neçar ma ewqas rê bimeşe.

Mustefa Kitlatî dibêje ku ew rastî gelek astengiyan tên bi taybetî saetek temam dimeşin ji bo bigihîjin dibistanê. Ji ber vê rewşê berdewamkirina pêvajoya xwendinê ji bo wî pir dijwar dibe ji ber dûrbûnê û metirsiyên li ser riyan rûdidin ji qezayên trafîkê û êrîşên segên berdayî û hwd.

Mustefa axaftina xwe didomîne û dibêje ku tenê du dibistan li bajarokê wî hene, dibistanek giştî rûxiyaye û dibistanek taybet e, rewşa bavê wî ya aborî û jiyanî gelekî dijwar e nikare di ya taybet de wî tomar bike lewma rojane diçe û tê tenê ji bo ji wane û xwendina xwe qut nebe.

Gelek zarokan ji ber şert û mercan bi temamê dest ji xwendinê berdan

Rezan El-Qadûr 12 salî ye ji bajarokê Bisayna ye bi temamî ji xwendinê qut bû piştî ku bavê wê red kir wê bişîne dibistana gundê cîran ji ber dûrbûna dibistanê û rewşa ewlekarî ya nebaş û bûyerên revandinê ku xwendekar û zarok rast tên.

Meryem El-Hesen 35 salî ye, dayika Rezan El-Qadûr e dibêje: “Tişt ji destê me were nîn e” destnîşan dike ku ew bi biryara qutbûna keça xwe ji dibistanê nerazî ye. Her wiha dide zanîn ku keça wê ji xwendekarên serkeftî bû di hemû pêvajoyên xwendina xwe de lê rewşa dijwar bi erdhejê re rûdaye keça wê ji dibistanê qut kir.

‘Divê ku dibistan ji aliyê endesyarên avahîsaz ve werin kontrolkirin’

Ji aliyê din ve, Nada El-Demas a 38 salî rêvebera dibistanek e, teqez dike ku divê planek berdewamkirina pêvajoya perwerdeyê bi awayekî bi aram hebe, bi riya kontrolên endezyarên avahîsaz ve li ser hemû dibistanan û çêkirina wan ji bo ewlekariya zarokan û xwendekaran bê misogerkirin.

Aliyên peywendîdar di vê der barê de heta vê kiliyê tiştek nekirine, ev jî paşguhxistina pergala perwerdeyê teqez dike.

Nada El-Demas destnîşan dike ku mayîna binesaziya dezgehên perwerdeyê bi vê awayî dê bandoreke karesatî li ser pêşeroja bi hezaran xwendekarên ku di metirsiya qutbûna ji xwendinê de ne di hemû waran de bike.