Li Şehbayê jinan perwerdeya tendûristiyê dibînin

Jinên ku beşdarî perwerdeyên tendirustiyê bûne ji bo amdekariyên xwe yên ji bo rewşa awarte û şer wiha dibêjin: "Em ê bi hev re civakek bi tendirust ava bikin û li hemberî rewşa awarte û şer amadekariyên xwe ji hemû aliyan ve dikin."

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji ber rewşa awarte ku Rêveberiya Xweser li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye gel jî xwe bi her awayî perwerde dike û amadekariyên xwe ji bo rewşa şer, dike. Komîteya tendirustiyê ya Kongreya Star a herêma Efrînê jî ket tevgerê û perwerdeyên tendirustiyê ji bo jinan da destpêkirin bi armanca ku zextên li ser nexweşxaneyê kêm bikin û jinan ji bo rewşa awarte amade bikin. Ev perwerde li seranserê gund û navçeyên kantona Şehbayê tên dayîn û hejmarek baş ji jinan tevlî vê perwerdeyê dibin da ku zanebûna xwe di aliyê tendirustiyê de zêdetir bikin. Rêvebera perwerdeyê û jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne ji ajansa me re axivîn.

"Ji ber rewşa awarte pêwîstî bi perwerdeyê dît"

Guneyî Mustafa Îbrahim rêvebera komîteya tendırustiyê ya Kongreya Star, di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya vekirina perwerdeyên tendirustiyê ji jinan re û wiha got: "Ev komîte ji bo alîkariya jin û civakê ji aliyê tendirustî ve hatiya avakirin, ango ji bo zanekirina civakê ye. Di van demên dawî de rewşa awarte ya şer li herêmê hat ragihandin ji ber vê yekê me pêwîstî dît ku perwerdeyên tendirustiyê ji jinan re vekin da ku di nava şer de karibin parastina xwe û malbetê bikin. Divê civak ji hemû aliyan ve ger şerek pêk were li gorî şer û xeteriya wê amade be. Ev perwerde li seranserî navçe û gundan tê dayîn û hejmarek baş ji jinan û qebûlkirina wan ji vê perwerdeyê re heye. Di heman demê de jin di vê perwerdeyê de gelek nîqaşan dikin û dixwazin bêhtir zanebûnên xwe fereh bikin. Em di perwerdeyê de di warê parastina rewşa ji şewitê, ger zextê xwînê bilind an dakeve li gel însanan fêr dikin. Di heman demê de parastina çawaniya bêhna mirovan teng dibe. Mijarên me giştî li ser tendirustiyê û riyên xweparastina li hemberî nexweşiyan in."                                                                                 

"Em civakê ji aliyê tendirustî ve zane dikin"

Yek ji sedemên ku me pêwîstî bi vê perwerdeyê dît dorpêça li ser herêmê ye. Guneyî Mustafa wiha behsa xeteriya dorpêça li ser koçberan dike û dawî li gotinên xwe tîne: "Ji ber amburgoya ku li ser herêmê tê jiyîn me pêwîstî bi vê perwerdeyê dît. Di Şehbayê de amûrên tendirustî kêm tên dîtin û nexweşxaneya Avrîn tenê heye ev jî zehmetî û bendan ji milet re derdixe holê. Ji bo ku em hinekî barê koçberiyê û dorpêçê  sivik bikin me hewceyî bi vê perwerdeyê dît. Ev perwerde gelek sûdan ji jinan re pêşkêş dike. Her wiha em dermanên xwezayî jî ji wan re pêşkêş dikin da ku muhtacê dermanên kîmyewî nebin û weke civaka xwezayî dermanan ji nexweşiyan re biafirînin."

"Em bi perwerdeyê hînî çawaniya xweparastinê dibin"

Jina Efrînî Fatimê Mustafa ku tevlî perwerdeya tendirustî dibe wiha sûdên ku jê digrin tîne ziman: "Em koçberên Efrînê li Şehbayê dijîn. Ji ber kêm derfetan tenê nexweşxaneyek li Şehbayê tê peydakirin û li Şehbayê pêkhateyên Ereb, Kurd û Tirkmen dijîn lewra zextek mezin li ser nexweşxaneyê heye, ji ber vê kongreya Star perwerdeyek zanebûn û fêrkirinê ji me re vekiriye ev gavek gelek baş bû ji bo me jinan. Em di ewşek şer û tevlîheviyê de dijîn loma pêwîstiya me bi vê perwerdeyê hebû. Ger mirovek birîndar bibe divê em çi ji wî re bikin heya em bighêjin nexweşxaneyê em giştî van agahiyan di perwerdeyê de dibînin û fêrî tiştîn nû di aliyê tendirustiyê de dibin."

"Em ê bi hev re civakek bi tendirust ava bikin"

Regda Elîko jî behsa dayîna perwerdeya tendirustiyê dike û dibêje: "Perwerdeyek gelek baş e ji me re. Em gelek agahiyên nû jê digrin. Her wiha weke demên berê em fêrî çêkirina dermanên xwezayî dibin. Min gelek sûd jê wergirt. Ji bo nexweşiya germahiya zarokan me agahî girtin ku çawa parastina wan bikin, di heman demê de çawaniya xweparastina li hemberî nexweşiyan. Xwesteka me ji Kongreya Star ew e ku der barê dayîna perwerdeyên tendirustî û zanebûna jinan de her dem ji me re bê dayîn da ku em bi hev re bibin civakek bi tendirust.”