Kongra Star bi projeyên çandiniyê aboriyê xurt dike

Komîteya Aborî ya Kongra Star a Efrîn û Şehbayê ji bo piştgiriya aborî ya jinên koçber bûne projeyek nû ya çandiniyê da destpêkirin.

RAPARİN BAKER

Şehba – Komîteya Aborî ya Kongra Star a Efrîn û Şehbayê ji bo bihêzkirina aborî ya jinên koçber projeyan pêk tîne. Komîteyê armanc dike ku bi projeyan hem di warê aborî û hem jî manewî de piştgiriya jinan bike. Yek ji projeyên ku Komîteya Aborî ya Kongra Star li Şehba li ser dixebite, projeya çandiniya aboriyê ye ku li ser erdekî 25 hektarî li navçeya Til Rifatê ye û bi dehan jinên koçber lê dixebitin.

Rûxmê zehmetiyan jî bi îsrar in

Hêvîn Ebdo diyar kir ku ew neçar e her du zarokên xwe li kampa Serdemê bihêle û di projeya çandiniyê de bixebite da ku debara zarokên xwe bike û wiha pê de çû: “Em di sermê de û metirsiya ku bibin hedefa gule û çekên giran dixebitin da ku pêdiviyên malbatên xwe peyda bikin. Em jinên Efrînê bi çandiniyê ve girêdayî ne û em bi biryar in ku di kampên berxwedanê yên Şehbayê de bijîn û bi israr li ber xwe bidin da ku vegerin Efrînê piştî rizgarkirina wê ji dagirkeriya tirk. Em ji saet 6 sibê heta 1 piştî nîvro dest bi karê çandina sîr û pîvazan dikin.”

Zêdetirî 25 jin bi hev re kar dikin

Elîfa Silêman eşkere kir ku ev projeyên aborî yên çandiniyê piştgiriya wan a aborî û manewî dikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Projeya me ya çandina sîr û pîvazan dê bi qasî 20 rojan bidome û dê piştî 5 mehan em ê dest bi çinîna wê bikin. Kongra Star ji bo peydakirna malzemeyên bingehîn ên sîr, pîvaz û axê xebitî.”

Nazliya Ebdo da zanîn ku zêdetirî 25 jin bi hev re dixebitin û wiha axivî: “Ji ber zehmetî û astengiyên koçberiyê pêwîst e em bi xwe debara xwe bikin. Pêdivî ye ku em xwe bispêrin xebat û projeyên hevkariyê da ku em bikaribin debara xwe bikin. Em bi hev re li hember serma û zehmetiyên xebatê dixebitin ji bo peydakirina çavkaniyeke debarê ji bo malbatên xwe. Di dema ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kantona Şehba bi taybet rastî dorpêçkirinê û buhayên giran û êrîşan tên, Kongra Star bi van projeyan piştgirî û alîkariya me kir.

Armanc bihêzkirina jinan e

Endamê Komîteya Aborî ya Kongra Star û Şehbayê ya Efrînê Kulê Mihemed anî ziman ku kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa ku bi hezaran şêniyên Şehbayê û koçberên Efrînê lê dijîn, ji dorpêçeke xeniqî ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye ferzkirin, êş û azaran dikişînin û wiha got: “Di encama şer û wêrankirinê de, yên ku di kantonê de dijîn nekarin projeyên cureyekî din vekin, mîna herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Axa li Şehba di serkeftina projeyên çandiniyê de dibe alîkar. Li navçeya Til Rifetê 25 hektar zeviyên çandiniyê yên Kongra Star hene û jin tê de dixebitin. Kongra Star bi van projeyan hewl dide aboriya jinê xurt bike.”