Komeleya ‘Pêşî Jin’ li Sîdî Bouzîd hêz dide jinan

Seroka komeleya ‘Pêşî Jin’ Heyat El-Qadrî da zanîn ku komeleya wan bi rêya bernameyên berfireh ên ku piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî bi perwerdehiya pîşeyî dikin, modelek pêşeng ji bo hêzdarkirina jinên li Sîdî Bouzîd pêşkêş dike.

ÎHLAS HAMROUNÎ

Tûnis - Li hundirê Sîdî Bouzîdê ku vebijarkên piştgiriyê sînordar in û torên ewlehiya civakî qels in Komeleya ‘Pêşî Jin’, mîna rêxistinek çalak derdikeve pêş ku xizmetên berfireh pêşkêşî jinan dike. Komele hewl dide ku jinan hêzdar bike, alîkariya wan bike ku li ser dijwariyan bi ser bikevin, mafên xwe ji nû ve bi dest bixin û serxwebûna aborî, civakî û psîkolojîk bi dest bixin.

Pêşkêşkirina xizmetên yekgirtî

Seroka komeleya ‘Pêşî Jin’ Heyat El-Qadrî derbarê xebata komeleyê û armancên wê de pirsên me bersivandin. Heyat El-Qadrî diyar kir ku komeleya wan, ji çalakvanên ku fikra parastina mafên jinan li herêmê dipejirînin û di warên cûrbecûr de piştgirî didin, pêk tê. Heyat da zanîn ku komele, bi çalakiyên xwebexş ên belaş ên salekê dest bi xebata xwe kiriye û ev agahî dan: “Zêdetirî 20 çalakî hatin lidarxistin. Bi taybetî jinên ku di sektora çandiniyê de dixebitin û jinên ku mexdûrên tundiyê ne, hedef girtin. Her wiha navendeke xwendin û nivîsandinê vekir û pê re beşdarî zelalkirina pêşîniyên destwerdanê bû.”

Ji asta herêmî ber bi asta netewî ve

Heyat rave kir ku pandemiya COVID-19 xalek werçerxê ya girîng bûye û wiha pê de çû: “Ji ber ku komele derbasî pêkanîna projeyên ku ji hêla rêxistinên navneteweyî ve têne fînansekirin bû. Vê yekê hişt ku karê xwe bgpêş bixe û gihîştina xwe ji herêmî ber bi herêmî û dûv re jî asta neteweyî berfireh bike. Berî ku hevkariyên navneteweyî li Afrîka û Ewropayê, bi taybetî bi komeleyên li Mexrîb û Misrê re ava bike.”

Jinên ku serî li komeleyê didin serxwebûn û şiyana xwe ya xebatê mîsoger dikin

Di derbarê sêwirana bernameyê de, Heyat El-Qadrî ragihand ku felsefeya komeleyê li ser peydakirina karûbarên yekgirtî ye, di hemî qonaxên jiyana wan de piştgiriyê dide jinan. Heyat El-Qadrî diyar kir ku ev karûbar piştgiriya psîkolojîk û civakî, rêberiya qanûnî, perwerde, perwerdehiya pîşeyî, lênihêrîna tenduristiyê û xurtkirina aborî vedihewîne. Heyat derbarê komeleyê de van agahiyên girîng da: “Jinên ku serî li komeleyê didin, ji bilî derfetên perwerdehî û perwerdehiya pîşeyî ku serxwebûn û şiyana xwe ya xebatê mîsoger dikin, cîhek ewle ji bo guhdarîkirin û piştgiriyê, rêberiya qanûnî ji bo vegerandina mafên xwe û piştgiriya psîkolojîk dibînin da ku ji wan re bibe alîkar ku ji travmayê xilas bibin.”

Jinên bûne mexdûrên tundiyê jê sûd digirin

Heyat destnîşan kir ku komeleyê navendek xwendin û nivîsandinê ava kiriye ku salane ji zêdetirî 40 jinan re xizmetê dike û wiha got: “Dibe sedem ku gelek ji wan fêrî xwendin û nivîsandinê bibin û bikevin bazara kar. Komeleyê her wiha navendek perwerdehiya pîşeyî vekir ku pisporbûnên cûrbecûr pêşkêş dike, ku bi dehan jinên qurbaniyên tundiyê jê sûd werdigrin. Çend ji wan ji bo damezrandina karsaziyên piçûk hatin hêzdarkirin û madeyên xav ên pêwîst ji wan re hatin peydakirin.”

Vekirina asoyên nû

Heyat ragihand ku ew bi awayekî rêkûpêk beşdarî qursên perwerdeyê yên ku ji hêla komeleyê ve di projeyên cûrbecûr de têne organîzekirin bûye û wiha pê de çû: “Ez li qadê xebitîm û bi jinên din re min têkilî danî. Ev yek rê da min ku ez ezmûna pratîkî û jêhatiyên hînkirinê bi dest bixim. Bi taybetî jî, di bernameyên perwerdehiya mezinan û xwendin û nivîsandinê de. Beşdarbûna li van bernameyan, ji bo min asoyên nû vekiriye. Ez dikarim di nav komeleyê de jinan perwerde bikim û xizmetên cûrbecûr pêşkêşî wan bikim.”

Bidestxistina jêhatiyên aborî, civakî, derûnî û pratîkî

Wekî mezûnek zanîngehê ku ji deh salan zêdetir bêkar bû, wê di komeleyê de derfetek dît ku bixebite û ezmûnê bi dest bixe. Di heman demê de alîkariya jinên din kir ku rewşa xwe baştir bikin. Heyat El-Qadrî anî ziman ku fêrbûn û perwerdehî rê daye wê ku ji mirovan re vekirîtir be, jêhatiyên civakî û pratîkî bi dest bixe û çavkaniyek dahatiyek stabîl peyda bike ku aramiya wê ya psîkolojîk û civakî vegerand, bandorek erênî li jiyana malbata wê kir.

‘Komeleyê piştgiriya derûnî û hiqûqî da min’

Bedîa Qadrî ku ew jî sûdmendê xizmetên komeleyê ye jî, derbarê ezmûna xwe ya li vir de axivî. Bedîa piştrast kir ku mudaxeleyên qanûnî û psîkolojîk bandorek kûr li ser jiyana wê kirine û wiha domand: “Komeleyê parêzerek peyda kir da ku di pêvajoyên qanûnî de bi min re be. Ev yek hestek ewlehî û dilniyabûnê da min. Her wiha piştgiriya psîkolojîk ji pisporan da min. Ev yek alîkariya min kir ku ez depresyon, tirs û vekişîna civakî derbas bikim û baweriya xwe bi xwe vegerînim.”

‘Êdî dikarim bixebitim û piştgirî bidim zarok û jinên din

Bedîa da zanîn ku piştî vê piştgiriyê, di lênêrîna zarokên xwe de, serxwebûna darayî û bicîhanîna hewcedariyên wan ên rojane bidest xistiye û wiha got: “Nemaze yên bi perwerdehiya wan ve girêdayî biser ketin. Min, bêtir şiyana xwe bi dest xist. Ev yek jî, hestek hêz û rûmetê da min. Ji qursên perwerdeyê min jêhatiyên pratîkî bi dest xist. Êdî dikarim bixebitim û piştgirî bidim zarok û jinên din. Ez di kontrolkirina hestên xwe û ji nû ve destpêkirina çalakiyên xwe yên civakî de jêhatîtir bûm. Van destwerdanan alîkariya min kir ku ji bo xwe û zarokên xwe jiyanek serbixwe û bi ewle ava bikim.”

Zehmetî û biryardarî

Bedîa ragihand ku komeleya ‘Pêşî Jin’ bi taybetî zehmetiya peydakirina fînansmanê ya ji ber rawestandina piştgiriya navneteweyî û tevliheviyên gihîştina fînansmana neteweyî, bi dijwariyên berdewam re rû bi rû ye û wiha domand: “Lê dîsa jî komeleyê stratejiyên alternatîf pejirandine. Ev stratejî di nav xwe de peydakirina çavkaniyên xwe bi pêşkêşkirina xizmetên bi pere di navendên perwerdehiyê de û her weha lêgerîna berdewam a fînansman û hevkariyên nû li derveyî Tunisê vedihewîne.”

Bi derbaskirina van dijwariyan jî komeleya ‘Pêşî Jin’,  bi bernameyên berfireh ên ku baweriya jinan bi xwe vedigerînin, wan bi zanîn û jêhatîbûnan xurt dikin û asoyên nû ji bo jiyanek bi rûmet û serbixwe vedikin, rola xwe ya bingehîn di hêzdarkirina jinan a li Sîdî Bouzîd de dilîze.