Jinên Kobanê êrîşên li ser karwanê Serêkaniyê şermezar kirin

Jinên bajarê Kobanê êrîşên çekdarî yên li ser niştecihên Serêkaniyê şermezar kirin û daxwaz kirin ku bihêlin karwana duyemîn a niştecihan vegere û xanî radestî xwediyên wan bên kirin.

NORŞAN EBDÎ

Kobanê – Li gorî rêkeftina di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û QSD'ê de, karwana yekem a ku niştecihên Serêkaniyê hildigirt, di 10'ê Tebaxê de derket rê. Karwan, bi hêviya ku ev gav dê destpêka dawiya salên koçberiyê û vegera wan bo bajar û milkên wan nîşan bide bi rê ket. Lê hêviyên niştecihan a ji hatina karwanê, ji ber êrîşên ji aliyê çekdarên nenas ve hatin şikandin.

Ev yek ji ber ku mafê wan ê vegera ewle bo bajarê xwe û vegerandina mal û milkên wan hê jî ji wan re nayê dayîn, vegera wan asteng kir û mijara koçberiyê dîsa anî rojevê.

'Em daxwaza vegera bi ewle ji bo koçberan dikin'

Jinên ji bajarê Kobanê helwesta xwe li ser binpêkirinên ku niştecihên Serêkaniyê rastî wan tên, anîn ziman. Rodîn Mihemed got: "Bi salan e xelkê Serêkaniyê bi hêviya vegera mal û axa xwe dijî, trajediya koçberiyê û êşa penaberiyê di kampan de, digel şert û mercên dijwar ên mirovî û jiyanê yên pê re, tehemûl dikin. Me jî êşa koçberiyê dîtiye, ji ber vê em ji mezinahiya êşên ku ji hêla kesên ku neçar mane mal û axa xwe biterikînin baş dizanin. Ji ber vê binpêkirin û êrîşên ku xelkê Serêkaniyê di dema hewldanên wan ên vegera bajarê xwe de rastî wan tên, mezinbûna trajediya ku ew bi salan e dijîn, tîne bîra mirov.

Em wek jinên Kobanê van êrîş û binpêkirinan bi tundî şermezar dikin

Rodîn Mihemed destnîşan kir ku vegera niştecihan bo bajar û malên xwe li ser bingeha hêviya jiyana di ewlehî û aramiyê de bû û wiha domand: “Lê careke din rastî êrîşan hatine. Em wek jinên Kobanê van êrîş û binpêkirinan bi tundî şermezar dikin û piştrast dikin ku mafê her welatiyekî heye ku di mal û bajarê xwe de di ewlehî, rûmet û aramiyê de bijî; ev yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e. Gelê Sûriyeyê û bi taybetî gelê Kurd, bi salan e ji binpêkirinan êş dikişîne û dem hatiye ku hemû civak di ewlehî û aramiyê de bijîn.”

Em hikûmeta demkî berpirsyar dibînin

Zahîda Elî Eyûb êrîşên li ser niştecihên Serêkaniyê ku dema hewl didan vegerin malên xwe lê rast hatine, şermezar kir. Zahîda ragihand ku ew ji sala 2019'an vir ve di kampan de dijîn, di nav şert û mercên dijwar de di nav sermaya zivistanê û germahiya havînê de tehemûl dikin.

Zahîda Eyûb destnîşan kir ku niştecih bi hêviya ku di aştiyê de bijîn û mal û milkên xwe vegerînin vegeriyane û wiha pê de çû: “Lê careke din rastî êrîşê hatin. Neçar man ku vegerin rewşa xwe ya berê û mafê wan ê vegera ser erd û malên xwe ji wan bêpar hiştin.”

Zahîda Eyûb bang li hikûmeta demkî kir ku pabendî peymanan bibe û berpirsyariyên xwe yên di derbarê êşa niştecihên Serêkaniyê de bigre ser xwe û ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê bixebite da ku vegera ewle ya kesên koçber bo malên xwe mîsoger bike.

'Divê milkên wan vegerin xwediyên wan'

Zuleyxa Osman êrîşên li ser niştecihên Serêkaniyê şermezar kir û hevgirtina Kurdan bi wan re piştrast kir. Zuleyxa tekez kir ku pêwîst e koçberiya bi darê zorê û êşên li kampan bi dawî bibin û vegera hemû koçberan, taybetî niştecihên Serêkaniyê bo malên xwe were mîsogerkirin. Zuleyxa got: "Divê rayedarên pêwendîdar karwana duyemîn ji bo vegera xelkê Serêkaniyê mîsoger bikin û mafên wan garantî bikin."