"Jinan di Hêza Hawarê de hebûna xwe îspat kirin"

Hêza Hawarê li bakur û rojhilatê Sûriyê hêzeke ewlekarî ye ku peyameke civakî û mirovî hildigire û hewl dide xizmetguzariyên ewlekarî û civakî pêşkêş bike, ji bo parastina hemû pêkhateyên civakê.

ŞÊRÎN MİHEMED

Qamişlo - Ji ber şert û mercên dijwar ên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên jiyîn di sala 2017’an de Hêza Hawarê bi armanca piştgirîkirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo avakirina hêzeke yekbûyî ku bikaribe ewlehiya navxweyî ya herêmê di heyama 24 demjimêran de biparêze, hate avakirin.

"Hêza Hawarê hêzeke parêzvaniya mirovî ye"

Endama Hêza Hawarê ya bajarê Qamişlo Zîlan Ehmed diyar kir ku karê Hêza Hawarê parastina ewlehî û aramiya bajêr û parastina civakê di her rewşek awarte de ye û wiha domand: "Hêza Hawarê hêzeke destwerdana bilez e ku bi şev û roj bi temamî amade ne ji bo alîkarî û parastina welatiyan. Hêza Hawarê ne tenê hêzeke çekdar e, ew hêzeke mirovî ye ku hemû zehmetiyan derbas kiriye da ku alîkariyan pêşkêşî welatiyan bike, wan biparêze û destê alîkariyê dirêjî wan bike. Hêza Hawarê 24 saetan kar dike."

"Jin di nava Hêza Hawarê de pêşengin"

Endama Hêza Hawarê Hêvîn Daûd jî got ku jin di nav Hêza Hawarê de xwediyê pozîsyonek pêşeng in û wiha pê de çû: "Bi disîplîn û alîkariya welatiyan bi taybetî jinan em ji aliyê civakê ve pir hatin hezkirin û daxwazên tevlîbûna Hêza Hawarê zêde bûn. Hêza Hawarê mudaxeleyî hemû karesatên xwezayî û bûyerên qetilkirinê ên ku li herêmê diqewimin dikin. Di rewşeke awarte de, ji bo destwerdana bilez di navbera Hêza Hawarê û odeya operasyonê de hevrêzî tê kirin. Ez bang li her kesî dikim ku di her rewşê awarte de bi Hêza Hawarê re têkilî daynin da ku em bi lez destwerdanê bikin ji bo parastina ewlehiya welatiyan û herêmê. Xebatên me yên ji bo parastina ewlekarî û ewlehiya herêmê her tim berdewam dikin. Jin di Hêza Hawarê de mîna her mêrekî hebûna xwe îspat kir. Jin di pêşengiya civakê de di şoreşa Rojava de roleke mezin lîst, lewma divê di hemû qadan de bibe pêşeng, ji ​​ber ku şoreşa rast şoreşa jinê ye."