“Jin dikarin pirsgirêkan veguherînin derfetan”

Çalakvana Îraqî Sebah El-Dulemi 20 sal in alîkariya penaberên Îraqî yên li Urdunê dike û xizmetên mirovî pêşkêşî wan dike.

SURA AL-DOMOUR

Urdun – Ofîsa civakî ya "Sebah El-Niyat El-Hesene" ya Urdunê alîkariya penaberên Îraqî yên li Urdunê dike û xizmetên mirovî pêşkêşî wan dike. Serpereştyara Ofîsa "Sebah El-Niyat El-Hesena" Sebah El-Dulemi diyar kir ku nêzî 20 sal in ew vî karê mirovî dike.

Sebah El-Dulemi da zanîn ku wê ji xwaringehan xwarin komdikir û li penaberan belav dikir û wiha domand: "Despêka ku min dest bi vî karî kir min xwarin ji xwaringehan kom dikir û li penaberên Îraqî belav dikir. Her wiha min betanî û hin hewcedariyên malê ji xêrxwazan kom dikir û li malbatên feqîr belav dikir. Piştre ofîsa min bû navendeke fermî ji bo pêşwazîkirina penaberên Îraqî. Bi pereyên ku em ji xêrxwazan kom dikin em xwarinê pêşkêşî penaberan dikin, zarokên wan li dibistanan tomar dikin û em derman li nexweşan belav dikin."

 "Koçberiyê hişt ku jinên Îraqî ji mafên xwe ên herî bingehîn bêpar bimînin"

Sebah El-Dûlêmî anî ziman ku jin hemû civakê temsîl dike û wiha lê zêde kir: "Jin dikarin pirsgirêkan veguherînin derfetan. Ofîs her sal alîkariya 50 zarokên sêwî dike. Em beşdarî gelek çalakiyên xêrxwazî ​​û piştevanî bo nexweşên penceşêrê ​​bûn. Ez bang li rayedarên Îraqî dikim ku piştgirîya jinan di sektora ragihandinê de bikin û rolek girîng bidin wan ji bo gihandina peyama medyayê ya bi armanca piştgirîkirina mafên mirovên xizan. Ez bang li hemû dezgehên ragihandinê dikim ku balê bikşînin ser pêwîstiyên malbatên xizan ji bo ragihandina dengê wan û êş û azarên wan. Koçberiyê hişt ku jinên Îraqî ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar bimînin."