"Niştecihên Kobanê bi zimanê xwe diaxivin û bi Kurdewariya xwe dijîn"

Jinên kantona Kobanê bi munasebeta Roja Zimanê Kurdî asta pêşketin û parastina zimanê zikmakî li Kobanê nirxandin û gotin: "Xebatên ku di warê ziman de li Rojavayê Kurdistanê tên meşandin, şoreş e."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Roja Zimanê Kurdî her sal di 15`ê Gulanê de ji aliyê hezaran Kurdan ve tê pîrozkirin. Ev roj xwe dispêre dîroka weşandina yekemîn hejmara kovara Hawarê ya di 15`ê Gulana 1932`an de dest bi weşanê kir.

Çawa ku Kurdistan ji aliyê hêzên dagirker ve hat parçekirin, ziman û çanda Kurdan jî di qirkirin û asîmîlasyonê re derbas bû. Li her parçeyê zimanê dewleta serwer Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê hat ferzkirin. Tevî hemû zext, êrîş û îşkenceya ku Kurd pê re rû bi rû diman, zimanê xwe yê zikmakî diparastin.

Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetÎ jî civaka bajarê Kobanê zimanê xwe yê zikmakî parastin. Dema ku mirov derbasî nava malbatên Kobanê dibe, mirov reseniya devokê di nava axaftinên wan de dibîne. Kesên temenê wan mezin, ciwan û zarok jî dema hewl didin bi zimanê Erebî biaxivin, gotin û hevok rekîk derdikevin. Ev yek girêdana gelê Kobanê bi zimanê wan ê dayikê re nîşan dide.

Di vê çarçoveyê de û bi wesîleya 15`ê Gulanê ajansa me nêrîn û nirxandinên mamoste û jinên Kobanê girt.    

"Me li Rojavayê Kurdistanê di pêşxistina ziman de şoreş pêk anî"

Berdevka Rêveberiya dibistanên kantona Kobanê Zozan Misto di destpêka axaftina xwe de rewşa ziman a li Sûriyeyê nirxand û got: "Em weke Kurd di nava pergala rejîma Sûriyeyê de bûn, weke netew ji mafê xwe yê çand, ziman û nasnameya Kurd bêpar mabûn. Dema me ji bo kaxezên xizmetguzarî serdana dezgehên hikûmetê dikir, me gelek astengî dikişand. Rejîma Sûriyeyê zimanê me qedexe dikir, zimanê me yê Erebî jî lewaz û şikestî bû, ji ber vê em her dem bi pirsgirêkan re rû bi rû diman. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avabûna pergala Rêveberiya Xweser em ji van pirsgirêkan rizgar bûn. Em bi saya projeya Neteweya Demokratîk bi ziman û nasnameya xwe dijîn, dibistan, peymangeh û zanîngehên me bi zimanê zikmakî bi rê ve diçin. Me zimanê xwe jî li tu pêkhateyê din ferz nekir, hemû li gorî zimanê xwe yê dayikê jiyana xwe birêve dibin."

"Di nava hemû şert û mercan de me zimanê xwe parast"

Di pergala Sûriyeyê de ji bilî zimanê Erebî, tu ziman nayê bikaranîn, zimanê hemû neteweyên ku li vê erdîngariyê dijîn qedexe ne. Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat rewşê ji hemû aliyan ve guhert. Zozan Misto wiha behsa vê mijarê kir: "Dema ku zimanê mirov bi sedsalan hatibe qedexekirin û ji nişkave zimanê zikmakî fermî bibe û bibe zimanê jiyan, perwerde û fêrkirinê, bêguman wê mirov gelek kêfxweş bibe. Ji ber vê em çiqas jî behsa serkeftin û xwedîderketina li zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bikin, wê kêm be. Xebateke girîng, bi wate û bi nirx ji bo pêşxistin û parastina zimanê Kurdî tê meşandin, ev yek jî ji hemû hêzên ku hewl didin hebûna me tune bikin û zimanê me asîmîle bikin re bersiv e. Gelek serhildan û şoreşên Kurdan têk çûn lê Kurdan li her derê, tevî zext û êrîşan jî zimanê xwe parastin."

"Em di vê rojê de hesreta axaftin û jiyana bi zimanê Kurdî dijîn"

Kurd her tim di hesreta avakirina Kurdistan, pergal û nasnameyê de bûn. Ji bo pêkanîna vê yekê gelê Kurd her dem di nava têkoşînê de ye. Zozan Misot bi lêv kir ku ew di 15`ê Gulanê de hesretên xwe yên axaftin û jiyîna bi Kurdî tînin ziman wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelek caran jinên Kobanê di dema ku ji wan tê xwestin bi zimanê Erebî biaxivin, derdor henekê xwe bi wan dikin. Ji ber ku civaka Kobanê ji aliyê axaftina bi Erebî ve qels in, gotinek bi Erebî dikin û bi dehan bi kurdî dikin. Em gelek kêfxweş û serbilind in ku gihîştine vê astê ji pêşxistin û parastina zimanê xwe yê zikmakî. Ji ber vê 15`ê Gulanê derfet e ku em hesretên xwe bînin ziman û bênavber şahiyan li dar bixin. Hêviyên me mezin û baweriya me heye ku wê di pêşerojê de destkeftiyên me yên di warê ziman de zêdetir bibin."

“Gelê Kobanê lewaziyê di axaftina Erebî de dijî"

Endama Meclisa Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê Leyla Ehmed bal kişand ser girêdana gelê Kobanê bi zimanê xwe re û got: "Ziman nasname ye û deriyê naskirina mirovan e. Me weke gel gelek zextên rejîma Sûriyeyê dît lê ji ber ku girêdana me ya bêdawî bi zimanê me yê zikmakî re hebû, rejîma Sûriyeyê nikaribû me asîmîle bike. Gelek caran ji min tê xwestin ku ez di birêvebirina çalakiyan de ji bo pêkhateya Ereb, bi zimanê wan biaxivim. Ez ji zimanê wan re hurmet nîşan didi, lê em lewaziyê di axaftinê de dijîn ji ber vê carna hinek kes henekên xwe bi me dikin. Lê ez bi vê yekê kêfxweş dibim, ji ber ku ev yek nîşaneya parastina ziman e û xwedîderketina li çanda me ya resen e. Ev ziman heta niha jî rastî êrîşan tê lê zimanê me yê zikmakî bedewiya me ye û em pê serbilind in."

"Dayikên Kobanê risteke girîng di parastina ziman de lîstin"

Ziman di asta yekemîn de ji aliyê dayikê ve tê parastin û pêşxistin. Ji ber vê dayikên Kobanê roleke girîng di parastina ziman de lîstin. Leyla Ehmed ev mijar bi van gotinan anî ziman: "Civaka Kobanê bi zimanê xwe ve girêdayî ye, heta niha jî devoka xwe ya Kobanê ku xwe dispêre zaravaya kurmancî parastiye. Kobanê bi zimanê xwe diaxivin û bi kurdewariya xwe dijîn. Ev yek jî bi saya dayikan pêk hat, dayikên Kobanê heta niha jî ji bilî devoka xwe nizanin bi tu zimanên cuda biaxivin. Ew vê yekê bi zarok û neviyên xwe re jî parve dikin û hezkirina ziman di dilê wan de ava dikin."