RENEM EL EHMED
Tebqa – Jinên li Herêma Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ji bandora hilweşînê ya çeteyên DAIŞ'ê dane avakirin, rizgar nebûne. Jinên ku zarok û hevjînên xwe winda kirine bi erka xwedîkirina neviyên xwe re têkoşîna jiyanê didin.
'Ez li 5 neviyên xwe dinêrim'
Wafaa Hattab a destnîşan kir ku ji ber şerê qewimiye ew ji bo jiyana xwe têkoşiyaye, diyar kir ku 2 kurên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin û piştre neçar maye 5 neviyên xwe xwedî bike û wiha got: "Em ji aliyê aborî ve di bin şert û mercên gelekî zehmet de dijîn. Keçek min a astengdar heye ku hewcedarê lênihêrînê ye. Bi wêrankirina şer re em ketin pêvajoyek pir dijwar." Wefaa Hattab, anî ziman ku hevjîna wî ya 70 salî jî nexweşiya wî ya şekir û dil heye û bal kişand ser zehmetiyên jiyana wan û wiha got: "Em di bin şert û mercên gelekî zehmet de dijîn."
'Du kur û du bûkên min revandin'
Wefa Xettab a roja ku çeteyên DAIŞ'ê avêtin ser mala wan bi bîr xist û wiha got: "Êrişî mala me kirin û kurê min û hevjîna wî girtin. Zarokek wan a 6 mehî hebû. Piştî revandina kurê min bi 2 saetan, kurê min ê duyemîn jî revandin. Paşê hevjîna kurê min ê duyemîn hat revandin."
Li tevahiya Sûriyê zêdeyî 1.2 mîlyon zarokên sêwî hene û neviyên Wefa Hattab jî di nav vê rêje de cih digirin. Wefa Hattab bal kişand ser pêwîstiya destekkirina van zarok û keça wê ya astengdar û wiha got: "Divê em alîkariyê bidin van zarokên sêwî, keça min a kêm endam. Hevjîna min nexweş e, eger neyên dermankirin dê pir xerab bibe, em ê bikevin pêvajoyekê giran."
'Bila li sêwîyan xwedî derkevin'
Xûsûn El Hemşo yê ku piştî qetilkirina kurê xwe û hevjîna xwe neçar ma 8 neviyên xwe xwedî bike jî diyar kir ku ew bi berpirsyariyên giran hewl dide jiyana xwe bidomîne. Xosûn El-Hemşo wiha got: “Keça min jî di qezayeke trafîkê de mir.” Xûsûn El-Hemşo ya destnîşan kir ku ew li El-Mûna ji bo hewcedariyên neviyên xwe pêk bîne dixebite, wiha got: "Ez li malbata xwe ya 11 kesî dinêrim. Ji ber ku ez nexweş im û nikarim karên zehmet bikim, biçûk be jî alîkariyê dixwazim. Divê rayedarên peywendîdar van zarokên sêwî yên hewcedar bigrin."








