‘Dirûşma jinan li dijî desthilatdariyê şoreşek e’

Di salvegera 10’emîn komkujiya Parîsê ku Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin qetilkirin li Silêmaniyê bîranîn hat lidarxistin. Jinên tevli bîranînê bûn dibêjin; “Dê komkujî nikaribin têkoşîna me rawestînin.”

ŞÎLAN SALIH

Silêmanî - Li Silêmanî bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya Parîsa ya di 9’ê Çileya sala 2013’an li payetexta Fransa Parîsê sê pêşengên jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, merasîma biranînê hat lidarxistin. Gelek çalakvan, azadîxwaz û kesukarên şehîdan beşdar bûn û komkujiya Parîsê şermezar kirin. Di bîranînê de hat diyarkirin ku bi komkujiyan dê nikaribin kar û xebatên şoreşê asteng bikin.

‘Jin bi dirûşman şoreşê ava dikin’

Amîne Elî ya beşdarî bîranînê bû der barê salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê de wiha behsa şoreşa jinan a Rojhilat kir: “Ew têkoşiyan divê em jî piştgiriya wan bikin. Jin ne bi tenê ne û şoreşger in, li bajarê Seqizê şoreşek derket, jin ne bi  çek, bi gotin û dirûşman şoreşê pêk tînin. Her çendî dijmin rê li ber wan digre û dixwaze wan tune bike û dengê wan qut bike jî dê her dem têkoşîna jinan berdewam bike.”

‘Ger Kurd yek bin dijmin nikarin tiştek bi wan bikin’

Amîne Elî bang li hemû jinên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku yekitiya xwe ava bikin li hemberî dijminên Kurdan têbikoşin û wiha gotinên xwe domand: “Ji ber bi yekitiya jin û Kurdan dijmin nikare tiştekê bike. Dijmin bi destê xwe yên reş li Parîsê jinên azadîxwaz qetil dike lê belê bi van komkujiyan nikarin rê li ber xebat û têkoşîna jinan bigrin. Ez weke dayika du şehîdan daxwaza min ji jinan ew e ku piştgiriya jinên Rojhilat bikin, dema jinek li ber xwe dide, dijmin li hemberî wê jinên din qetil dike.”

‘Em ê xwedî li xebatên Sakîne Cansiz derbikevin’

Ronak Sine ya ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê û li bajarê Silêmanî dimîne beşdarî merasîma bîranîna sê şoregeran bû diyar kir ku Awropayê behsa, pêşketin û parêzvaniya mafê mirovan dike lê belê tu mafek tê de nîn e û wiha got: “Dema em behsa jinê dikin jin bingeha azadiyê ye, dijminê Kurd dubare li Parîs komkujî pêk anî û jinên şoreşger kir hedef. Em Kurd weke dara berûyê ne em ê her dem bimînin. Ez weke jinek Rojhilatî ku hevjînê min bi destên dijminê Kurd hat şehîdxistin, vê komkujiyê şermezar dikim. Em ê li pey doza jinên têkoşer bin. Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ em ê têkoşîna xwe ya li ser riya Sakîne Cansiz berdewam bikin. Weke malbatên şehîdan heta lutkeya azadiyê, em ê têbikoşin Weke jin me canê xwe daye riya şoreşa azadiyê ji ber wê kes nikare mafên me bixwe.”