“Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike”

Dayikên pakrewanan ên bajarê Qamişloyê êrîşên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin û gotin: “Mala Berzanî ku piştgiriyê dide dewleta Tirk, li dijî gelê xwe derdikeve û îxanetê li gelê xwe dike.”

FEREH DAWÛD

Qamişlo- Dewleta tirk di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kir. Li dijî van êrîşan li seranserî Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gel bi çalakiyên cur be cur êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re şermezar dikin. Têkildarî êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê li dijî axa Başûrê Kurdistanê, dayikên pakrewanan ên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestên xwe parve kirin.

“Gelê Kurd bi çanda xwe ve girêdayî ye”

Necah Gulo êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kir û got: “Dewleta tirk di hemû aliyan de êrîşên xwe li ser Kurdan pêk tîne û naxwaze Kurd bibin xwedî maf. Dewleta tirk bi awayekî dijwar êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike. Bila dewleta tirk bizanibe ku em tu carî dev ji axa xwe bernadin û li hemberî vê em ê tebikoşin. Gelê Kurd bi çanda xwe ve girêdayî ye û em jî weke dayik li pişta şervanên xwe ne, heta ku mirovek ji me bimîne em ê tekoşîna xwe bidomînin û li dijî vê êrîşê derkevin. Tevî wê jî îro mala Berzanî destekê dide dewleta tirk û êrîşî gelê Kurd dike lê em tu carî dev ji axa xwe bernadin. Em xwedî vî welatî ne û em ê welatê xwe biparêzin. Her wiha mala Berzanî bi dewleta tirk re êrîşî Şengalê dike û dîwarê şermê ava dike bila wê qirêjiya xwe rawestîne.”

“Em dev ji axa xwe bernadin”

Necah Gulo da zanîn ku ew xwediyê 15 hezar şehîdan in û tu carî dev ji axa xwe bernadin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em ê tekoşîna xwe bilind bikin û Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî jî vegerînin û em ji axa xwe dernakevin. Mala Berzanî destekê didin dewleta tirki li dijî gelê xwe derdikevin û îxanetê li gelê xwe dikin. Dewleta tirk dewleteke hov e û naxwaze Kurd bibin yek xwedî maf û jiyana aram li ser axa xwe bijîn. Ji ber vê jî em ê li ber xwe bidin û li pey şervanên xwe bin. Weke gelê Kurd me bi hezaran şehîd daye û em ê ji bo wan û xeyalên wan dev ji welat û doza xwe bernedin. Wek dayik em ê li pey zarok û şervanên xwe bin û doza rêberê xwe bidin meşandin. Em jiyana bi koletî û xiyanetê qebûl nakin.”

“Naxwazin Kurd bibin xwedî maf”

Dayika şehîd Hêzil, Asya Omer diyar kir ku dewleta tirk dewleteke faşîst e û wiha got: “Dewleta tirk dixwaze gelê Kurd têk bibe. Dewleta tirk dewleteke dijmin e niha êrîşî axa Başûrê Kurdistana pîroz dike, ne tenê êrîşî wir dike, di heman demê de, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîna Kobanê, Şehba, Til Temir û Eyn Îsayê dixe. Armanca wan ew ku Kurdan tune bikin û îradeya wan têk bibin. Dewleta tirk li zarok û sivîlan jî dixe û di hemû aliyan de êrîşên xwe li ser Kurdan pêk tîne û naxwaze Kurd bibin xwedî maf. Em ê weke dayikên şehîdan li ber xwe bidin heta ku dilopek xwîn di bedena me de hebe, em dev ji doza şervanên xwe bernadin û em ê li ser riya şervan û gerîlayên xwe bimeşin. Em serkeftinê ji gerîlayên li serê çiya re dixwazin.”