"Cîhana dîjîtal tacîz û tecawiza li ser zarokan zêde dike"

Psîkolog Şarlot El-Xelîl diyar kir ku naba zarokên ji sêzdeh salî biçûktir li ser medyaya dijîtal hesabekî vebikin û wiha got: "Hin vîdyoyan hejmarek zarok kirine tacîzkar û tecawizkar. Pêwîstî bi hişyariyê û xebateke hevbeş heye.

CAROLÎNE BAZZI

Beyrûd - Zarok îro di cîhanek bêsînor de dijîn, bi vîdeoyên ku temaşe dikin, lîstikên tund ên ku wan ber bi êrîşkariyê ve dibin, reklamên ku ne li gorî temenê van zarokan, ji bilî zêdebûna bûyeran tacîz û tecawiz di nav zarokan de.

"Mesele ne meseleya dê û bav û dibistaneke mesele ya hemû civakê ye"

Psîkolog Şarlot El-Xelîl diyar kir ku berêgava ku zarok ji dibistanê yan ji werzîşê dihatin malê, wek nimûne, dê û bav dizanibûn ku gava zarokên wan dikevin odeyên xwe ew bi ewle ne û wiha axivî: "Îro dema ku zarok tên malê, ew rasterast diçin ser telefonên xwe û medyaya dîjîtal. Parastina zarokan ji berê gelek dijwartir bûye û pêwîstî bi hişyariyê û bi xebateke hevbeş heye, mesele ne meseleya dê û bav û dibistanekê ye, mesele ya hemû civakê ye. Ji be vê yekê her yek ji me îro di vê mijarê de berpirsyar e ku em bi her awayî xetereya wê kêm bikin. Naba ku zarokên ji sêzdeh salî biçûktir li ser medyaya dîjîtal hesabekî vebikin. Zarok di temenên pir biçûk de dikevin malperên tora dîjîtal."

"Divê hişyarî were belavkirin û sansur were ferzkirin"

Şarlot El-Xelîl da zanîn ku dê û bav dikarin ji bo parastina zarokên xwe tedbîrên pêşîgirtinê yên pêwîst bigirin û wiha got: "Divê hişyarî were belavkirin û sansûr were ferzkirin. Ev kontrol nayê wateya binpêkirina nepeniya koma ciwan, tê wateya şopandinê, dema ku em pê hesiyan ku zarok an jî ciwan tevgera xwe guhertiye, divê em tedbîrên pêwîst bigirin. Divê em baldar bin û zêdetir bala xwe bidin zarokên xwe. Divê em ji bo zarokên xwe li ber ekranê demê diyar bikin û ji wan re bibin alîkar ku rêz li van randevûyan bigirin. Divê em bi awayekî cidî li ser vê mijarê bifikirin û di hundurê malan de bi cidî hevkariyê bikin. Kes naxwaze cîhazên elektronîkî betal bike, lê tiştê ku em dixwazin ev e ku em bi awayek erênî ji wan sûd werbigirin û wan bi awayek rast birêxistin bikin. Gelek serîlêdanên ku ji bo parastina zarokan alîkariya me dikin hene."

 "Hin vîdyoyan hejmarek zarok kirine tacîzkar û tecawizkar"

Şarlot El-Xelîl anî ziman ku serlêdan hene ku destûrê didin dê û bav ku çavdêriyê bikin ka zarokê wan kîjan sepan an lîstik dakêşandiye û wiha pê de çû: "Divê lîstik ji bo temenê zarokan guncaw be. Dema ku zarok li ber ekranê derbas dike jî divê li gorî temenê wî be. Lîstikên şer bûne alîkar ku ruhê wan ê êrîşkar geştir bikin û ji wê zêdetir jî, hin vîdyoyan hejmarek zarok kirine tacizkar û tecawizkar jî. Zarokên ku gelek wextê xwe li ber ekranan derbas dikin, li dîmenên û ku li gorî temenê wan ne guncaw in temaşe dikin, di nav wan de dîmenên zayendî jî hene. Komeleyên ku bi mafên zarokan û parastina zarokan re eleqedar in, balê dikişînin ser mijara pêşîlêgirtinê û hem jî kampanyayên hişyarkirinê yên ku digihîjin dibistan û malan organîze dikin."

"Tenduristiya zarokên me ji civakê girîngtir e"

Şarlot El-Xelîl eşkere kir ku destdirêjiya li ser zarokan her dem hebûye lê eşkerekirina wê şerm û bû, îro dengên ku tacîzên zarokan derdixin holê bilind bûne, ev yek dikare vê diyardeyê bi dawî bike û wiha axaftina xwe berdwam kir: "Divê em zarokên xwe ji tacîz û tecawizê biparêzin. Piraniya zarokên ku rastî tacîz û tecawizê tên, bi awayên curbecur tên tehdîtkirin, ev jî wan dike tirs û bêdengiyê. Divê em her kesê teşwîq bikin ku tacîzkar û êrîşkar, eşkere bikin û divê bên cezakirin. Şopandina psîkolojîk girîng e. Divê em zarokan fêr bikin ku çawa parastina xwe bikin. Avakirina têkiliyek pêbawer di navbera zarok û dê û bavan de yek ji bingehên pêwîst e ji bo parastina zarokan. Carinan dê û bav ji ber tirsa civakê xeletiyê dikin ku tacîzkarê zarokên xwe eşkere nakin. Tenduristiya zarokên me ji civakê girîngtir e."