Şeha Xelîl: Em her amade ne ku xizmeta vî gelî bikin
Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya TEVDEM’ê Şeha Xelîl ku ev 33 sal in di nav Tevgera Azadiya Kurd de ye, got: “Em her amade ne ku xizmeta vî gelî bikin. Em nifşê tevgera azadiyê û despêka Şoreşa Rojava, em fedayî ne."
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Tevlîbûna Şeha Xelîl ya li Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) ne biryarek demkî bû, kêliyek hişmendiyê bû ku rêya jiyana wê guherand. Beriya Şoreşa Rojava, Şeha Xelîl di vê rêyê de wateyek cûda ya azadiyê dît û ezmûna wê ji wêderê dest pê kir, tevahî raman û helwesta wê ya li hember jiyanê ji nû ve teşe girt.
Hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEVDEM) Şeha Xelîl qala pêvajoyên destpêkê yê naskirina tevgera Kurd kir û heya roja me ya îro guhertinên di jiyana wê de çêbûne anî ziman.
Şeha Xelîl da zanîn ku çîroka jiyana wê ya rêxistinî dirêj e, ragihand ku di demên berê de gelek zor û zehmetî li ser jinan dihat meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir û got: “Min di 17’saliya xwe de tevgera azadiyê nas kir û niha jî temenê min zêdetirî 50 salî ye. Ew naskirin bi bawerî bû, ji ber vê heta niha bê navber didome. Di dema berê de em li gundan bûn, ji ber pergalên baviksalarî, jin û siyaset gelekî ji hev dûr bûn. Lê ji ber ku ew tiştekî xwezayî yê di hundirê me jinan de bû, em lê digeriyan. Dema ku milîtanên tevgera azadiyê derbasî xetên gundan bûn, ji ber ku gelek zor û zehmetî li ser jinan dihat meşandin, tevlîbûna me ji vê tevgerê re çêbû.”
‘Me Kurdîtî bi Kurdan dida naskirin’
Şeha Xelîl diyar kir ku dema Kurdîtî bi Kurdan dida naskirin gelek pê diêşiya û wiha domand: “Di sala 1986`an de heval derbasî xetên gundan bûn. Gelek hevalên ku me bi hevre asta Rêveberiya gundan kiriye hene û li ser karê xwe ne. Heta Şoreşa Rojava, em bi piya diçûn zêdetirî 100 gundî, me Kurdîtî bi Kurdan dida naskirin. Em derbasî malan dibûn, me digot wan hûn Kurd in, welatekî me heye û şoreşek me çêbûye. Me her tişt ji bo şoreşê dida, ji bo gerîla me hirî dianî, dişûşt, didrût û me dikir gore û lepik. Bi vî rengî me karek gelek zor û zehmet derbas kir.”
‘Rêber Apo civînek ji me re li dar xist’
Şeha Xelîl hestên xwe yên ku dema zanîn wê biçe gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîs kiriye, wiha anîn ziman: “Di sala 1994’an de ez çûm gel Rêber Apo. Em çûn Şamê Rêber Apo civînek ji me re li dar xist. Ew civîn 5 saetan dom kir. Naskirina me ya Rêber Apo ji bo xelaskirina gelê bindest, bi taybetî gelê Kurd û azadiya jinê, hevî û girêdanên me hîn xurttir bû. Dema ji min re hate gotin ku ezê herim gel Rêber Apo, heta em gihan Şamê me digot xwezî em bibin kevokek û bifirin, ji bo ku em zû bighêjin.”
‘Heybet û cesareta Rêber Apo heye’
Şeha Xelîl got ku “Ji ber hezkirina Rêber Apo heta roja îro karê me didome” û wiha pê de çû: “Em gelek bi kelecan bûn, me digot dema Rêber Apo were wê çawa be. Ji ber ku heybet û cesareta Rêber Apo heye. Dema ku Rêber Apo derbas bû, tenê silav û hembêz kirin, hestek wisa bi min re çêbû ku wek ku min bi Rêber Apo re jiyan kiriye. Ew civînek gelekî xweş bû ji ber ku bi Rêber Apo re bû. Berdewamiya karê me heta roja îro, ji ber dilsoziya me bi Rêber Apo re ye û ew hezkirina ku Rêber Apo di wê demê de daye me ye.”
‘Rêjîma Baasê gelek zor û zehmetî li ser me meşandin’
Şeha Xelîl anî ziman ku Rêjîma Baasê hevjînê wê 40 rojan kiriye dolabê de û wiha got: “Rêjîma Baasê gelek zor û zehmetî li ser me meşand. Digotin emê malbata te ji kar derxin, endamên Partiya Karkerên Kurdistan têne gel te û tu wan li gund digerînî. Min her înkar dikir. Bi vî rengî kar û xebatên me heta Şoreşa Rojava dom kir.”
‘Xwesteka me biratiya gelan û netewa demokratîk e’
Şeha Xelîl da zanîn ku xwesteka wan ne parçe bûna Sûriyeyê ye, dixwazin ku gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe bi hev re jiyanek bi aştî, azadî û aramî bijîn û ev tişt gotin: “Şansekî me yê duyemîn bû, ku Bihara Gelan li Rojhilata Navîn despê kir û em jî wekî gelê Rojava me para xwe jê girt. Di wê Bihara “elan de, serhildanên şoreşa Rojava destpê kirin, em jî wek rêxistin me xeta sêyemîn ji xwe re pejirand. Xwesteka me ne serdestî û rêvebirina Sûriyeyê nîne, xwesteka me biratiya gelan û netewa demokratîk e. Tevî ku despêka Şoreşê gelek êrîş li ser xeta me hatin kirin jî, ya ku bi ser ket ew bû. Şer, siyaset û civakê me bihev re dida meşandin. Me DAIŞ’a ku bûye bela serê cîhanê, têk bir.”
‘6 sal di Rêveberiya Kongra Star a Qamişloyê de bûm’
Şeha Xelîl diyar kir ku hemû saziyên hatine avakirin di bin sîwana TEVDEM’ê de bûne û wiha pê de çû: “Herkesî li gorî erkê xwe di nava tevgerê de kar kir. Şoreşa me wekî zincîrek bi hev ve girêdayî ye. Me dest bi avakirina Komîn û Meclîsan kir, min cihê xwe tê de girt. Ez yek ji wan kesên di avakirina Yekîtiya Star heta Kongra Star de bûm. 6 salan di nav Rêveberiya Kongra Star ya Qamişloyê de bûm, piştre bi rêya hilbijartinan ez derbasî Kantonê bûm, 6 salan jî Berdevka Kongra Star a kantonê bûm. Pêwîst bû ku tevlî Civaka Tevgera Demokratîk (TEVDEM) bibim. TEVDEM xwe li ser yekîtiyan birêxistin dike. Min got li kuderê pêwîstî hebû emê cih bigrin. Em kevir, fedayî û pêşengên Şoreşê ne.”
‘Em endamên neteweya demokratîk in’
Şeha Xelîl diyar kir ku ew bi wî çavê endamên ji bo fonan kar bikin, li xwe nanhêrin û wiha got: “Em her amade ne ku xizmeta vî gelî bikin. Em nifşê tevgera azadiyê û despêka Şoreşa Rojava, em fedayî ne. Meha 9’an wê du salên min di Ofîsa Rêxistinî ya TEVDEM’ê de temam bibe. Em endamên neteweya demokratîk in, li kuderê were xwestin emê li wê derê bin.”
‘Xwestin ku Şoreşa Rojava bi rêya jinan de têk bibin’
Şeha Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em şopdarên riya şehîdan in, bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî, emê xwedî li tevahî jinan derkevin. Heta ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe, em wekî jin azad nabin. Her xwestin Şoreşa Rojava bi rêya jinan têk bibin. Emê têkoşîna xwe bidomînin.”