‘Çawa strî gula xwe diparêze em jî axa xwe diparêzin’

Li dijî êrîşên hewayî yên dewleta tirk li ser giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên navçeya Til Temirê dest bi girtina nobet û parastina ewlehiya bajarê xwe dikin û dibêjin ji derveyî berxwedanê tu riyeke din hilnabijêrin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Di vê pêvajoya çarenûsî de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin, li dijî êrîşên dagirkeriya tirk ên hewayî her kes seferber bûye. Ji zarokên nava landikê heya yên bi çarpîkan û gavê destpêkê ber bi jiyanê ve diavêjin heya kesên nûgihîştî, jin û mêr û kal û pîr li ser piyan in. Ji bo domandina kenê li ser lêvên zarokan jiyana xwe didin. Jinên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîş û bombebaranên ku navçe û gundewarên wê hedef digrin, li taxên navçeyê dest bi nobedarî û parastinê kirin.  Jinan têkildarî vê mijarê nêrîna xwe parve kirin.

Dapîra 27 neviyan, îro nobedarî û parastina ewlehiya bajarê xwe dike

Elya Fûad a 62 salî, bi eslê xwe ji parêzgeha Laziqiyê ye lê li Til Temirê dijî û dapîra 27 zarokan e. Elya di destpêka axaftina xwe de êrîşên hovane yên dewleta tirk a dagirker li dijî sivîlan û gelê xwe şermezar kir û wiha domand: "Em wekî jinên Til Temir û giştî herêmê bi tundî durûtiya Rûsya û Amerîkayê û hevkariya wan bi dewleta tirk re li dijî herêma me û pêkanîna komkujî û sûcên dijmirovahiyê şermezar dikin. Herêmên me yên ku bi rengînî û pirçandiya xwe tên nasîn û tabloyeke bedew çêdikin ku gel ji hemû netew û olan, bi hev re dijîn bûne kelemek di çavên Erdogan û dagirkeran de. Armanca Erdogan hevgirtina pêkhateyan e, çav bar nabin yekitiya me bibînin."

‘Wê hemû jin li dora axa xwe bibin xelekek ji agir û hemû êrîşkaran bişewitînin’

Elya Fûad da zanîn ku ew ne ji îro ve parastina welatê xwe dikin, 10 sal in diparêze û wiha pêl da gotinên xwe: "Ne tenê îro me çek rakiriye û taxên xwe diparêzin, ji sala 2011'an ve em li dijî komên çete ku Erdogan xwediyê wan e, parastinê dikin. Wê hemû jin li dora axa xwe xelekeke ji agir çêbikin û dest bidin hev û heya dawî axa xwe biparêzin, hemû êrîşkaran di  dojeha wan a şer de bişewitînin. Deynê vê axê gelek li ser me heye, ji lewre divê ku em jî xwedî lê derkevin. Hemû dewlet xwe ji ber hovîtiya DAIŞ'ê dan aliyekî lê belê hêzên me YPJ/YPG û QSD'ê şerê DAIŞ'ê kirin û xîlafeta wê hilweşandin wî têk birin. Lê divê ku em ji bîr nekin DAIŞ ji aliyekî ve çêkereke dewleta tirk e."

‘Li dijî teror û dagirkeriya tirk yekitiya jinên cîhanê pêwîst e’

Elya Fûad ji vir bang li jinên cîhanê kir û wiha got: "Ji Til Temirê ez bang li tevahî jinên cîhanê dikim ku li dijî êrîşên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekîtiya xwe ava bikin. Erdogan ji teqîna li Stenbolê hincetek dît ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û dagir bike lê belê bila baş zanibe ku em amade ne ûdê jin û dayik wisa bi hêsanî rê nedinê. Ez bang li tevajî jinên cîhanê, Rojhilata Navîn, welatên Ereb û giştî Ewropayê dikim ku li dijî dagirkerî, teror û tundiya li dijî axa me helwest nîşan bidin."

‘Dagirkeriya îro yek ji cureyên tundiya li dijî jinan e’

Elya Fûad bal kişand ser tundiya ku di van êrîşan de li dijî jinan pêk tê û wiha pê de çû: "Dagirkeriya îro yek ji cureyên tundiya li dijî jinan e jî. Ji ber hêza jinan têrker e. Pêşketina jinan a li vir, hemû cîhanê bi bandor kiriye loma Erdogan vê yekê wekî metirsiyek li ser xwe dibîne ji lewre di her fersendê de dixwaze hêza jinan û kesayeta wan bişkîne. Sedema hedefgirtina binesaziya herêmê û sazî û navendên xizmetguzariyê ew e ku di serî de jin, gelan qels bike lê tiştên ku dike naçin serî. Bi qutkirina avê, şewitandina genim, bombebaran û xirakirina binesaziya herêmê dixwazin me bidin koçberkirin. Lê belê em çokên xwe natewînin û ji derveyî berxwedanê tu rê ji me re tune ye. Em ê ji hêzên xwe yê YPJ/YPG û QSD'ê re bibin pişt ji ber ku ew tenê temsîla me dikin."

‘Em xwe naspêrin Amerîka û Rûsyayê hêzên me yên YPJ/YPG û QSD'ê hene’

Fehîme Ebdilrehman a 60 salî ku parçeyek ji kezeba xwe şehîd Arjîn diyarî şoreşê kiriye, bi xwe jî niha li pişta hêzên xwe yên leşkerî û ewlekariya hundirîn xeta parastinê girtiye der barê vê mijarê de ev tişt bi lêv kir: "Li dijî hemû cureyên êrîşan îro em parastina taxên xwe dikin û êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser axa me qet nayê qebûlkirin. Çawa gul bi striyên xwe, xwe diparêze, em jî taxên xwe diparêzin. Em ê bi kevir û daran û çeka xwe êrîşên dagirkeriyê vala derbixim, ji ber ku ya herî sereke di vir de mezinbûna îradeyê ye. Îro pişta me hêzên me ne YPJ/YPG û QSD hene, ji ber wê jî em hêviyên xwe bi hebûna Amerîka û Rûsyayê ve girê nadin. Ji ber ku ev şoreş şoreşa me ye û em bi lehengên ku canê xwe didin vê axê, mezintir û xurtir dibin."

‘Ez ji vir dernakevim ger derketim jî teqez dê bedena min bê ruh bimîne’

Şêxa Hisên Misto ya 65 salî dibêje ku îro parastin ji wê jî tê xwestin û wiha pêl da gotinên xwe: "Çima parastin wê ji bo min zehmet be? Erdogan bi çi çek û balafirên şer êrîş bike û bi ser me de topan bibarîne jî em ê dest ji axa xwe bernedin. Kîjan kêliyê were xwestin, em bi keç û xortên xwe re derdikevin parastinê. Em ê ne tenê parastinê bikin em ê birîndarên xwe jî derman bikin û li wan binêrin. Lê ya girîng û sereke ew e ku em ê ji vir dernekevin ger ez derkevim jî teqez dê bedena min bê ruh be."